26 Aralık 2018 Çarşamba

Hejmara Yekem a Fanzîna "Sînemaya Serbixwe" Derket!


Hejmara yekem a fanzîna "Sînemaya Serbixwe" derket!. Fanzîn weke e-fanzîn derçû û tê de nivîs û gotarên sînemayê û çand-hunerê cih digirin.

Navnîşanê Lînka Fanzîna "Sînemaya Serbixwe" Hejmar 1: http://sinemayaserbixwe.blogspot.com/2018/12/fanzina-sinemaya-serbixwe-hejmar-1.html

Pirtûka Ruhê Dilê Mirovahiyê û Jiyanê...


Nivîskar û Ramangêr Frantz Fanon di Pirtûka xwe ya bi navê "Les Damnés De La Terre" de; dahûrîneke Civakî (Sosyolojîk), Çandî, Rojane, Mirovî dike û ruhê (bêruhê) çaxê nûjenê rave dike...


Pirtûk, xebat û lêkolînekê girîng e û asoyên nû vedike.. Pêşgotina Pirtûka "Les Damnés De La Terre", Wêjekar û Ramangêrê Marksîst Jean-Paul Sartre nivîsî ye.


"Yeryüzünün Lanetlileri"
Wergêr: Lutfi Fevzî Topaçoglu
Weşanxane: Weşanên Avesta
Rûpel: 304 - 2001

25 Aralık 2018 Salı

Dîtina Wêneya Mezin...


"Gava ku jiyan didome (berdewam dike) li her derê tiştên cuda dibin...", ev hevoka filmê "Amélie (2001)" bi hest û ramaneke Diyalektik, hebûn û xwezaya jiyanê dide der...

Xwezaya jiyanê bi xwe, ji hest û ramanan ve pêk tê, û bi peyv, dîmen, wêne û newayên zimanê ve watedar û xuya dibe... Derbirinên wan, ruh û dilê jiyanê tînin zimên û dengên wan çavkanî û sîtav e...

Êşên birînan û rengê tariyan, bi şînbûna bihara xwezaya jiyanê re bi dawî dibe, û dil û ruhê biharê bi rûyê xwe germên ronî yên bêdawî tîne...

Şînbûna biharê xiyal û hêviyan, bi dilên jidil û zelal ve qor bi qor mezin û xuya dibin, rengê rûyê wan cejn û bihuşt e...

Peyv bi peyv û newa bi newa mezin dibe rûyê zimanê rastînê, di jiyanê de; Xwebûn, Hez û Wicdan dimîne, dîtina wêneya mezin girîng û pêwîst e...

Nivîs: Rûmet Med
Dîrok: 05.12.2018

15 Aralık 2018 Cumartesi

"Derhênerên Jin ên Cîhanê"


Lêkolîneke li ser sînema û xebatên Derhênerên Sînemayê Jinan, "Derhênerên Jin ên Cîhanê" (Dünya Kadın Sinema Yönetmenleri), di sala 2016'ê de ji aliyê Agora Kitaplığıyê ve derketî bû.

Nivîs û gotarên ku di pirtûkê cih digirin ji aliyê Gabrielle Kelly û Cheryl Robson ve hatin berhevkirin. Pirtûk, qala sînema û xebatên ên Yekem Derhênerê Jin Alice Guy-Blaché û Jane Campion, Lucrecia Martel, Park Nam-ok, Haifaa Al-Mansour, Safi Faye, Yeşim Ustaoğlu ve dike.
Pirtûka "Derhênerên Sînemaya Jinên Cîhanê" lêkolîneke girîng û watedar e. / Rûmet Med

"Derhênerên Jin ên Cîhanê" (Dünya Kadın Sinema Yönetmenleri)
Nivîskar/Amadekar: Gabrielle Kelly û Cheryl Robson
Wergêr: Nazli Pakkan
Weşanxane: Agora Kitaplığı @agorakitapligi
400 Rûpel

8 Aralık 2018 Cumartesi

Pirtûka "Dîroka Şanoya Kurdî"


Pirtûka "Dîroka Şanoya Kurdî", jêdereke li ser dîrok û geşedana şanoya Kurdî ye û ji hêla Nivîskar/Şanoger Çetoyê Zêdo û Yavuz Akkuzu ve hate amadekirin.

Ev pirtûka girîng, di sala 2015'ê de ji aliyê Weşanên Peywend re hate weşandin û piştî salekê bo Tirkî hate wergerandin û ji Weşanên Evrenselê derketî.


Pirtûka "Dîroka Şanoya Kurdî" qala ji destpêkê heta salên 1990î serboriya şanoya Kurdî û geşedana dîrokî ya Şanoya Kurdî ve dike. Di nav pirtûkê de  gelek wêne û belgeyan cih digirin. / Rûmet Med


"Dîroka Şanoya Kurdî" temsîla nasnameya kurdî ya ku di hunera şanoyê de pêk hatiye dişopîne û vê dîroka ku di qonax û kelepora kurdî ya sedsala 20an de dirûv girtiye, weke mijar hildigire. Ev pirtûk ji çavkaniyên şanoya kurdî heta serdemên dîrokî, pêkhatina şanoya kurdî tevî hemû lîteratura wê, ango ji destpêkê heta salên 1990î serboriya şanoya kurdî radixîne ber çavan.
Di vê berhemê de, lêkolînên sereke yên li ser dîroka şanoya kurdî, gelek fotograf û belge cih digirin. Pirtûk ji bo şanoger û xemxurên hunera kurdî, bangî keşifkirina dîroka şanoyê dike û wêneyekî giştî nîşanî xwendevanan dike. (Weşanên Peywend)

Nivîskar/Amadekar: Çetoyê Zêdo û Yavuz Akkuzu
Weşanxane: Weşanên Peywend
288 rûpel

4 Aralık 2018 Salı

Du Pirtûkan û Dilê Rastînê...


Pirtûka "Agirê Sînema Amûdê" ya Ahmedê Namî, Ji Hevpeyîvînên (Roportaj) ku li ser Şewata Sînemaya Amûdê hatine nivîsandin re pêk tê û qala jiyan û rewşa civakî ya demê û cîhanê ve dike.

"Namî, me ji nameya te zanî
Seyda yî ji bo melay Xanî" / Cigerxwîn

Nivîskar: Seyda Ahmedê Namî
Weşanxane: Weşanên Jîna Nû / 1987


Nivîskar û Lêkolîner Profesor Calvin Luther Martin, di pirtûka xwe ya "Riya Mirovê" de qala çîrokên jiyanên Gelên Çermsoran û Eskîmoyan ve dike, hest û ramanên xwe yên ku derbarê rewşa îroyîn me tîne ziman.

"Dema ku dara dawîn hate birîn
Dema ku çema dawîn ziwa bibe
Dema ku masiya dawîn bimire;
Hingê hûnê dê fêm bikin ku dirav (pere) ne tiştekî xwarinê ye..." / Gotinê Peşiyan a Çermsor
(Son ırmak kuruduğunda,
Son ağaç yok olduğunda,
Son balık öldüğünde;
O zaman paranın yenmeyen bir şey olduğunu anlayacaksınız... / Kızılderili Atasözü)

3 Aralık 2018 Pazartesi

Li Stenbolê "Rojên Kurtefilman"


Navenda huner û çandê "ŞA Performans", li Stenbolê di navbera dîrokên 7, 8 û 9ê meha Berfanbarê (Kanûn) de dê "Rojên Filman" li dar bixe. Di Rojên Filman de, 12 Kurtefilmên Kurdî ên xelatgirtî dê bêne nîşandan.

Danîşana filman dê 3 rojan didome û bi beşdariya Derhênerên Kurtefilman gotûbêjan jî dê bibe.

Bernameya "Rojên Filman":



Nûçe: Rûmet Med

29 Kasım 2018 Perşembe

"Evîn hertim heye..." û "Mirov bêevîn nikare bijî..."


Derhênerê navdar ê cîhanê Abbas Kiarostemî di filmên xwe de dibêje ku "Evîn hertim heye..." û "Mirov bêevîn nikare bijî..." Derhêner Abbas Kiarostemî bi peyv, newa û dîmenên rastînê ve diaxive û bi bîr tîne, hebûna hezê; çavkanî, azadî, bihar û jiyan e...


