Slider

Tema resimleri kelvinjay tarafından tasarlanmıştır. Blogger tarafından desteklenmektedir.

Video

Welat

Wêje

Pirtûk

Huner

Dîrok

Nûçe

» » » » » » » » » » » » » » Dilê Peyv û Hevokên "Furûx Ferroxzad"


Furûx Feroxzad yek ji helbestvanên herî baş ên cîhanê ye û di helbestên wê de wateyên kûr û mezin hene. Yên ku peyv û hevokên Feroxzadê dixwînin kûrahiya zimanê risteyên (şewane) wê dibînin.


Helbestvana navdar a jin Furûx Ferroxzad di sala 1935'ê li Îranê hatiye dinyayê û di saleke ciwan de (di sala 1967'ê) de jiyana xwe ji dest daye. Ferroxzad di wêje û hunera cîhanê de rêçên mezin hiştiye û bandorên kûr û felsefî li hunerê kiriye..


Pirtûk û helbestên helbestvana navdar, li ser cîhanê bi dehan zimanan hatine wergerandin. Helbestvan di heman demê de bi hunerên sînema û şanoyê re jî eleqedar bûye, wênesaziyê kiriye û di sala 1962'ê Belgefîlmeke binavê "Xanî/Mal Reş e" kişandiye, ev film li ser jiyanên nesaxên belweşînê ne.


Jiyana Furûx Ferroxzad di nav gelek janên êşan de derbas bûye, lê ew bi dileke birîndar re roniya hêviya xwe her tim mezin û bilind kiriye. Helbestvan, hest û ramanên xwe yên ku li ser hez, êş, keser, azadî, hêvî, evîn û veteqanê anîye ziman û hevokên wê mîna rûyê demsala biharê vebûne û bûne rojên cejnên bihuştê...


Nivîskar, lêkolîner û wergerên kurd Muhsîn Ozdemîr û Cewad Pale pirtûka helbestan a Furûx Feroxzad, bi navê “Em Baweriyê Bi Destpêka Demsala Sar Bînin” (2013) wergerandin bo Kurdî. Di sala 2014ê de, Muhsîn Ozdemîr hemû berhemên Furûx Feroxzadê, bi navê “Hemû Berhem” wergerandin ji bo zaravaya kurmancî ya Kurdî û du pirtûk ji aliyê Weşanên Ronahî ve hate weşandin. Hatîce Kiliç jî hin helbestên Ferroxzadê bo Kurdî wergerandî ye.


Helbestvan Furûx Ferroxzad bi peyv û hevokên xwe ve bû nemir û dengê newayên helbestên wê dê di dîrokê de her tim bimînin... / Rûmet Med


Vejîneke Din

hemû hebûna min ayeteke tarî ye
mîna ku te di hundurê xwe de dubare bike
ber bi dembeyaniyên bişkivîn û şînbûnên bêdawî ve min axîn kişandiye, ax
min di vê ayetê de tu
bi dar û av û êgir ve fitrûm kiriye

dibe ku jiyan
kolaneke dirêj be, ya ku her roj jinek bi zembîlekî tê re derbas dibe
dibe ku jiyan
werîsek be, ku mêrek bi wî, xwe bi şax ve dadileqîne
dibe ku jiyan sebiyek be ku ji dibistanê vedigere
dibe ku jiyan vêxistina cigareyekê be, di navbera rehaweta du hevhembêzan de
yan jî derbazbûna segêj a rêborekî be
ku kum ji serê xwe diavêje
û bi rêboriyeke din bi lêvkenî û bê watedêr dibêje “ beyanî baş”

dibe ku jiyan ew kêlîya ku sergirtî be
ku awirên min, di reşka çavên te de xwe wêran dike
û di vê hisê de ye ku
ez ê wê bi bîrbirina heyvê û bi dîtina zulûmatê hîn bibim

di odeya ku bi qasî tenêtiyekê ye
dilê min
bi qasî evînekê ye
li bihaneyên xwerû yên xweşbextiyên xwe dinihêre
li têkçûna xweşik a gulên di guldankê de
li şitlên ku te di baxçeyê xaniyê me de çandî ye
û li awazên qenarîyên ku 
bi qasî pencereyekê dixwînin

ax …
ya ku ji min re mayî,  ev e
ya ku ji min re mayî, ev e
û ya ku ji min re
asîmanek e ku daleqandina perdeyekê, wê ji min distîne
ya ku ji min re mayî, daketina ji pêlekaneke xopan e
û bi tiştekî di rizîbûn û geriyanê de li eslê xwe vegerîn e
ya ku ji min re mayî, gerîna bi xwînî di baxê bîranînan de ye
û di dayîna kedera dengekî wan de ye ku ji min re bêje:
“ji destê te hez dikim”

destê xwe di baxçe de diçînim
ez ê şîn bibim, dizanim, dizanim, dizanim
hechecîk di çalokek tiliyên min ên hibrî de
dê hêk bikin

Guharan bi du guhên xwe ve dikim
ji du gêlasên cêwî
û neynûkên xwe bi pelên stêregulê dixemlînim
kuçeyek heye li wir
kurikên ku aşiqê min bûn, hê jî
bi heman porên needilî û gerdenên zirav û lingên zeîf
li bişirîneke bêguneh a keçikekê dihizirin ku şevê wê
bi xwe re xwe bibin

kuçeyek heye ku dilê min ew
ji warê zaroktiya min dizî ye

sefera hecmekî li ser xêzika zemên
û bi hecmekî ducanîkirina xêzika hişk a zemên
hecmek ji dîmeneke xwedî agah
ya ku ji mêhvaniya awêneyê vedigere

û wisa ye
kesek dimire
û kesek dimîne
tu nêçîrvanî di cihoka ku dikevin çala kirêt de, mircanekî
dê nêçîr neke..

ez
periya biçûk a xemgîn
nas dikim ku di okyanûsekê de cihwar bûye
û dilê xwe di neyekî qamişîn de
lê dide bi aramî, bi aramî
periya biçûk a xemgîn
di şevê de bi maçekê dimire
û di dembeyaniyê de bi maçekî dê were dinyayê

Furûx Ferroxzad
Ji Farisî: Muhsîn Ozdemîr

«
Pêşve
Sonraki Kayıt
»
Paşve
Önceki Kayıt

Hiç yorum yok:

Leave a Reply