17 Aralık 2020 Perşembe

Dilê Peyv û Hevokên Mezin; "Furûx Ferroxzad"

  


Nivîs: Rûmet Med

"Sînema ji bo min şêwazeke derbirinê ye. Min bi dirêjiya jiyana xwe helbestan nivîsandin û xwendin, û helbest, bi tenê rêyeke derbirinê ye. Ez ji sînemayê hez dikim û dikarim di hemû warên din de jî bixebitim. Ku helbest nebe di şanoyê de bilîzim, ku şano nebe ez fîlman bikişînim. Dewamkirina vê jî girêdayî berdewama gotinên min e. Helbet, ku gotinên min hebe.."*

Furûx Feroxzad yek ji helbestvanên baştirîn ên wêjeya cîhanê ye û di heman demê de bi hunerên sînema, şano û resm re jî eleqedar bûye. Di helbestên wê wekî straneke ahengdar û geş diherikin û tê de wateyên kûr û mezin xwe dide der. Yên ku peyv û hevokên Feroxzadê dixwînin kûrahiya zimanê risteyên (şewane) wê dibînin. Helbestvana navdar a cîhanê Furûx Ferroxzad di sala 1935'ê li Îranê hatiye dinyayê û di temeneke ciwan de (di sala 1967'ê) jiyana xwe ji dest daye. Ferroxzad di wêjeya cîhanê de rêçên mezin hiştiye û bandorên kûr û felsefî li hunerê kiriye..

Pencereyek ji bo dîtinê, Pencereyek ji bo bihîstinê”**

https://www.youtube.com/watch?v=XJGABtligKk

Pirtûk û helbestên helbestvana Îranê Furûx Ferroxzad, li ser cîhanê bi dehan zimanan hatine wergerandin. Helbestvan, di heman demê de bi hunerên sînema û şanoyê re jî eleqedar bûye, edîtorî, asîstanî, derhênerî û wênesazî kiriye û bi belgefîlma xwe ya bi navê "Khaneh Siyah Est" (Xanî Reş e / The House is Black, 26 deqîqe, 1963) re bi serketî ye, mijara vê belgefilmê li ser jiyanên nesaxên belweşînê ne ku di derbarê nexweşiyê de hin agahiyan dide, û belgefîlm, li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Oberhausenê Xelata Belgefîlma Baştirîn girtiye.

Ferroxzad, di navbera salên 1961 û 1965an de edîtoriya gelek fîlm û belgefîlman kirine û di sala 1962ê de bi belgefîlma xwe ya "Agirek" li Festîvala Belgefîlman a Navneteweyî ya li Îtalyayê Xelata Mezin (xelata Yekemînî) wergirtiye. Helbestvana mezin, pencereyeke nû û zelal vekir ji bo dîtin û ji bo bihîstinê, û gelek derhênerên sînemayê û hunermend ji helbestên Feroxzadê îlham girtin/digirin.

“Birînên Min Ji Ber Evînê ne”***

Birînên Furûx Ferroxzadê ji ber evînê bûn û jiyana wê di nav gelek janên êşan de derbas bû, lê ew bi dileke birîndar, roniya hez û hêviya xwe hertim mezin û bilind kir. Helbestvan di berhemên xwe de bi zimanekî resen û metaforîk ; qala êş û birînên jinan kirin û li ser rewş û pirsgirêkên civakê sekinî. Di helbestên Ferroxzadê de hest û ramanên hez, êş, keser, azadî, hêvî, evîn û veteqanê derdikevin pêş û hevokên wê mîna rûyê demsala biharê vebûn û bûn rojên cejnên bihuştê... Helbestvan Furûx Ferroxzad, di zeryaya helbestê de bi rengên peyv û hevokên xwe ve bû nemir û dengê newayên risteyên helbestên wê dê di dîrokê her tim bimînin..