Di çavên dilê de, vedike kulîlkên biharê, rengê rûyê wê dibe ronahî û çirîsk û bihareke bêdemsal... Rastîn; deng û reng e û pejinîn e... Ruh û canê wê, di xwezaya jiyanê de xuya ye û xwe derbirin dike...
Wêneyan: Ji Filmê "Copie Conforme" - 2010 / Derhêner û Senaryo: Abbas Kiarostemî

Nivîs: Rûmet Med


19 Kasım 2018 Pazartesi

Pirtûka "Kurdên Xoresanê" derçû!


Pirtûka "Kurdên Xoresanê / Horasan Kürtleri" ya Lêkolîner, Helbestvan û Rewşenbîrê Kurd Selîm Temo ji Weşanên Alfa derket. Pirtûk, qala jiyanên û çandê Kurdên Xoresanê dike û li ser koçên û dîrokên wan agahiyan dide.

Pirtûka "Kurdên Xoresanê", bi çavkaniyên ên zimanên; Almanî, Erebî, Farsî, Fransî, Îngîlîzî, Spanî, Kurdî (Kurmancî, Soranî, Zazakî), Rûsî û Tirkî ve pêk tê. Di nav pirtûkê de, gotar û nivîsarên ku bi alfabeya Aramî, Kirîlî û Latînê ve hatiye nivîsandin cih digirin.

Rûpelên pirtûka "Kurdên Xoresanê" xwendevanên xwe derdikeve rêwîtiyekê çandî, çîrokî, wêjeyî û dîrokî û qala rûyê jiyanê û xwezayê ve dike.

Çavkanî û ji bo agahî: https://www.alfayayinlari.com/kitap.php?id=369120


Kurdên Xoresanê / Horasan Kürtleri
Nivîskar û Amadekar: Selîm Temo
Weşanxane: Weşanên Alfa
Rûpel: 718

Nivîs: Rûmet Med

"Şeva Xîzê": Belgefîlmeke li ser Nesaxên Silikozisê!


Derhênerê belgefilmên ên "Metre" û "Dîroka Mirina Avê" Ali Ergul, belgefilmek bi navê "Şeva Xîzê" (Kumun Gecesi / The Night of the Sand), li ser jiyanên Karkerên xîzkirina kotê û qala sedemên û encamên ên nexweşiya Silikozisê dike, kişand. 


Di belgefilmê de, qala ku Karkerên xîzkirina kotê çawa ketine vê nexweşiya kujendeyê û ji sedemên vê nesaxiyê dike. Belgefîlma "Şeva Xîzê" li Gundê Taşliçayê (Çirik) yê girêdayî Navçeya Kanîreşa Çewlîgê (Bingöl) hate kişandin. 




Fragmana Belgefilmê:
https://twitter.com/aliergul_/status/1060802802769891328?s=19


Karkerên Xîzkirina Kotê; bi giştî li bajarên mezinan de dixebîtin, bi piranî Kurd in. Nesaxiya Silikozisê, di gelek beşên karê de têne dîtin û nesaxiyeke giran û kujende ye. Li gorî daneyên ên Sendika, Fermî û Saziyan, her salî ji ber Nesaxiya Silikozisê gelek karkeran jiyanên xwe ji dest didin û di rewşên xirabê de dijîn.


Ji bo agahî: http://kotiscileri.org/silikozis-nasil-bir-hastalik/

Nivîs: Rûmet Med

11 Kasım 2018 Pazar

Çavên dem û demsalan: "Zenit"


Makîneyên wêneyan ên bifîlm "Zenit", li YKSS'ê (Yekîtiya Sovyetan) ango li dewletên Karker û Rencberan hatine çêkirin ku demeke dirêj e di hemû erdnîgariya cîhanê de ji bo kişandina wêneyan,  makîneyên ku herî zêde tê bikaranîn bûn. Ev makîneyên wêneyan ên Zenitê, ji aliyê Kedkarên Sovyetê ve hatin hilberandin û bikaranîn. Zenit, li seranserê cîhanê wêneyên herî xweş û bikalîte girtin û hêj jî wêneyên bêhempa bi vê makîneyên wêneyan têne kişandin.


