"Gava ku jiyan didome (berdewam dike) li her derê tiştên cuda dibin...", ev hevoka filmê "Amélie (2001)" bi hest û ramaneke Diyalektik re, hebûn û xwezaya jiyanê kurtî dike...
Xwezaya jiyanê bi xwe, ji hest û ramanan ve pêk tê, û bi peyv, dîmen, wêne û newayên zimanê ve watedar û xuya dibe... Derbirinên wan, ruh û dilê jiyanê tînin zimên û dengên wan çavkanî û sîtav e...
Êşên birînan û rengê tariyan, bi şînbûna bihara xwezaya jiyanê re bi dawî dibe, û dil û ruhê biharê bi rûyê xwe germên ronî yên bêdawî tîne...
Şînbûna biharê xiyal û hêviyan, bi dilên jidil û zelal ve qor bi qor mezin û xuya dibin, rengê rûyê wan cejn û bihuşt e...
Peyv bi peyv û newa bi newa mezin dibe rûyê zimanê rastînê, di jiyanê de; Xwebûn, Hez û Wicdan dimîne, dîtina wêneya mezin girîng û pêwîst e...

Nivîs: Rûmet Med
Dîrok: 05.12.2018
Hiç yorum yok: