Slider

Tema resimleri kelvinjay tarafından tasarlanmıştır. Blogger tarafından desteklenmektedir.

Video

Welat

Wêje

Pirtûk

Huner

Dîrok

Nûçe

» » » » » » » » » » » » » » » » » » » » » Hunera Heftemîn Sînema û Derhênerê Nemir Yilmaz Guney


Nivîs û Nûçe: Rûmet Med (Rûmet Onur Kaya)

Sînema ango "Hunera Heftemîn", di dîroka mirovahiyê de li gorî huner û dîyalektikên din hunereke nû û herî belavbûyî ye. Ev hunera ciwan, bi taybetî hunerên kevnan (Wêje, helbest, muzîk, şano, wêne, peyker û hunerên hwd.) û bi giştî hemû huneran û wek felsefî û ramanê jî tê de hemî hebûn û kirûyên jiyanê dihewîne. Bi saya sînemayê, em cihên ku qet lê neçûne wan dibinîn, çand û jiyanên mirovahiyê û xwezayê dinasin. Rû û çavên sînemayê, sînorên ku li ser cîhanê radike û ew dikare bi demê re hemû xeletiyan û pêşdaraziyan tune bike.

Gotineke derhêner û sînemavanê navdar Jean-Luc Godardê heye û dibêje ku "Wêne rastîn e, sînema di çirkeyeke de 24 caran rastîn e...", ev gotin wate û girîngiya hunera sînemayê rave dike.

Birayên Auguste û Louis Lumière piştî rêzekî nûvedanê, di sala 1985ê de bi navê "Cinematographe / Kinematograf" yekem amûra ku dîmenên tevgerdarê li ser perdeyan vediguheze nûvandin. Birayên Lumière, piştî ku afirandinên xwe, belgefîlmek bi navê L'Arrivée d'un train à La Ciotat" (1895) û fîlmek bi navê "Paydosa/Derketina Karkerên Sazgeha Lumierê" (1895) kişandin û van filman di heman demê de bûn yekem fîlmên ku di perdê de hatine nîşandan û destpêka dîroka sînemayê*. Li dû salekê (1896), ji aliyê yekem Derhênera Jin Alice Guy-Blaché ve yekem filmê biçîrok "La Fée aux Choux" hate kişandin**. Digel wan fîlman di destpêka sînemayê de gelek derhêner û çêkerên wekî Auguste Marie Louis Nicolas, Louis Jean fîlm kişandin û temaşevanên sînemayê her ku diçe zêde bûn.

Bi vî awayî fîlman û bi taybetî jî sînema gelek pêş ve çûn û mînakên wan yên reş-spî û rengîn hatin kişandin. Di nav vê pêvajoyê de, wek xwezayî, di sînemayê de rêbazên ku wekî; Hunerî, Civakî, yên Heyamî hwd. derketin û ji aliyekî ve jî mînakên Sînemaya Serbixwe jî derdiketin holê. Cureyên sînemayê; filmên sînema, belgefîlm, kurtefîlm, filmên bipevxistin, rêzefilm, xêzefilm û anîmasyon in û bi leza demê re cur be cur dibin.

Ligel ku derketin û rêjeyên temaşekirina Televîzyonê û dû re di cîhana îroyîn me de jî belavbûyîna înternetê bandorên neyînî û erênî li ser Sînemayê dike. Lêbelê wek hunerê sînema her ku diçe geşedana xwe didomîne û mînakên ên nû, resen û serbixweyê derdikevin holÊ. Sînema, ji bo kesên ku derdekê wan hene, rê û amûreke herî belavbûn e û ji raman, xem, şayîş û pirsgirêkên ên civakî, hunerî û xwezayî ji girseyên herî belavbûyî ve vediguhezê û bi awayekî herî bandorker qala wan dike. Ya herî girîng jî sînema rojeveke pêk tîne û mijarên girîng û jiyanî dide ramandin. Qala êş, hêvî û şadiyên mirovahiyê dike û dibe dengê qîrînê û mîna rengê şînbûna biharê vedibe..

Her wiha li ser cîhanê, di nav dîroka geşadana sînemayê de, wekî Yilmaz Guney, Alice Guy-Blaché, Yeşim Ustaoğlu, Ken Loac, Jane Campion, Andrzej Wajda, Andreî Tarkovsky, Ingmar Bergman, Akira Kirasowa, Dorothy Arzner, Agnès Varda, Yasujirō Ozu, Bernardo Bertolucci, Haifaa Al-Mansour, Federico Fellini, Lucrecia Martel, Theodoros Angelopulos, Barbara Kopple, Robert Bresson, Abbas Kiarostemî, Ida Lupino, Asgar Ferhadî, Park Nam-ok, Krzysztof Kieślowskî, Behmen Qubadî, Safi Faye, Michael Haneke û gelek derhêner, sînemavanên mezin û nemir derketin û nû jî derdikevin. Wan derhêner û sînemavan îro jî bi fikr û dîmenên xwe ve dijîn û riya me ronî û germ dikin.

