28 Haziran 2018 Perşembe

Newayên Stranên Hêviyê: "Li Pey Siya Xwe"

"Siya Şevê" du peyvên tijî ruh û can, hevokekê jidil.. Bi dû hêviya xwe ye û dengê wî hêvî bi xwe ye. Di nav wextê de dibe kulîlkeke rengîn û bêdemsal vedibe.. Bîhn û rengên dengê wî, di erdnîgariya sedsalan de hertim xuya ye û hilma vê qîrîna jiyanê ye..


Koma "Siya Şevê" şêweyekî taybetmend û jidil, di gerdûna huner û muzîkê de deng lê dike. Di rûyê asîmanê de wekî stêrkeke herdem dibiriqî roniya xwe dide, diçirûse û taveroja tîrojê hêviya xwe mezin dike..


"Siya Şevê" di berê demeke kurt de albûma xwe ya nû, bi navê "Li Pey Siya Xwe" derxist û albûm, di platformê înternetê de jî hate weşandin. Koma "Siya Şevê" piştî albûmên xwe yên bi navên van "Zeng (2008), "Pûç (2010)" û "Bêyom (2012) ên ve, albûma xwe ya nû weşand. Di nav albûma çaremîn de 10 stran hene û her yek stran banga dengên qîrîn û hêviyê dikin û ruh û rastînên xwezaya jiyanê nîşan didin.


Stranên nû jî wekî stranên albûmên din xweş, resen, ruh û can in û hiş û bîrê mirovan ronî û zîndewer dikin.. Mirov gava ku awazên stranên albûma nû "Li Pey Siya Xwe"yê guhdarî dike, li pêş çavan riya jiyan û xwezayê derbas dibin û tê de bêhn û rengên ax û warên welatê tên. Dil û ruh; hestên hez, azadî, hesret, hêvî, evîn û janê bi hev re dihese. Newayên wê dibin ronahiya taverojê û deng lê dike..

"Siya Şevê" dilê biharekê nemir e, dengê wî avsûmê siriştê ye.. Mîna hêviyeke bêdawiyê ye, bêdem hêşîn dibe û hêviya hemû mirovahî û jiyanê mezin dike.. Dibêje ku; hêvî û jiyan di dilên mirovan ên bi xwe de ne... / Rûmet Med

13 Haziran 2018 Çarşamba

Hejmara 3. a Fanzîna "Hawar" derket!


Hejmara sêyemîn ya Fanzîna "Hawar" derket!

Di warê wêjê de weşangeriya fanzînan ciyekî girîng û taybet digirin. Fanzînan pirî caran wek bêdemê û ji aliyên xwendekarên Zaningehê ve têne derxistin. Fanzîna "Hawar" ji nêzîkî yek û nîv salê ye dest bi weşana xwe kiriye û li bajarê Stenbolê ji aliyên xwendekarên Kurd ve tê derxistin.



Hejmara nû ya Fanzîna "Hawar" derket. Fanzîn bi hejmara xwe ya sêyem derket pêşberî xwendevanên xwe. Di berga hejmara sêyemîn a Fanzîna Hawarê de wêneya dengbêja Kurd ya navdar "Eyşe Şan"ê heye. Di rûpelên vê hejmara fanzînê de, helbest, çîrok û cerebeyên Kurmancî - Tirkî, çîrokek gelerî ya bi zaravayê Kurmanckî cî digirin. Di berga yekemîn a hejmara fanzînê de wêneya rewşenbîr û rojnamevanê navdar ê Kurd "Apê Mûsa Anter"ê û di berga hejmara duyemîna fanzînê de wêneya nivîskarê navdar ê Kurd "Mehmed Uzun"Ê hebû.


Navê fanzîna Hawar'ê ji Kovara 'Hawar'ê tê. "Hawar" di sala 1932an ji aliyê Rewşenbîrê Kurd Celadet Elî Bedirxan ve, li serbajarê Sûriyê Şamê de dest bi weşana xwe kiribû. Di kovarê de xebatên ziman û rêzimanê, nivîs, çîrok û helbestên Celadet Elî Bedirxan, Rewşan Bedirxan, Dr. Kamiran Elî Bedirxan, Osman Sebrî, Qedrî Can, Goran, Cegerxwîn, Dr. Nurettin Zaza, Goran, Reşîdê Kurd û gelek rewşenbîr, nivîskar û helbetvanên din hatin weşandin. "Hawar" ji bo nivîskar û xwîneran bû dibistan û daniştekekê ye. Kovar bi salan weşana xwe di nav rewş û halên zor û dijwar de, berdewam kir û xwe gihand li xwendevanên xwe. / Rûmet Med

10 Haziran 2018 Pazar

Hejmara 6an ya Kovara “Psychology Kurdî” Derket!


Hejmara 6an ya Kovara Derûnnasî “Psychology Kurdî” derket û bi hejmara xwe ya nû pêşberî xwendevanên xwe. Psychology Kurdî, yekem kovara Derûnnasî ya Kurdî ye, di nav rûpelên kovarê de nûçeyan, gotaran, hevpeyîvînan û nivîsan cih digirin. Kovara “Psychology Kurdî” weşana xwe di sala 2016an de dest pê kiribû û wek ji çar mehan carekê derdikeve. / Rûmet Med


Nivîsa Pêşgotina Edîtorê Kovara “Psychology Kurdî” - Ji Edîtoryayê 


Hejmara nû ya Psychology Kurdî derket. Weke ku hûn jî dizanin taybetmendiya vê kovarê ew e ku  yekem kovara derûnnasiyê ya bi kurdî ye. Hevalên derûnnas di vê hejmarê de weke dosyayê cih dane ‘Made û Bengîtiya Madeyan.” Bi du hevpeyvînên balkêş jî balê dikişînin girîngiya vê mijarê û derheqê bengîtiya madeyan xwendevanan agahdar dikin.

