Pirtûka “Kürd Kadınları Teâli Cemiyeti (1919)” ku ji aliyê Lêkolîner
û Nivîskarê Kurd Rohat Alakomê re hatibû amadekirin, ji Weşanên Avestayê derket!. Lêkolîna “Cemiyeta Bilind a Jinên Kurd”, behsa dîroka Komeleya Jinên Kurd ên li
bajarê Stenbolê dijîn ve dike.
Li Stenbolê di dîroka 15’ê meha Adarê de, panêlek bi sernavê ""Cemiyeta Bilind a Jinên Kurd" dê bê lidarxistin. Di panêlê de; Rohat Alakom, Gulhan Balsoy, Zehra Ayman û Bulent
Bilmez weke axivker dê biaxivin.
Panêla "Cemiyeta Bilind a Jinên Kurd 100 salî ye", ji aliyê Weşanxaneya Avestayê, Weqfa Îsmaîl Beşîkçî, Koma Xebatê ya Çandên Tirkiyeyê ya Zanîngeha Bîlgiyê ve tê amadekirin û di demjimêra 17:00'ê de dest pê dike.
Çavkaniya Wêneyan: Ji Rûpela Medyaya Civakî ya Weşanên Avesta
Nûçe: Rûmet Med
Hiç yorum yok: