22 Mart 2019 Cuma

Kovara "Folklora Me" dest bi weşana xwe kir!


Hejmara yekem a Kovara Folklora bi Kurdî "Folklora Me" ji aliyê Weqfa Mezopotamyayê hate weşandin.

Yekem hejmara (Adar-Nîsan-Gulan) Kovara "Folklora Me" derket û li pêşberî xwendevanên xwe.


Kovara "Folklora Me" ji aliyê Koma Folklorê ya Weqfa Mezopotamyayê, bi dirûşmê "Zargotin pişt e, Folklor her tişt e" dest bi weşana xwe kir. D rûpelên Kovara "Folklora Me" de xebat û lêkolînên li ser folklora Kurdî cih digrin û dê sê mehan carekê derkeve.

Ji bo têkilî: folklorame@gmail.com
instagram/folklorame
twitter/folklorame

Nûçe: Rûmet Med

18 Mart 2019 Pazartesi

Hejmara nû ya Kovara "Kürt Tarihi" derket!


Hejmara 35'emîn a Kovara Kürt Tarihi bi mijara dosyeya Mîtên Kurdan ve derket! û li pêşbêrî xwendevanên xwe.

Di hejmara (Rêbendan-Reşemî-Adar)  ya Kovara Kürt Tarihi de; nivîs, xebat û lêkolînên li ser Mîtolojîyên Kurdan cih digirin.


Kovara Kürt Tarihi", di sala 2012'ê de dest bi weşana xwe kir û nivîs, xebat û lêkolînên li ser dîroka Kurdan diweşîne. Kovar, sê mehan carekê derdikeve.

Ji bo têkilî: kurttarihi2017@gmail.com

Nûçe: Rûmet Med

15 Mart 2019 Cuma

Hûmara 59. ya Kovara Vateyî weşanîyaye!


Hûmara 59. ya Kovara Kulturî Vateyî weşanîyaye! / Hejmara 59'emîn a Kovara Çandê Vate hate weşandin!

Kovara Çand û Hunerê bi Zazakî "Vate" bi hejmara xwe ya nû (Zivistan) derket û li pêşberî xwendevanên xwe.


Kovara Vate di sala 1997'ê de dest bi weşana xwe kir û bi zaravayê Zazakî (Kirmanckî, Dimilî) ve, ji çar mehan careke derkekeve û nivîs, lêkolîn û gotaran diweşîne.


Nûçe: Rûmet Med

12 Mart 2019 Salı

Romana "Tenêtiya Sedsalî" dibe rêzefîlm


Berhema navdar "Tenêtiya Sedsalî" ya Nivîskar û Rojnamevanê Kolombiyayî Gabriel Garcia Marquez'ê ji aliyê Netflix dibe rêzefîlm.

Platforma temaşekirina fîlm û rêzefîlman Netflix mafên weşana Romana "Tenêtiya Sedsalî" bikirine û ji bo kişandina rêzefîlmê amadehiyan dest pê kirin.

Li gorî nûçeya malpera Sputnikê, navê rêzêfîlmê, dê "One Hundred Years of Solitude" bibe, zimanê wî weke Îspanî û beşeke mezin ê rêzefîlmê jî dê li welatê Kolombiyayê bê kişandin. Kurên Marquez'ê Rodrigo Garcia û Gonzalo Garcia Barcha dê di rêzêfîlmê de bibin serçêker.


Nivîskar û Wêjekarê navdar ê cîhanê Gabriel Garcia Marquez di meha Avrêla sala 2014'ê de jiyana xwe ji dest dabû. Nivîskarê mezin, di sala 1972'ê de Xelata Wêje ya Navnetewiya Neustadt'ê û di sala 1982'ê de Xelata Nobel ya Wêje, wergirtin.

Romana "Tenêtiya Sedsalî" li ser xwendevanên wêjê bandoreke mezin afirandin û berhema sereke ya Gabriel Garcia Marquez'ê, ji sala 1967'ê ve heta niha li cîhanê zêdetîrî 50 mîlyon firotin û pirtûkên din ên nivîskarê li ser cîhanê ji gelek zimanan ve hate wergerandin.

Nûçe: Rûmet Med

11 Mart 2019 Pazartesi

Hunera Heftemîn Sînema û Derhênerê Nemir Yilmaz Guney


Nivîs û Nûçe: Rûmet Med (Rûmet Onur Kaya)

Sînema ango "Hunera Heftemîn", di dîroka mirovahiyê de li gorî huner û dîyalektikên din hunereke nû û herî belavbûyî ye. Ev hunera ciwan, bi taybetî hunerên kevnan (Wêje, helbest, muzîk, şano, wêne, peyker û hunerên hwd.) û bi giştî hemû huneran û wek felsefî û ramanê jî tê de hemî hebûn û kirûyên jiyanê dihewîne. Bi saya sînemayê, em cihên ku qet lê neçûne wan dibinîn, çand û jiyanên mirovahiyê û xwezayê dinasin. Rû û çavên sînemayê, sînorên ku li ser cîhanê radike û ew dikare bi demê re hemû xeletiyan û pêşdaraziyan tune bike.

Gotineke derhêner û sînemavanê navdar Jean-Luc Godardê heye û dibêje ku "Wêne rastîn e, sînema di çirkeyeke de 24 caran rastîn e...", ev gotin wate û girîngiya hunera sînemayê rave dike.

Birayên Auguste û Louis Lumière piştî rêzekî nûvedanê, di sala 1985ê de bi navê "Cinematographe / Kinematograf" yekem amûra ku dîmenên tevgerdarê li ser perdeyan vediguheze nûvandin. Birayên Lumière, piştî ku afirandinên xwe, belgefîlmek bi navê L'Arrivée d'un train à La Ciotat" (1895) û fîlmek bi navê "Paydosa/Derketina Karkerên Sazgeha Lumierê" (1895) kişandin û van filman di heman demê de bûn yekem fîlmên ku di perdê de hatine nîşandan û destpêka dîroka sînemayê*. Li dû salekê (1896), ji aliyê yekem Derhênera Jin Alice Guy-Blaché ve yekem filmê biçîrok "La Fée aux Choux" hate kişandin**. Digel wan fîlman di destpêka sînemayê de gelek derhêner û çêkerên wekî Auguste Marie Louis Nicolas, Louis Jean fîlm kişandin û temaşevanên sînemayê her ku diçe zêde bûn.

Bi vî awayî fîlman û bi taybetî jî sînema gelek pêş ve çûn û mînakên wan yên reş-spî û rengîn hatin kişandin. Di nav vê pêvajoyê de, wek xwezayî, di sînemayê de rêbazên ku wekî; Hunerî, Civakî, yên Heyamî hwd. derketin û ji aliyekî ve jî mînakên Sînemaya Serbixwe jî derdiketin holê. Cureyên sînemayê; filmên sînema, belgefîlm, kurtefîlm, filmên bipevxistin, rêzefilm, xêzefilm û anîmasyon in û bi leza demê re cur be cur dibin.

Ligel ku derketin û rêjeyên temaşekirina Televîzyonê û dû re di cîhana îroyîn me de jî belavbûyîna înternetê bandorên neyînî û erênî li ser Sînemayê dike. Lêbelê wek hunerê sînema her ku diçe geşedana xwe didomîne û mînakên ên nû, resen û serbixweyê derdikevin holÊ. Sînema, ji bo kesên ku derdekê wan hene, rê û amûreke herî belavbûn e û ji raman, xem, şayîş û pirsgirêkên ên civakî, hunerî û xwezayî ji girseyên herî belavbûyî ve vediguhezê û bi awayekî herî bandorker qala wan dike. Ya herî girîng jî sînema rojeveke pêk tîne û mijarên girîng û jiyanî dide ramandin. Qala êş, hêvî û şadiyên mirovahiyê dike û dibe dengê qîrînê û mîna rengê şînbûna biharê vedibe..