Di vê hejmarê de ev nivîskar bi nivîsên xwe yên dewlemend cihê xwe digirin;

Prof. Dr. Dr. Jan Îlhan KIZILHAN bi gota­ra xwe ya “Nexweşiya Stresê ya Piştî Travmayê û Bengîtiya Dermanên Êşbir” li ser nexweşên NSPTê û bengîtiya wan ya bi dermanên êşbir ra­diweste. Di vê gotarê de encamên lêkolîna ku li kampa penaberan a li Dihokê li ser 213 penaberên kurd hatiye kirin bê gelo pêwendiya teşxîsa NSPTê bi dermanên êşbir re heye an tuneye, tên vegotin.
Prof. Dr. Melek GÖREGENLİ bi nivîsa xwe ya “Azmûna Derûnnasiyê li gel Meseleya Kurdan” behsa berpirsiyariya derûnnasan ya têkildarî me­seleya kurdan dike û bi awayekî rexneyî vê mijarê dinirxîne.
Derûnbijîşk Dr. Özgür ÖĞÜTCEN, di nivî­sara xwe ya “Helwest û Nîşêt”ê de bi çavên Lacan li mijara psîkanalîzê dinêre û rave dike bê ‘psîka­nalîz çi dide me.’
Prof. Dr. Kültegin ÖGEL, di qada bengîtiya madeyan de derûnbijîşkekî bi nav û deng e. Em derbarê vê mijarê bi hûrgilî pê re axivîn û me hev­peyvîneke balkêş kir. Di vê hevpeyvînê de li ser sedem, nîşêt, encam, dermankirin û rêûrêçikên ça­reseriyê tê rawestin.
Derûnnas Rewşen REMAKÎ bi nivîsa xwe ya “Alkol, Alkolîzm û Bengîtiya Alkolê” behsa vexwarina alkolê ya normal û bikaranîna wê ya bi ne başî dike û tîne zimên bê vexwarina alkolê çawa vediguhere alkolîzm û bengîtiya alkolê.
Derûnnas Siyabend ASLAN bi nivîsa xwe ya “Bengîtiya Madeyan bi Kesên Kamil re” beh­sa made, bikaranîn, bengîtî û dermanên bengitiyê dike û sedemên bengitiyê, guherînên reftarên ka­milan û rêyên çareseriyê vedibêje.
Pisporên Xizmeta Civakî Erdal ALADAĞ û Gulperî GÜNDÜZ bi nivîsa xwe ya “Pîşeya Xiz­meta Civakî di Tedawiya Bengîtiya Madeyan de” pirsgirêka bengîtiya madeyan û tedawiya wê bi nêrîna zanistên civakî dinirxînin.
Derûnnas Dr. Raquel Barros, li Sorocabaya Brezîlyayê di Komeleya Lua Novayê de li ser ben­gîtiya madeyan dixebite. Me jî li ser komele û xe­batên wan bi Barros re hevpeyvînek kir. Barros di vê hevpeyvînê de tecribeyên xwe yên di qada ben­gîtî û bengîtiya madeyan de bi me re parve dike.
Derûnnas Leyla NISÊBÎNÎ, bi gotara xwe ya “Nexweşiyên Derûnî û Bengîtiya Madeyan” tê­kiliya nexweşiyên derûnî û bengîtiya madeyan ji xwîneran re rave dike.
Derûnnas Samed DOĞAN, bi nivîsa xwe ya “Taybetmendiyên Hevdîtinên bi Kesên Bengî re” li ser rêgezên hevditinan radiweste û ji bo motî­vasyona bengî ya têkildarî dermankirinê agahiyan dide.
Derûnnas Mihemed Elî ALÛCÎ bi nivîsa xwe ya “Bîrdozıya Kesayetiyê ya Derûnkolînerî ya Sigmund Freud” bi kurtasî behsa derûnkolîneriya Freud dike û qonaxên geşedana bîrdoziya Freûd bi gelemperî rave dike û li ser termên bîrdoziya derûnkolîneriyê disekine.
Herwiha Mamosteyê Perwerdehiya Taybet Wehab ŞEHÎN bi “Piştevaniya Perwerde û Hîn­dekariyê Ji bo Zarokên Astengdar”, Derûnnas Gulistan BARIK bi “Du fîlmên Balkêş li ser Ben­gîtıyê -Requiem for a Dream û Trainspotting”ê bi me re ne.

Ji bilî van bi vê hejmarê re edîtoryayê beşeke bi navê “pirs û bersiv” amade kiriye ku dê her hejmar di vê beşê de cih bidin kesekî/e ku ji bo ziman û çanda kurdan xebat kiriye. Di vê hejmarê de berê xwe dane nivîskar/lêkoler û akademîsyen M. Malmîsanij.

Hûn dikarin Kovara Psychology Kurdî ji pirtûkfiroşan û ji malpera www.pirtukakurdi.com, www.ajansjj.com, www.kurtcekitap.com, www.jederk.com peyda bikin.