Hejmara sêyemîn ya Fanzîna "Hawar" derket!
Di warê wêjê de weşangeriya fanzînan ciyekî girîng û taybet digirin. Fanzînan pirî caran wek bêdemê û ji aliyên xwendekarên Zaningehê ve têne derxistin. Fanzîna "Hawar" nêzîkî yek û nîv salê ye dest bi weşana xwe kiriye û li bajarê Stenbolê ji aliyên xwendekarên Kurd ve tê derxistin.
Hejmara nû ya Fanzîna "Hawar" derket. Fanzîn bi hejmara xwe ya sêyem derket pêşberî xwînerên xwe. Di bergê hejmara sêyemîn ê Fanzîna Hawarê de wêneya dengbêja Kurd a navdar Eyşe Şanê heye. Di rûpelên vê hejmara fanzînê de, helbest, çîrok û nivîsên Kurmancî - Tirkî, çîrokek gelerî ya bi zaravayê Kurmanckî cî digirin. Di bergê hejmara yekemîn a hejmara fanzînê de wêneya rewşenbîr û rojnamevanê navdar ê Kurd Apê Mûsa Anterî û di bergê hejmara duyemîna fanzînê de wêneya nivîskarê navdar ê Kurd Mehmed Uzunî hebû.
Navê fanzîna Hawar'ê ji Kovara 'Hawar'ê tê. "Hawar" di sala 1932an ji aliyê Rewşenbîrê Kurd Celadet Elî Bedirxan ve, li serbajarê Sûriyê Şamê de dest bi weşana xwe kiribû. Di kovarê de xebatên ziman û rêzimanê, nivîs, çîrok û helbestên Celadet Elî Bedirxan, Rewşan Bedirxan, Dr. Kamiran Elî Bedirxan, Osman Sebrî, Qedrî Can, Goran, Cegerxwîn, Dr. Nurettin Zaza, Goran, Reşîdê Kurd û gelek rewşenbîr, nivîskar û helbetvanên din hatin weşandin. "Hawar" ji bo nivîskar û xwîneran bû dibistan û daniştekekê ye. Kovar bi salan weşana xwe di nav rewş û halên zor û dijwar de, berdewam kir û xwe gihand li xwînerên xwe. / Rûmet Med



Yorumlar
Yorum Gönder