Ligel makîneyên wêneyan ên "Zenit", markeya "Zorki" (salên 1940 û 50'an) û gelek markayên din ên Soyvetan, di salên 1960, 70 û 80'an de weke reş-spî û rengîn hatibûn afirandin û ji hemû welatên cîhanê re hatine hinarekirin (Îxraç) û bi vî awayî berbelav bûne. "Zenitan"; sivik, pihêt û di heman demê de jî buhayê wan erzan bûn, ji ber vê yekê jî ji aliyê gelek kesan ve hatine bikaranîn. Hin modelên van makîneyan; "Zenit E", "Zenit122 ", "Zenit 12xp", "Zenit TTL", "Zenit EM", "Zenit ET", "Zenit 11" in.


Îroyîn jî li ser cîhanê gelek meraqdar û bikarînerên van makîneyên wêneyan hene.. Pêşveçûnên ku di warên teknolojî û zanîstî de, bandorê li hemû tiştî kir û di salên dawî de, makîneyên wêneyan ku cûr be cûr û ful bixwe (otomatîk) hatin çêkirin û hilberandinên wan bi awayekî bi lez û  bêrawest didome.


Bêguman van pêşveçûnên dawî, bandorên mezin û xweş li kesên ku wênekêşî dikin û bi meraqdarên weêneyan dike û hînbûna gelek tiştan hêsantir dibe. Bi saya telefonên berîkê û tabletan ve jî kişandina wêneyan zêdetir dibe û vê yekê ji bo wênekêşan gelek hêsanî û derfetên mezin tîne. Lê belê roja îroyîn piraniya mirovan ji van makîneyên wêneyan ên nû dûr in û ji ber buhayên wan jî bikaranînên wan gelek zêde nînin.

Bi giştî berbelavbûna amûrên wêne kişandinê (bi saya telefonên berîkê, tablet hwd.) ji bo wênekêşîyê him bandorên erênî him jî bandorên neyînî dike. Îroyîn bikaranîna poz û fîlmên makîneyan hêdî hêdî kêmtir dibe û kêm peyda dibin ku cihê xwe didin makîneyên wêneyan û telefonên bicamera yên nû. Lê belê makineyên wêneyan ên berê ti carî winda nabin û dê hertim bimînin ..

Wêneyan, demên ku em tê de dijîn didin sekinandin û dibin bîrewerên me yên zîndewer.. Wan mîna neynikeke bêmij û wekî çavên zelal dibînin, ji ruhê çax û demê didin der û dibin hişê dem û demsalan. Wêneyên ku berê hatine kişandin, bi rastî jî di wan de ruheke xweş û jidil hebûn. Mirov, bêrîya reng û ruhê wêneyên berê dike û ew rojên berê tên ber çavên mirov...

Nivîs: Rûmet Med
Dîrok: 01.11.2018

2 Kasım 2018 Cuma

"Televîzyon: Şahîniya Kujer" / Neil Postman


Pirtûka "Televîzyon: Şahîniya Kujer" li ser du tezan, qala jiyana nûjenê û ruhê (bêruhêtî) wê dike.. Ev xebata girîng û watedar; pêvajoya dîrokî ya Televîzyonê û ragihandinê rave dike, û raman û nerinên du pirtûkên ramangêr Aldous Huxley û George Orwellî dide ber hev...
Wek encam; fikr û nêrina Huxleyî mafdar derdikeve...


(Televizyon; Öldüren Eğlence" kitabı iki tez üzerinden, modern dünyayı ve ruhunu (ruhsuzluğunu) anlatıyor... Bu önemli ve anlamlı çalışma; Televizyonun ve iletişimin tarihsel sürecini anlatıyor ve düşünürler Aldous Huxley ve George Orwell'in kitaplarını karşılaştırıyor...
Sonuç olarak,  Huxley'in düşüncesi ve bakışı haklı çıkıyor...)


"Televîzyon: Şahîniya Kujer / Televizyon: Öldüren Eğlence" / Neil Portman
Rûpel: 224 - Weşanxane: Ayrıntı

Kurtenivîs: Rûmet Med

29 Ekim 2018 Pazartesi

Dil û rastîna jiyanê; Diyalektik


Raman û rûpelên pirtûkê dibêje ku; "Ku mirov dîyalektîkê nizanibe, herikîna xwezaya jiyanê, dem û dîrokê xelet û kêmasî têbihîje û şîrove bike... Dîyalektîk; dil û rastîna jiyanê ye û riya mirovan ronî û germ dike û rengê wê hêvî û pisûle ye...

(Kitabın fikri ve sayfaları diyor ki; "İnsan Diyalektiktiği bilmezse, hayatın doğasının akışını, zamanı ve tarihi yanlış anlar ve yorumlar... Diyalektik; hayatın yüreği ve gerçeğidir, insanların yolunu aydınlatır ve ısıtır ve rengin umut ve pusula olur...)

Rûmet Med

Wêne: "Le Matérialisme Dialectique" (Materyalîzmê Diyalektik / Diyalektik Materyalizm) -  Nivîskar: Henri Lefebvre

16 Ekim 2018 Salı

Fragmana Belgefîlmê "Searching for Ingmar Bergman" hate weşandin!


Belgefîlmê binavê "Searching for Ingmar Bergman" ku qala jiyan û hunerê Derhênerê navdarê cîhanê Ingmar Bergman'ê re dike, ji aliyê ên Margarethe von Trotta, Felix Moeller û Bettina Böhler ve hatiye kişandin û fragmana belgefîlmê jî hate weşandin.


Belgefîlmê Ingmar Bergman'ê, di 100'emîn a rojbûna Derhêrê de hate amedekirin û cara yekem Mîhrîcanê Filman a Cannesê de hatibû nîşandan.


Ingmar Bergman yek ji derhênerê herî baş ên cîhanê ye. Derhênerê mezin; senaryoyan nivîsand, film, şano, rêzefilman birêvebir û gelek derhêner, sinemavan û hunerhezan di bandorê sînema û hunerê wî de man.


Belgefîlmê "Searching for Ingmar Bergman"; jiyan û pêvajoya afirandinê hunera Ingmar Bergmanê re dike û filmên wî rave dike.

Nivîs: Rûmet Med

10 Ekim 2018 Çarşamba

Hêvî û Bihara Hemû Mirovahiyê û Xwezayê...


Filmê "1984" jî wekî ji romanê peyv û hevokên zimanê rastînê anî ziman û bi zimanê rastînê diaxive.. Di rûpelên dîrokê de dengekî jidil û nemir e ruh û canê dilê wê.. Ev deng hêvî û bihara hemû mirovahiyê û xwezayê ye... 

Ji Filmê "1984" Du Replîk:

"Ku te ji yekê/î hezbikira te yê bi rastî jê hezbikira, ku tiştekî nebe jî tu jê re bidî hezkirina te bes e..."

"Heke ku hêviyeke hebe, di Proleteran de ye..." 

*"1984" (Nineteen Eighty-Four) / Derhêner: Michael Radford û Senaryo: George Orwell, Michael Radford

9 Ekim 2018 Salı

Kilamên Wekî Hilm û Rengê Biharê; Tahsîn Taha


Dengekî tê bihîstin, dengekî resen û rengîn, tê de tev xemgîn û şadî.. Awazên wî di nav dirokê de xuya û mezin dibin wekî rengê biharê...

Dilekî bêdawiyê ye emrê wî û ruh û canê jiyanê bi xwe ye... Him bîrewerî û rabirdû him jî dahatûyê ye newayên stranên dengê wî.. Dengê wî dilê kedê ye, bîhna rizgarî ye û peyvên awazên wî hêviya jiyanê ye, her ku diçe biharê xwe mezin dike...


Dengên radyo û kasetan tu carê winda nabin, hertim rojane ne hilma bîranînan.. Mîna dengê straneke radyoya Êrîvanê bû jiyan, tê ber çavên mezinên me û di bîrê dîrokê de zîndewer e.. Dengên Evdalê Zeynikê, Mihemed Arîf Cizîrî, Eyşe Şan, Îsa Berwarî, Aram Tikran, Tahsîn Taha, Meryem Xan, Egîdê Cimo, Mihemed Şêxo, Şakîro, Hesenê Cizdawî, Nîzameddîn Arîç û gelek Hunermend, Dengbêj û Stranbêjên din ên nemir tên...


Dengekî tê bihîstin di nav neynik û sîtavê demê de.. Di çavên payîzê de, dengekî rengîn û resen tê û tu carê winda nabe newayêd wî. Di bîreweriyan de ne û dahatûye stranên Hunermendê Tahsin Taha, dema ku newayên wî guhdarî dikim bêhna warên û rengê axên me tê.. Di stranên Tahsîn Taha'yê de hest û ramanên mirovên Rêncberan tê, di awazên dengê wî de dilê rastîn û hêviyê tê, dibe biharan û cejnan, dibe bihuşt...


Tahsîn Taha (1941-1995) Li bajarê Amediya girêdayî ya Herêma Behdînanê hate dinyayê.. Taha, li Zanîngehê di beşa muzîkê de xwendîye, bi salan di Dibistanan de Mamostetî kiriye. Hunermend, di jiyanê xwe yê muzîk û hunerê de 8 albûm derxistî ye û gelek hunermend û muzîkjen di bandorê Tahsîn Taha'yê de mayîne. Hunermendê mezin Taha, bi stranên xwe ve hest û ramanên xwe yên li ser êş, şadî, hez, hesret, azadî, bêrîkirin û hêviyê anî ziman û bû dengê Gelê xwe û hemû Mirovahiyê...


Navên stranên Hunermend Tahsîn Taha'yê herî tê zanîn; "Bêrîvanê, Aso, Rabe Cotyar, Eman Eman, Gula Min Weriya, Bi Tinê, Çav Belek, Amêdikê Bilind e, Bûka Behdina, Dilêrên Welatê, Dilberê, Evîndar im, Xalxalokê, Şekir Bari, Erê an ne, Pismamo, Ciranê, Aso, Rewşena Malê, Xwîna dilan, Derdo, Were Canê, Yarê Dilo, Wele Şi Nakim, Min Bidinê" in..


Ji bêhejmar stran û kilamên Tahsîn Taha'yê, di erdnîgariya Kurdan û hemû cîhanê de îroyîn jî zîndewer in û hertim dê rojane bimînin...

Nivîs: Rûmet Med

7 Ekim 2018 Pazar

Çavên Rastîn û Xiyalan; Edgar Allan Poe


Nivîskarê navdar ê cîhanê Edgar Allan Poe (1809-1849), li Bajarê Bostona DYA'yê (Amerîka) hatiye dinyayê û di warê wêjeyê de; bi çîrok, helbest, û nivîsên xwe ve tê naskirin, edîtorî û rexnegiriya wêjê kiriye û li ser Zanistên Ruh û Stêrezaniyê gotaran nivîsandiye. Poe yek ji nivîskarê çîrokên nûjen (modern) ên Amerîkayê ye.

Jiyana Egdar Allan Poe gelek trajîk e. Dê û Bavê Poe'yê, Davîd û Elizabeth (Arnold) Poe her du jî lîstikvan bûn, 3 zarokên wan hate dinyayê. Piştî ji dayîkbûna Edgar Allan Poe'yê bavê wî malê terk kir û li dû salekî jî Dayîka wî ji ber Nesaxiya Jana Ziravê jiyanê xwe ji dest da.

Bazirganê tûtinê yê Skoçî John Allan, Poeyê wek zirkurê ji cem xwe re hilgirtî. Êdî navê wî bû Edgar Allan Poe. Poe ji bo xwendina xwe yên Lîse û Zanîngehê çû Îngîltereyê û perwerdehiya xwe ya bilind berda û nîv hêla. Rojên jiyana Edgar Allan Poe di nav dijwarî ú tevlîhevan de derbas bûn û ji bo wêjeyê hewl û bedelên mezin da.


Nivîskarê bêhempa û derasayî Edgar Allan Poe, di nav rûpelên berhemên xwe de qala jiyanên cur bi cur û bûyerên razdar û nepenî ve kiriye. Nivîskar çîrokên xwe bi nerînekî surrealîst û nesiriştî ve rave dike û di heman demê de damezrînerê wêjeya gotîkê ye û wêjeya pevxistana zanistî bi saya Poe destpê kir. Poe, di baxçeyên çand û zimanên cîhanê de derbas dibe û qala erdnîgarî û atmosferên wan dike.
 
Charles Baudelaire di derheqê Edgar Allan Poe de dibêje ku "Nivîskarê herî hêza serdemê me (Sedsala 20'emîn)" ye. Poe hin caran li kolanên bajareke mezin de ye, carinan di avên behreke de bêserî û binî de derdikeve ji serpêhatiyeke dirêj ve. Ew hin caran di lûtkeya çiyayeke de ye, hin caran jî di rêlên daristaneke de xuya dibe û di kûrahiya çoleke cîhanê bêpesportê digerîne. Nexşeya Poeyê dengê dil û hişê wî ye..


Nivîskarê navdar Edgar Allan Poe bi hêza xeyalê xwe re şêweya derbirina xwe yê helbestkî bi yek kiriye û bi gavên dil û bîrê xwe li ser hemû cîhanê, di cîh û demên cuda de geriyaye û ji rêwîtiyên dûvûdirêj ve derketiye.

Edgar Allan Poe, rê û sînorên dirêj derbas dike, ji bo xwendevanên xwe asoyên nû vedike û di sînorên aqilê de digere. Poe, ji rûyê rastînê ji wê wêdetir û kûr rave dike, mirovan xwe hêdî hêdî di nava xuyabûna atmosfera tarî, efsûnî, tirsê de dibînin û reng û hilma roniyê qor bi qor mezin dibe.. Nivîskar Edgar Allan Poe dilê berhemên xwe bi evîn û hêviyeke mezin re afirandiye û çavên dil û ruhê wî her ku diçe dengên hevokên wî mezin kirin..


Gotineke yê Edgar Allan Poe, "Baweriya bi tenê nîvê tiştên ku hûn dibînin ve bikin, yên ku tu tiştên hûn bihîstine bawer nekin..." mezinahî û kûrahiya peyvên hevokên wî nîşan dide...

Nivîs: Rûmet Med

Lîsteya Hemû Berhemên Edgar Allan Poe: https://www.myenglishpages.com/site_php_files/reading-edgar-allan-poe-bilbliography.php

6 Ekim 2018 Cumartesi

Çîroka Albûma "Xewna Derew" / Diljen Ronî


Albûma nû yê Hunermendê navdarê Kurd Diljen Ronî di demeke nêzîk de, ji Kom Muzîk'ê dê bi navê "Xewna Derew" derdikeve!.


Şêweyê albûma nû yê Diljen Ronî muzîka Rock e, ji bo danasîna albûmê vîdoyeke hate amadekirin û li ser kanalê youtube yê Hunermendê hate parvekirin. Di vîdyoyê de, qala çîrokê pêkhatin û amadekirina Albûma nû "Xewna Derew"ê dike.

Nivîs: Rûmet Med

5 Ekim 2018 Cuma

Dilê Peyv û Hevokên "Furûx Ferroxzad"


Furûx Feroxzad yek ji helbestvanên herî baş ên cîhanê ye û di helbestên wê de wateyên kûr û mezin hene. Yên ku peyv û hevokên Feroxzadê dixwînin kûrahiya zimanê risteyên (şewane) wê dibînin.


Helbestvana navdar a jin Furûx Ferroxzad di sala 1935'ê li Îranê hatiye dinyayê û di saleke ciwan de (di sala 1967'ê) de jiyana xwe ji dest daye. Ferroxzad di wêje û hunera cîhanê de rêçên mezin hiştiye û bandorên kûr û felsefî li hunerê kiriye..


Pirtûk û helbestên helbestvana navdar, li ser cîhanê bi dehan zimanan hatine wergerandin. Helbestvan di heman demê de bi hunerên sînema û şanoyê re jî eleqedar bûye, wênesaziyê kiriye û di sala 1962'ê Belgefîlmeke binavê "Xanî/Mal Reş e" kişandiye, ev film li ser jiyanên nesaxên belweşînê ne.


Jiyana Furûx Ferroxzad di nav gelek janên êşan de derbas bûye, lê ew bi dileke birîndar re roniya hêviya xwe her tim mezin û bilind kiriye. Helbestvan, hest û ramanên xwe yên ku li ser hez, êş, keser, azadî, hêvî, evîn û veteqanê anîye ziman û hevokên wê mîna rûyê demsala biharê vebûne û bûne rojên cejnên bihuştê...