Her wiha li ser cîhanê, di nav dîroka geşadana sînemayê de, wekî Yilmaz Guney, Alice Guy-Blaché, Yeşim Ustaoğlu, Ken Loac, Jane Campion, Andrzej Wajda, Andreî Tarkovsky, Ingmar Bergman, Akira Kirasowa, Dorothy Arzner, Agnès Varda, Yasujirō Ozu, Bernardo Bertolucci, Haifaa Al-Mansour, Federico Fellini, Lucrecia Martel, Theodoros Angelopulos, Barbara Kopple, Robert Bresson, Abbas Kiarostemî, Ida Lupino, Asgar Ferhadî, Park Nam-ok, Krzysztof Kieślowskî, Behmen Qubadî, Safi Faye, Michael Haneke û gelek derhêner, sînemavanên mezin û nemir derketin û nû jî derdikevin. Wan derhêner û sînemavan îro jî bi fikr û dîmenên xwe ve dijîn û riya me ronî û germ dikin.

Destpêka Sînemaya Kurdî, wek filmê "Zerê" (1926) yê derhênerê Ermen Hamo Beknazaryanê tê qebûl kirin û di sala 1926ê de li Ermenistana Sovyetê hate kişandin***. Li dû vê dîrokê bi taybetî li Ewropayê û li gelek welatan de fîlman û belgefîlmên Kurdî hatin kişandin. Di çar parçeyên Kurdan de, ji ber qedexeyan û nepêşketina pîşesaziya sînemayê (di wateya Endustrî de), geşedana sînemaya Kurdî di dîrokeke nêzîkî 30 salan e xebatên xwe dest pê kirin. Di van salên dawî de hejmara fîlmên Kurdî zêdetir dibe, fîlman Kurdî di mîhrîcanên filman de têne nîşan didin û xelat wergirin. Derhênerên wekî Yilmaz Guney, Behmen Qobadî, Hiner Saleem, Samira Mahmelbaf, Shawkat Amin Korkî, Kazim Oz, Mizgîn Mujde Arslan, Huseyin Karabey, Orhan Eskîkoy û gelek derhêner û sînemavanên navdar derkevin. Derhênerê navdarê Kurd Yilmaz Guney bandoreke mezin li sînemaya Kurdî, li ser sînemavanên Kurdan û sînemaya cîhanê kir, Guney bi hest û ramanên xwe di sînemayê de dê hertim riyeke ronî bibe.

"Ez mirovekî têkoşînê me. Sînemaya min jî sînemaya têkoşînekê, sînemaya têkoşîna rizgariya Gelê min e..." / Yilmaz Guney

"Min dixwest şer li ser pelê binivîsim,

Ji bo, dema payîz were pel biweşe.

Min dixwest  hêrsê li ser ewrê binivîsim.

Ji bo, dema baran bibare dê ewr  biqede.

Nefretê, min dixwest li ser berfê binivîsim.

Dema roj derkeve ew dê bihele..

Min dixwest hogiriyê û xosewîstiyê

li ser dilê hemû zarokan binivîsim,

Ji bo, bi wan re mezin bibe û hemû cîhanê dagire..."

Yilmaz Guney, Werger: B.Welatevîn *****

Derhêner, lîstikvan, sînemavan û nivîskarê marksîstê kurd Yilmaz Guney (Yilmaz Pûtûn), di sînemaya Kurdan, Rojhilata Navîn û hemû cîhanê de sînemavanekî mezin û girîng e. Hunermendê nemir Yilmaz Guney, di sala 1937ê de li navçeya Girê Sor (Siwêreg) a Rihayê hate dinê û li Edenê mezin bû, di zeviyên pempûyan de karkeriyê kir, bi dehan fîlm kişandin û derhêneriya gelek filman kir û bi salan di girtîgehan de ma. Guney, berê mirina xwe çû Ewropayê û wekî hunermendê mezin Ahmet Kaya li Parîsê di dîroka 1984ê de di nefî de çû dilovaniya xwe.