Helbest û pirtûkên helbestvana navdar Furûx Feroxzad (1934 – 1967), li seranserî cîhanê bi dehan zimanan hatine wergerandin û weşandin. Nivîskar, lêkolîner û wergerên kurd Muhsîn Ozdemîr û Cewad Pale pirtûka helbestan a Furûx Feroxzad, bi navê “Em Baweriyê Bi Destpêka Demsala Sar Bînin” (2013) wergerandin bo Kurdî. Di sala 2014ê de, Muhsîn Ozdemîr hemû berhemên Furûx Feroxzadê, bi navê “Hemû Berhem” wergerandin ji bo zaravaya kurmancî ya Kurdî û du pirtûk ji aliyê Weşanên Ronahî ve hate weşandin. Di Meha Pûşpera 2020ê de hate ragihadin ku werger Hatîce Kiliç hemû helbestên Furûx Ferroxzadê ji bo Kurdî wergerandî ye û wergera berhemên helbestvanê ji aliyê Weşanên Avestayê bête weşandin.

https://www.youtube.com/watch?v=OKq5OBUbMEo

Şanonivîs Şebnem Îşîguzel lîstikeke şanoyê ya li ser jiyana Furûx Feroxzad nivîsibû û lîstika bi navê “Yaralarım Aşktandır” (Birînên Min Ji Ber Evînê ne*) di sala 2019ê de bi derhêneriya Berfîn Zenderlîoğlu re û ji aliyê hunermenda şano û sînemayê Nazan Kesal ve hatibû lîstin. Herwiha hat ragihandin ku jiyana helbestvana navdar ji aliyê derhêner Cihnagir Kevserî ve ji bo sînemayê bête kişandin û senaryoya fîlmê Naîme Îslamî nivîsiye.

Çavkanî:

* Furûx Ferroxzad

* ** Ji Pirtûka “Hemû Berhem” ya Furûx Feroxzad. Ji Farsî: Muhsîn Ozdemîr. Weşanên Ronahî 2014.

https://www.imdb.com/name/nm1265720/?ref_=tt_ov_dr

https://sinemayaserbixwe.com/jiyana-helbestvan-furux-feroxzad-dibe-film/

https://rumetmed.blogspot.com/2018/01/ruyeke-nevesarti-furux-feroxzad.html

https://rumetmed.blogspot.com/2018/10/dile-peyv-u-hevoken-furux-ferroxzad.html

https://tr.wikipedia.org/wiki/F%C3%BCru%C4%9F_Ferruhzad

(Ev nivîs di meha Cotmeha sala 2018ê de hatibû nivîsandin ku hin beşên wê ji aliyê nivîskarê nivîsê ve bikitekit hate nivîsandin û sererast kirin.)

Sînemaya Serbixwe - www.sinemayaserbixwe.com

Li Sovyetan 7 fîlmên li ser jiyana Kurdan


Nivîs: Rûmet Med / Bianet Kurdî (6ê Mijdara 2020ê)

Di hemû welat û herêmên Sovyetan de jiyana çandî, hunerî, zanistî û aborî geş bûbû. Her netewe û gel dikaribûn bi zimanê xwe kovar û rojname û pirtûkên xwe derbixin, fîlm û belgefîlman bikişînin û frenkansa radyo û televîzyonan bi zimanên xwe temaşe bikin.

Li erdnîgariya Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst, gelek netewe û gel dijiyan û yekîtiyên xwe bi hevre ava kiribûn. Di jiyana civakî de hemû kes dikaribûn ji dibistana pêşî heta zanîngehê bi zimanê zikmakî perwerdehî bibînin û di her warê jiyanê de xwe bi zimanê xwe îfade dikirin. Jin, zarok, her nasnameyên zayendî, karker, gundî, rêncber û hemû civakê azad bûn, û bêkarî û xizanî tune bû.

Di hemû welat û herêmên Sovyetan de jiyana çandî, hunerî, zanistî û aborî geş bûbû. Her netewe û gel dikaribûn bi zimanê xwe kovar û rojname û pirtûkên xwe derbixin, fîlm û belgefîlman bikişînin û frenkansa radyo û televîzyonan bi zimanên xwe temaşe bikin.

