Romana "Tenêtiya Sedsalî" dibe rêzefîlm


Berhema navdar "Tenêtiya Sedsalî" ya nivîskar û rojnamevanê Kolombiyayî Gabriel Garcia Marquez'ê ji aliyê Netflixê ve dibe rêzefîlm.

Platforma fîlm û rêzefîlman Netflix mafên weşana romana "Tenêtiya Sedsalî" kirîne û ji bo kişandina rêzefîlmê dest bi amadehiyan kirin.

Li gorî nûçeya malpera Sputnikê, navê rêzêfîlmê, dê "One Hundred Years of Solitude" bibe, zimanê wî weke Îspanî û beşeke mezin ê rêzefîlmê jî dê li welatê Kolombiyayê bê kişandin. Kurên Marquezî Rodrigo Garcia û Gonzalo Garcia Barcha dê di rêzêfîlmê de bibin serçêker.


Nivîskar û wêjekarê navdar ê cîhanê Gabriel Garcia Marquez di meha Avrêla sala 2014'ê de jiyana xwe ji dest dabû. Nivîskarê mezin, di sala 1972'ê de Xelata Wêje ya Navnetewiya Neustadt'ê û di sala 1982'ê de Xelata Nobel ya Wêje, wergirtin.

Romana "Tenêtiya Sedsalî" bandoreke mezin li ser xwînerên wêjeyê kir û berhema sereke ya Gabriel Garcia Marquezî, ji sala 1967'ê ve heta niha li cîhanê ji zêdetîrî 50 mîlyon firotin û pirtûkên din ên nivîskarê jî li ser cîhanê ji bo gelek zimanan hatin wergerandin.

Nûçe: Rûmet Med

Yorumlar