Yilmaz Guney, di jiyana xwe ya sînema û hunerê de ji heştê zêdetir fîlman kişandin, senaryoyên wan nivîsandin û tê de lîstin. Guney, wek fikr û ramanê marksîst (sosyalîzma zanistî / komunîzm / materyalîzma dîyalektik) e û berhemên xwe bi nerîneke Rastîbiniya Civakî afirandin. Derhêner di fîlmên xwe de; qala êş, şadî, bêrikirin û hêviyên gelê xwe û hemû gelan kir û rastîna hemû mirovahiyê, jiyanê û xwezayê rave kir û hertim li cem bindestan dibû.

Bêguman hemû fîlmên derhênerê Kurd Yilmaz Guneyê gelek watedar û girîng in, û divê mirov filmên wî dubare û ji nû ve temaşe bike, li ser wan bifikire û asoyên biharên wan bibîne. Mijar û çîrokên fîlmên Yilmaz Guneyê; "Seyitxan" (Derhêner û Senaryo: Yilmaz Guney - 1968), "Hêvî / Umut" (Derhêner: Yilmaz Guney û Senaryo: Yilmaz Guney, Şerîf Goren - 1970), "Endîşe" (Derhêner: Şerîf Goren û Senaryo: Yilmaz Guney - 1974), "Sürü" (Derhêner: Zekî Okten û Senaryo: Yilmaz Guney - 1978) "Rê / Yol" (Derhêner: Şerîf Goren, Yilmaz Guney û Senaryo: Yilmaz Guney - 1981), wekî filmên din ên derhênêrê, li ser jiyanên karker, cotkar û rencberên Kurdan û gelên din in. Di van fîlman de rastîna jiyan û çanda Kurdan diyar in û bi zimanê Kurdî, navên Kurdî, stran û kilamên Kurdî û atmosfera çand û hûnerê ve xwe dide hestkirin.

Fîlmê "Rê / Yol"  li hemû cîhanê di sînemayan û mîhrîcanên fîlman de hate nîşan dan, eleqeyên mezin dîtin û li Cannesê û gelek mîhrîcanan de xelat wergirtin. Mijara fîlmê herî dawî yê Yilmaz Guneyî "Dîwar" li ser zarokên ku di girtîgehê ne û çîroka jiyanên girtîyan nîşan dide. Fîlmê "Dîwar", di sala 1982'ê de hate kişandin û gelek eleqe dît****.

Mijara filmê "Rê" li ser erdnîgariya me ye, di girtîgehekê de dest pê dike û di rê de didome. "Rê" bi çîrokan pêk tê, qala rewş û halê welatê û cîhanê dike.Yilmaz Guney, bi fîlmê xwe yê "Rê" re gihîştî lûtkeya gotinê û dîmenê û wekî fîlmên xwe yên din asoyên nû û kûr vekir. Hunermendê mezin Guney, bi nêrineke dîyalektik (guherîn û veguherîn) ve qala dahatû û rabirdû û xwezaya jiyanê kir.


Derhênerê Kurd Yilmaz Guney, bi mijar û çîrokên xwe ve qala rastînên jiyanê bi xwe kir û stran û kilamên me gotin. Guney, ji bo sînemaya Kurdî, Rojhilatanavînê û Cîhanê ve nerîneke nû û resen anî û derekî tê de tije asoyan û ronahî ye, vekir. Peyv û awazên wî, wekî germ û roniya biharên bêdawiyê vedibin û dibin çavkaniya dilê hêviyê.