Destpêka Sînemaya Kurdî, wek filmê "Zerê" (1926) yê derhênerê Ermen Hamo Beknazaryanê tê qebûl kirin û di sala 1926ê de li Ermenistana Sovyetê hate kişandin***. Li dû vê dîrokê bi taybetî li Ewropayê û li gelek welatan de fîlman û belgefîlmên Kurdî hatin kişandin. Di çar parçeyên Kurdan de, ji ber qedexeyan û nepêşketina pîşesaziya sînemayê (di wateya Endustrî de), geşedana sînemaya Kurdî di dîrokeke nêzîkî 30 salan e xebatên xwe dest pê kirin. Di van salên dawî de hejmara fîlmên Kurdî zêdetir dibe, fîlman Kurdî di mîhrîcanên filman de têne nîşan didin û xelat wergirin. Derhênerên wekî Yilmaz Guney, Behmen Qobadî, Hiner Saleem, Samira Mahmelbaf, Shawkat Amin Korkî, Kazim Oz, Mizgîn Mujde Arslan, Huseyin Karabey, Orhan Eskîkoy û gelek derhêner û sînemavanên navdar derkevin. Derhênerê navdarê Kurd Yilmaz Guney bandoreke mezin li sînemaya Kurdî, li ser sînemavanên Kurdan û sînemaya cîhanê kir, Guney bi hest û ramanên xwe di sînemayê de dê hertim riyeke ronî bibe.

"Ez mirovekî têkoşînê me. Sînemaya min jî sînemaya têkoşînekê, sînemaya têkoşîna rizgariya Gelê min e..." / Yilmaz Guney

"Min dixwest şer li ser pelê binivîsim,

Ji bo, dema payîz were pel biweşe.

Min dixwest  hêrsê li ser ewrê binivîsim.

Ji bo, dema baran bibare dê ewr  biqede.

Nefretê, min dixwest li ser berfê binivîsim.

Dema roj derkeve ew dê bihele..

Min dixwest hogiriyê û xosewîstiyê

li ser dilê hemû zarokan binivîsim,

Ji bo, bi wan re mezin bibe û hemû cîhanê dagire..."

Yilmaz Guney, Werger: B.Welatevîn *****

Derhêner, lîstikvan, sînemavan û nivîskarê marksîstê kurd Yilmaz Guney (Yilmaz Pûtûn), di sînemaya Kurdan, Rojhilata Navîn û hemû cîhanê de sînemavanekî mezin û girîng e. Hunermendê nemir Yilmaz Guney, di sala 1937ê de li navçeya Girê Sor (Siwêreg) a Rihayê hate dinê û li Edenê mezin bû, di zeviyên pempûyan de karkeriyê kir, bi dehan fîlm kişandin û derhêneriya gelek filman kir û bi salan di girtîgehan de ma. Guney, berê mirina xwe çû Ewropayê û wekî hunermendê mezin Ahmet Kaya li Parîsê di dîroka 1984ê de di nefî de çû dilovaniya xwe.

Yilmaz Guney, di jiyana xwe ya sînema û hunerê de ji heştê zêdetir fîlman kişandin, senaryoyên wan nivîsandin û tê de lîstin. Guney, wek fikr û ramanê marksîst (sosyalîzma zanistî / komunîzm / materyalîzma dîyalektik) e û berhemên xwe bi nerîneke Rastîbiniya Civakî afirandin. Derhêner di fîlmên xwe de; qala êş, şadî, bêrikirin û hêviyên gelê xwe û hemû gelan kir û rastîna hemû mirovahiyê, jiyanê û xwezayê rave kir û hertim li cem bindestan dibû.

Bêguman hemû fîlmên derhênerê Kurd Yilmaz Guneyê gelek watedar û girîng in, û divê mirov filmên wî dubare û ji nû ve temaşe bike, li ser wan bifikire û asoyên biharên wan bibîne. Mijar û çîrokên fîlmên Yilmaz Guneyê; "Seyitxan" (Derhêner û Senaryo: Yilmaz Guney - 1968), "Hêvî / Umut" (Derhêner: Yilmaz Guney û Senaryo: Yilmaz Guney, Şerîf Goren - 1970), "Endîşe" (Derhêner: Şerîf Goren û Senaryo: Yilmaz Guney - 1974), "Sürü" (Derhêner: Zekî Okten û Senaryo: Yilmaz Guney - 1978) "Rê / Yol" (Derhêner: Şerîf Goren, Yilmaz Guney û Senaryo: Yilmaz Guney - 1981), wekî filmên din ên derhênêrê, li ser jiyanên karker, cotkar û rencberên Kurdan û gelên din in. Di van fîlman de rastîna jiyan û çanda Kurdan diyar in û bi zimanê Kurdî, navên Kurdî, stran û kilamên Kurdî û atmosfera çand û hûnerê ve xwe dide hestkirin.