Nivîskar, lêkolîner û wergerên kurd Muhsîn Ozdemîr û Cewad Pale pirtûka helbestan a Furûx Feroxzad, bi navê “Em Baweriyê Bi Destpêka Demsala Sar Bînin” (2013) wergerandin bo Kurdî. Di sala 2014ê de, Muhsîn Ozdemîr hemû berhemên Furûx Feroxzadê, bi navê “Hemû Berhem” wergerandin ji bo zaravaya kurmancî ya Kurdî û du pirtûk ji aliyê Weşanên Ronahî ve hate weşandin. Hatîce Kiliç jî hin helbestên Ferroxzadê bo Kurdî wergerandî ye.


Helbestvan Furûx Ferroxzad bi peyv û hevokên xwe ve bû nemir û dengê newayên helbestên wê dê di dîrokê de her tim bimînin... / Rûmet Med


Vejîneke Din

hemû hebûna min ayeteke tarî ye
mîna ku te di hundurê xwe de dubare bike
ber bi dembeyaniyên bişkivîn û şînbûnên bêdawî ve min axîn kişandiye, ax
min di vê ayetê de tu
bi dar û av û êgir ve fitrûm kiriye

dibe ku jiyan
kolaneke dirêj be, ya ku her roj jinek bi zembîlekî tê re derbas dibe
dibe ku jiyan
werîsek be, ku mêrek bi wî, xwe bi şax ve dadileqîne
dibe ku jiyan sebiyek be ku ji dibistanê vedigere
dibe ku jiyan vêxistina cigareyekê be, di navbera rehaweta du hevhembêzan de
yan jî derbazbûna segêj a rêborekî be
ku kum ji serê xwe diavêje
û bi rêboriyeke din bi lêvkenî û bê watedêr dibêje “ beyanî baş”

dibe ku jiyan ew kêlîya ku sergirtî be
ku awirên min, di reşka çavên te de xwe wêran dike
û di vê hisê de ye ku
ez ê wê bi bîrbirina heyvê û bi dîtina zulûmatê hîn bibim

di odeya ku bi qasî tenêtiyekê ye
dilê min
bi qasî evînekê ye
li bihaneyên xwerû yên xweşbextiyên xwe dinihêre
li têkçûna xweşik a gulên di guldankê de
li şitlên ku te di baxçeyê xaniyê me de çandî ye
û li awazên qenarîyên ku 
bi qasî pencereyekê dixwînin

ax …
ya ku ji min re mayî,  ev e
ya ku ji min re mayî, ev e
û ya ku ji min re
asîmanek e ku daleqandina perdeyekê, wê ji min distîne
ya ku ji min re mayî, daketina ji pêlekaneke xopan e
û bi tiştekî di rizîbûn û geriyanê de li eslê xwe vegerîn e
ya ku ji min re mayî, gerîna bi xwînî di baxê bîranînan de ye
û di dayîna kedera dengekî wan de ye ku ji min re bêje:
“ji destê te hez dikim”

destê xwe di baxçe de diçînim
ez ê şîn bibim, dizanim, dizanim, dizanim
hechecîk di çalokek tiliyên min ên hibrî de
dê hêk bikin

Guharan bi du guhên xwe ve dikim
ji du gêlasên cêwî
û neynûkên xwe bi pelên stêregulê dixemlînim
kuçeyek heye li wir
kurikên ku aşiqê min bûn, hê jî
bi heman porên needilî û gerdenên zirav û lingên zeîf
li bişirîneke bêguneh a keçikekê dihizirin ku şevê wê
bi xwe re xwe bibin

kuçeyek heye ku dilê min ew
ji warê zaroktiya min dizî ye

sefera hecmekî li ser xêzika zemên
û bi hecmekî ducanîkirina xêzika hişk a zemên
hecmek ji dîmeneke xwedî agah
ya ku ji mêhvaniya awêneyê vedigere

û wisa ye
kesek dimire
û kesek dimîne
tu nêçîrvanî di cihoka ku dikevin çala kirêt de, mircanekî
dê nêçîr neke..

ez
periya biçûk a xemgîn
nas dikim ku di okyanûsekê de cihwar bûye
û dilê xwe di neyekî qamişîn de
lê dide bi aramî, bi aramî
periya biçûk a xemgîn
di şevê de bi maçekê dimire
û di dembeyaniyê de bi maçekî dê were dinyayê

Furûx Ferroxzad
Ji Farisî: Muhsîn Ozdemîr