Yilmaz Guney, di sînemayê de riyeke nû vekir û gotinên xwe rasterast gotin, di hevpeyvîneke xwe de hevokeke wî fikr û ramanên wî rave û kurtasî dike.
"Pirs: Li gorî we di Sînemayê de divê terz an jî pûxte li pêş de bê (werî) ?
- Terh, revîn e, ewiqîn e û xwe xapandin e. Ya rast Pûxte ye. Gotina te ku tu dixwazî bibêje ye. Gotin jî qiseyekî wiha mezin nîn e. Te qala çîrokeke wiha piçûk, wiha asayî dike ku ji mirovê re, tiştin bibêje.

Çavkanî:

* "Sedsala Sînemayê" (Sinemanın Yüzyılı), Rûpel: 23 / Nivîskar: Giorgio Vincenti
Werger: Engin Ayça
Weşanxane: Evrensel Basım Yayın

** "Yekem Jinê Dîroka Sînemayê: Alice Guy Blaché" (Sinema Tarihinin İlk Kadını: Alice Guy Blaché) / Amadekar: Ceyda Canbey

*** "Sînemaya Kurdî: Bêwelatî, Sînor û Mirin" (Kürt Sinemasi: Yurtsuzluk, Sınır ve Ölüm), Rûpel: 35 - Nivîskar/Amadekar: Mizgîn Mujde Arslan
Weşanxane: Agora Kitaplığı

**** "Bi Hemû Filmên Xwe Yilmaz Guney" (Bütün Filmleriye Yılmaz Güney) / Nivîskar: Agah Özgüç
Weşanxane: Agora Kitaplığı

***** Helbesta Derhêner Yilmaz Guney / Çavkanî: e-weje.com

 

Pirtûkek Li Ser "Şewata Sînemaya Amûdê"

Li Amûdê di dîroka 13'ê meha Mijdara 1960'î de, di encama 'Şewata Sînemaya Amûdê' de 283 zarokên Kurd jiyanên xwe ji dest dabûn.
Pirtûka "Agirê Sînema Amûdê" ya Mela Ahmedê Namî, ji hevpeyîvînên (roportaj) ku li ser Şewata Sînemaya Amûdê hatine nivîsandin ve pêk tê û qala jiyan û rewşa civakî ya wê demê û cîhanê dike.

"Namî, me ji nameya te zanî
Seyda yî ji bo melay Xanî" / Cigerxwîn

Nivîskar: Seyda Ahmedê Namî
Weşanxane: Weşanên Jîna Nû, 82 Rûpel / 1987

(Ev Nivîs di hejmara 4'emîn a Kovara Sosyalîst Mezopotamya'yê de hate weşandin. / Rêbendan - 2019)

5 Mart 2019 Salı

Pirtûka “Cemiyeta Bilind a Jinên Kurd” hate weşandin!



Pirtûka “Kürd Kadınları Teâli Cemiyeti (1919)” ku ji aliyê Lêkolîner û Nivîskarê Kurd Rohat Alakomê re hatibû amadekirin, ji Weşanên Avestayê derket!. Lêkolîna “Cemiyeta Bilind a Jinên Kurd”, behsa dîroka Komeleya Jinên Kurd ên li bajarê Stenbolê dijîn ve dike. 


Li Stenbolê di dîroka 15’ê meha Adarê de, panêlek bi sernavê ""Cemiyeta Bilind a Jinên Kurd" dê bê lidarxistin. Di panêlê de; Rohat Alakom, Gulhan Balsoy, Zehra Ayman û Bulent Bilmez weke axivker dê biaxivin. 


Panêla "Cemiyeta Bilind a Jinên Kurd 100 salî ye", ji aliyê Weşanxaneya Avestayê, Weqfa Îsmaîl Beşîkçî, Koma Xebatê ya Çandên Tirkiyeyê ya Zanîngeha Bîlgiyê ve tê amadekirin û di demjimêra 17:00'ê de dest pê dike. 

Çavkaniya Wêneyan: Ji Rûpela Medyaya Civakî ya Weşanên Avesta

Nûçe: Rûmet Med

4 Mart 2019 Pazartesi

Hejmara Duyemîn a Kovara Muzîkê "Ziryab" derket!