Fîlmê "Rê / Yol"  li hemû cîhanê di sînemayan û mîhrîcanên fîlman de hate nîşan dan, eleqeyên mezin dîtin û li Cannesê û gelek mîhrîcanan de xelat wergirtin. Mijara fîlmê herî dawî yê Yilmaz Guneyî "Dîwar" li ser zarokên ku di girtîgehê ne û çîroka jiyanên girtîyan nîşan dide. Fîlmê "Dîwar", di sala 1982'ê de hate kişandin û gelek eleqe dît****.

Mijara filmê "Rê" li ser erdnîgariya me ye, di girtîgehekê de dest pê dike û di rê de didome. "Rê" bi çîrokan pêk tê, qala rewş û halê welatê û cîhanê dike.Yilmaz Guney, bi fîlmê xwe yê "Rê" re gihîştî lûtkeya gotinê û dîmenê û wekî fîlmên xwe yên din asoyên nû û kûr vekir. Hunermendê mezin Guney, bi nêrineke dîyalektik (guherîn û veguherîn) ve qala dahatû û rabirdû û xwezaya jiyanê kir.


Derhênerê Kurd Yilmaz Guney, bi mijar û çîrokên xwe ve qala rastînên jiyanê bi xwe kir û stran û kilamên me gotin. Guney, ji bo sînemaya Kurdî, Rojhilatanavînê û Cîhanê ve nerîneke nû û resen anî û derekî tê de tije asoyan û ronahî ye, vekir. Peyv û awazên wî, wekî germ û roniya biharên bêdawiyê vedibin û dibin çavkaniya dilê hêviyê.

Yilmaz Guney, di sînemayê de riyeke nû vekir û gotinên xwe rasterast gotin, di hevpeyvîneke xwe de hevokeke wî fikr û ramanên wî rave û kurtasî dike.
"Pirs: Li gorî we di Sînemayê de divê terz an jî pûxte li pêş de bê (werî) ?
- Terh, revîn e, ewiqîn e û xwe xapandin e. Ya rast Pûxte ye. Gotina te ku tu dixwazî bibêje ye. Gotin jî qiseyekî wiha mezin nîn e. Te qala çîrokeke wiha piçûk, wiha asayî dike ku ji mirovê re, tiştin bibêje.

Çavkanî:

* "Sedsala Sînemayê" (Sinemanın Yüzyılı), Rûpel: 23 / Nivîskar: Giorgio Vincenti
Werger: Engin Ayça
Weşanxane: Evrensel Basım Yayın

** "Yekem Jinê Dîroka Sînemayê: Alice Guy Blaché" (Sinema Tarihinin İlk Kadını: Alice Guy Blaché) / Amadekar: Ceyda Canbey

*** "Sînemaya Kurdî: Bêwelatî, Sînor û Mirin" (Kürt Sinemasi: Yurtsuzluk, Sınır ve Ölüm), Rûpel: 35 - Nivîskar/Amadekar: Mizgîn Mujde Arslan
Weşanxane: Agora Kitaplığı

**** "Bi Hemû Filmên Xwe Yilmaz Guney" (Bütün Filmleriye Yılmaz Güney) / Nivîskar: Agah Özgüç
Weşanxane: Agora Kitaplığı

***** Helbesta Derhêner Yilmaz Guney / Çavkanî: e-weje.com

 

Pirtûkek Li Ser "Şewata Sînemaya Amûdê"

Li Amûdê di dîroka 13'ê meha Mijdara 1960'î de, di encama 'Şewata Sînemaya Amûdê' de 283 zarokên Kurd jiyanên xwe ji dest dabûn.
Pirtûka "Agirê Sînema Amûdê" ya Mela Ahmedê Namî, ji hevpeyîvînên (roportaj) ku li ser Şewata Sînemaya Amûdê hatine nivîsandin ve pêk tê û qala jiyan û rewşa civakî ya wê demê û cîhanê dike.

"Namî, me ji nameya te zanî
Seyda yî ji bo melay Xanî" / Cigerxwîn

Nivîskar: Seyda Ahmedê Namî
Weşanxane: Weşanên Jîna Nû, 82 Rûpel / 1987

(Ev Nivîs di hejmara 4'emîn a Kovara Sosyalîst Mezopotamya'yê de hate weşandin. / Rêbendan - 2019)

«
Pêşve
Sonraki Kayıt
»
Paşve
Önceki Kayıt

Hiç yorum yok:

Leave a Reply