Derhênerên navdar ên Stanley Kubrick û Andreî Tarkovsky bi fikr û ramanên fîlmên xwe ve morên xwe li dîroka hunera heftemînê dayîne û bûne nemir.
Her du derhêner jî li ser hunera sînemayê û temaşevan û xwendavanên sînemayê de bandoreke diyarker û girîng kirine û fîlmên wan bo hunera heftemîn riyeke nû û resen vekirine, bûne rênîşander.
Vîdyoyeke bi navê “KUBRICK / TARKOVSKY” derbarê fîlmên yên Stanley Kubrick û Andreî Tarkovsky’ê amade kirine û li ser Youtube weşandine. Vîdyo hin sehneyên fîlmên Derhêneran bi hev re nîşan dide û temaşevanan bi vîdyoyê kurt ve di navbera fîlmên Derhênerên Stanley Kubrick û Andreî Tarkovsky’ê de derdikevin rêwîtiyeke xweş û rengîn.
Ingmar Bergman yek ji Derhênerên herî mezin ên dîroka sînemayê ye û mora xwe li “Hunera Heftemîn” daye. Derhênerê navdar ê Swêdî Bergman, fîlmên xwe bi dîmen û zimanekî helbestkî ve kişandine.
Di sînemayê de ramaneke heye û bi kurtayî weke “Xewn sîtava rastînê ye û ji wê sîtavê rastîneke nû derdikeve holê…”, têne rave kirin. Mirov dikare vê ramanê bi hevokên “Kesê ku xewn nabîne nikare fîlm bikêşîne..” re îfade bike.
Di gerdûn û xwezayê de, weke encama dîyalektikê hemû tişt diguhere û veguhure. “Hunera Heftemîn” ango sînema; bi hemû huner, zanist û dîsîplînên jiyanê ve di nav têkîliyeke de ye û wan ji bo hunera heftemîn hem çavkanî ne, hem jî hebûna xwe digel wan xurttir dike. Sînema herî zêde bi zanistên Derûnnasî û Civaknasî û hunerên wekî Wêje, Muzîk, Şano û Wêne we di têkiliyeke xurt de hebûna xwe didomîne û xwe ji nû ve diafirîne. Sînema li gorî hunerên din ciwantir e û van hemî dîsîplînên jiyanê di bin sîwana xwe de dihewîne.
(Smultronstället – 1957)
Çavkaniya fîlmên Ingmar Bergmanê “xewn” e û li gorî wî bi tenê sînema ji bo veguhestina xewnê, di nava hunerên din de hunereke herî serketî û bandorker e. Derhêner Ingmar Bergman bi fîlmên xwe ve; êş, hez, hêvî, şahî, rewşa ruhî, şayîş hwd. mirovan bi awayekî herî baş tîne zimên.
(Vargtimmen – 1968)
Di sînemaya Derhênerê cîhanê Ingmar Bergmanê de bandorên wekî rêmanên; xewn, bîranîn û rastîn, diyarker û girîng in. Fîlmên Bergmanê bi piranî di nava atmosfera xewnê de derbas dibin û rewşên ruhî yên qehremanên (karakter) fîlmên xwe diguhêze. Vîdeoya bi navê “Bergman’s Dreams” qala zimanê vebêjana fîlmên Igmar Bergmanê ve dike û bandorên xewnê ku li ser fîlmên wî çawa ye, wê vedikole.
(En passion – 1969)
Herîkina Fîlmên Ingmar Bergmanê bi atmosfer û zimanekî ve helbestkî derbas dibin û bi nerîn û tevgerên xwe temaşevanên xwe di nava rêwîtiyeke efsûndar û aram de digerîne. Fîlmên wê wekî fîlmên Derhênerê navda ê cîhanê Andreî Tarkosvkyê li dijî lez û bêruhiya çaxê dengekî bilind û watedar derdixe.
Vîdeoya “Bergmans Dreams” ku di der heqê sînemaya Ingmar Bergmanê de hatiye kişandin, fîlmên wî yên wekî; “Smultronstället” (Wild Strawberries) – 1957,”Vargtimmen” (Hour of the Wolf) – 1968, “En passion” (The Passion of Anna) – 1969, “Viskningar Och Rop” (Cries and Whispers) – 1972, “Höstsonaten” (Autumn Sonata) – 1978, “Fanny och Alexander” (1982), bi nerîneke ruhî û Derûnnasî ve vedikole.
Lorem ipsum dolor sit amet, consectetur adipisicing elit, sed do eiusmod tempor incididunt ut labore et dolore magna aliqua. Ut enim ad minim veniam, quis nostrud exercitation test link ullamco laboris nisi ut aliquip ex ea commodo consequat.
Duis aute irure dolor in reprehenderit in voluptate another link velit esse cillum dolore eu fugiat nulla pariatur.
Hello, here you can tell something about yourself or you can put your blog description here or even you can add some quote of your choice here. This is an optional text area which you can hide or delete from the layout. Its totally dependent upon you if you want this text area or not.