Kovara Muzîkê "Ziryab" bi hejmara xwe ya nû (Çile-Sibat-Adar-Avrêl) derket û li pêşberî xwendavanên xwe. Kovara Ziryab weke çar mehan carek derdikeve û di rûpelên xwe de; nivîs, nûçe, danasîn, portre, gotar û hevpeyvînên ku li ser Muzîkê diweşîne.

Di vê hejmara kovarê de albûmên bijarte û playlîst jî hene. Desteya weşanê ya Kovara Ziryabê Gokçe Selîm, Serhat Temel, Harûn Elkî, Ozan Irmak û Yûnis Das in û edîtoriya kovarê jî Mevlut Oguz dike.


Nivîsên ku di hejmara duyemîn a Kovara Ziryabê de:

"Xwezî ez li welatê bav û kalan bûma û ev stranên min tunebûna" / Ciwan Haco
"Noteya Şoreşê" / Selahattîn Demîrtaş
"Hunermendên Kurd ên zana, serhildêr û xwedî prensîb rastî pisrgirêkan tên" / Sakîna Teyna
"Huner erkek e li ser milê me" / Abbas Ahmed
"Min xwest piçek be jî mîrasa gelê xwe ji talanê xilas bikim" / Zeyneb Yaş
"Eke çew çin o ke şima pîya rayîrêk de şêrê na yena a mena ke rayirêkê şima çin o" / Erdogan Emîr
Diyarî: Postera Ciwan Haco

Nivîskarên din ên ku di Kovara Ziryabê de cih digirin: Mizgîn Tahîr, Jan Axîn, Guney Koçhan Flower, Besime Şen.

Nûçe: Rûmet Med




Hejmara Nû Ya Kovara “Dilop” derket!


Hejmara 7’emîn a (Adar-Avrêl) Kovara Çand, Huner, Polîtîka “Dilop” bi dirûşmê "Newroz Bihara Kurdan" derket û li pêşberî xwendevanên xwe. Kovara Dilop weke çar mehan carek derdikeve û bi vê hejmara xwe ya nû re ket sala duyemîn.

Nivîsên di vê hejmara nû ya Kovara Dilop'ê de cih digirin:

 "Pirsgirêka Kurd, Veguherîna Çînî û Sîyaset" (Gotûbêj) / Yuksel Genç, Cuma Çîçek, Yusuf Karataş
Nivîsên ku li ser Newrozê / Vedat Îlbey û Mehmet Saîd Aydin
“Di Wêjeya Ermeniyan û Şikênandina 1915'an” / Rober Koptaş, Mehmet Fatih Uslu, Sevan Degirmenciyan
 "Ji bo bîranîna mîrê mey û bilûrê, Hevdîtina Karapet û Cimê" (Nivîs) /  Salihê Kevirbirî 
"Dayîkî Cemal" (Nivîs) / Zeyneb Yaş 
"Danû" (Nivîs) Reşo Ronahî .
Hevpeyvîna bi Nivîskar Firat Cewerî re / Mîna Jor 
"Teyr û Tilûr" / Quling hatiye nasandin;
 "Gotina Fotograf" / Wêneyekî Enver Ozkahraman 

Nivîskarên din ên hejmara nû: Cuma Karakuş, Bariş Avşar, Îbrahîm Karaca, Bulent Gedîk, Îlhamî Sîdar, Bahar Gultekîn, Mehmet Oncu, Pervîn Çakar, Pazar Îsmaîl, Mehmet Bayrak, Zafer Yoruk, Şeyhmus Dîken helbestên 
Helbestên: Gulîzer, Eyşana Beravî, Pertew Begê Hekarî, Çorê Arda. Maya Angelou, werger Hazar Îsmaîl

Ji bo têkilî:

dilopodergisi@gmail.com

Nûçe: Rûmet Med