Yekem romanên kurdî (Şivanê Kurd yekem romana kurdî ye ku ji aliyê nivîskar û rewşenbîrê kurd Erebê Şemo ve hatiye nivîsîn), li Sovyetan hatin weşandin û rojnameyeke bi navê “Riya Teze” ya kurdî dest bi weşanê kir û weşana radyoyê ya kurdî cara yekem li wir li Radyoya Yêrîvanê destpêkir û stran û klamên kurdî li piraniya erdnîgariya kurdan hate guhdarî kirin. Bi heman awayî yekem fîlm-belgefîlmên ku qala jiyana kurdan dikin li Sovyetan hatin kişandin. Li herêma Kurdistana Sorê (Navenda wê Laçîn bû) û di warên din ên Sovyetan ku kurd li wir dijîn; xebatên Kurdolojî, ziman, tenduristî, çand, perwerdehî, rêziman, radyo, huner, zanist, folklor, aborî û di her qadê jiyanê de gelek pêşveçûn.

7 filmên derbarê kurdan de

Di vê lîsteya fîlman de, 7 fîlmên ku li Ermenistan û Azerbaycanê, ango Yekîtiya Sovyetan li ser jiyana Kurdan kişandin cih digrin.

Fîlmê "Namûs" (66 deqîqe ye) di sala 1926ê de ji romana nivîskar Alêksandr Şîrvanzadêyî ji aliyê derhênerê ermenî Hamo Bêknazaryan ve bo sînemayê hate kişandin û di derbarê çîroka evîndarîya Sêyran û Sûsanê de ye ku li ser û kevnoşopiya civakê disekine. Fîlmekî bêdeng û spî-reş e.

"Zerê" (Zarê, 69 deqîqe ye). Mijara fîlmê "Zerê" jî li ser jiyana Kurdan e û di sala 1926an de ji romana bi navê "Lazo" ya Hakob Xazaryanî dîsa ji aliyê Hamo Bêknazaryanî ve bo sînemayê lê hatiye anîn. Mijara fîlmê li ser jiyan û kevneşopiyên kurdên Elegezê ye û qala evîndarî û veqetîna Zerê û Seydoyî dike.

Fîlmê "Kurdên Êzîdî" (51 deqîqe ye) di sala 1932/3yan de ji aliyê derhêner A. Martîrosyaneyî ve hatiye kişandin ku li gundekî Kurdan diqewime û behsa damezrandina kolxozê* dike. Senarîstên fîlmê P. Barxûdaryan û G. Balasanyane ne, û fîlmekî spî-reş e û weke bêdeng kişandine. 

*Milkê kolektîv

Kurtebelgefîlma "Li Kurdistanê" (12 deqîqe ye) di 1938ê de li ser herêma "Kurdistana Sor"ê ye û li Azerbaycanê hatiye kişandin. Di belgefîlmê de muzîk, reqs û hunera şanoya kuklayê ya kurdan jî cih digrin.

"Kurdên Ermenistana Sovîyetê" (12 deqîqe ye) kurtebelgefîlmeke ye ku di sala 1947ê de li ser jiyana kurdan hatiye kişandin. Derhêneriya belgefîlmê Y. Koçaryaneyî kiriye û senaryoya wê jî aliyê Hecîyê Cindî û Y. Koçaryan ve hatiye nivîsandin û ev fîlm jî bêdeng û reş-spî ye

Belgefîlma "Kurdên Ermenistanê" (21 deqîqe ye, 1959) li ser çand û jiyan kurdan e ku ji aliyê C. Jamharyane ve hatiye kişandin û senaryoya wê jî wêjekarê navdar ê kurd Erebê Şemo nivîsandiye.

"Dostê minî qedîmî" (Dostanî, 50 deqîqe ye) di sala 1988ê de hatiye kişandin û li ser dostanîya kurdan û ermenîyan disekine û qala jiyana kurdan dike. Di fîlmê de derhêner L. Grîgoryane ye û senaryoya wê jî ji aliyê L. Grîgoryan û K. Zakaryan ve hatiye nivîsîn.

Her wiha heta niha li ser jiyana kurdan gelek fîlm hatine kişandin. Belgefîlma bi navê "Grass: A Nation's Battle For Life" (1925, 71 deqîqe) yên Merian C. Cooper û Ernest Schoedsackî ji aliyê nivîskar û lêkolînerên sînemayê ve yekem fîlm tête qebûl kirin ku li ser jiyana kurdên lekî hatiye kişandin û senaryoya wê jî Richard Carver, Terry Ramsaye bi hevre nivîsandine.

Bi qasî ku em dizanin li Îtalyayê derhêner Guido Bringo di fîlmê xwe yê bi navê "Ivan, Son of the White Evil"ê (1953) de behsa Kurdan dike. Her wiha di sala 1967ê de derhênerê Elmanyayê Franz Josef Gottlieb ji romana wêjekarê navdar Karl Mayî fîlmê bi navê "Durchs Wild Kurdistan" (1965) û dewama vî fîlmê kişandine ku van fîlman jî qala Kurdan dikin. Fîlmên derhêner û senarîstê navdar ê kurd Yilmaz Guneyî yên "Seyithan" (1968), "Endîşe" (1974), "Umut" (1970), "Sürü/Kerî" (1978) û "Rê/Yol" (1982) li ser çand û jiyana Kurdan hatine kişandin û di hin sehneyên van fîlman de dîyalog, stran û kilamên kurdî jî cih digrin û navên karekterên fîlman bi kurdî ne. Fîlmên Yilmaz Guneyî li Festîvalên Fîlman ên Netewî û Navneteweyî xelat wergirtine.

Çend fîlmên din ên ku di nêzîkî 30 salên dawî de li ser çand û jiyana Kurdan li Tirkiyeyê kişandine û ewilî tên bîra mirovan wisa ne; fîlmê "Mem û Zîn" (1991) yê Umît Elçîyî, fîlmê "Siyabend û Xecê" (1993) yê Şahîn Gokî û fîlmê "Işıklar Sönmesin" (1996) yê Reîs Çelîkî qala çîrok û jiyana Kurdan dikin. Fîlmên “Güneşe Yolculuk” (1999) yê Yeşîm Ustaoglû, “Büyük Adam Küçük Aşk” yê Handan Îpekçî û “Fotoğraf” yê Kazim Ozî bi kurd û bi tirkî hatine kişandin û qala jiyana kurdan dikin.

Yekem fîlmê bi kurdî "Klamek ji bo Beko" ye ku di sala 1992ê de ji aliyê hunermendê kurd Nîzamettîn Arînç ve hatiye kişandin û piştî vî fîlmê di çar parçê Kurdan û dîasporayê ji aliyê gelek derhênerên kurd ên wekî Behmen Qubadî, Hiner Saleem, Mizgîn Müjde Arslan, Kazim Oz, Samira Makmelbaf, Şawkat Amin Korkî, Erol Mintaş, Jano Rosebiani, Hüseyin Karabey, Orhan Eskîkoy, Zeynel Doğan, Jamil Rostami, Karzan Kader ve bi sedan fîlm hatin kişandin û têne kişandin, û fîlmên metrajdirêj, belgefîlm û kurtefîlmên ên sînemaya Kurdî li bernameyên Festîvalên Fîlman ên Navneteweyî yên wekî Cannesê, Venedîkê û Berlînê têne nîşandayîn û xelat werdigirin.

Çavkanî:

“Kürt Sineması: Yurtsuzluk, Sınır ve Ölüm" Rûpe: 5, 6. Amadekar: Mizgin Müzde Arslan. Agora Kitaplığı (Çapa yekem, 2009)

http://avestakurd.net/blog/2012/05/31/li-ermenistana-sovyet-flmn-li-ser-kurdan/

Yeşim Ustaoğlu “Su, Ölüm ve Yolculuk”. Nivîskar: Mizgin Müzde Arslan. Agora Kitaplığı (2010)

“Bütün Filmleriyle Yılmaz Güney”. Nivîskar: Agah Özgüç. Agora Kitaplığı (2005)

https://twitter.com/RAlakom/status/1324086444898635776

https://commons.m.wikimedia.org/w/index.php?title=File%3ASovyet_K%C3%BCrdistan%C4%B1_belgeseli_1938.webm

https://m.imdb.com/title/tt0015873/

Bianet Kurdî