Slider

Tema resimleri kelvinjay tarafından tasarlanmıştır. Blogger tarafından desteklenmektedir.

Video

Welat

Wêje

Pirtûk

Huner

Dîrok

Nûçe

» » » » » » » » » » » » » » » » » » » » » Di Sînemaya Ingmar Bergmanê de: Xewn û Rastîn!


Ingmar Bergman yek ji Derhênerên herî mezin ên dîroka sînemayê ye û mora xwe li “Hunera Heftemîn” daye. Derhênerê navdar ê Swêdî Bergman, fîlmên xwe bi dîmen û zimanekî helbestkî ve kişandine.

Di sînemayê de ramaneke heye û bi kurtayî weke “Xewn sîtava rastînê ye û ji wê sîtavê rastîneke nû derdikeve holê…”, têne rave kirin. Mirov dikare vê ramanê bi hevokên “Kesê ku xewn nabîne nikare fîlm bikêşîne..” re îfade bike.


Di gerdûn û xwezayê de, weke encama dîyalektikê hemû tişt diguhere û veguhure. “Hunera Heftemîn” ango sînema; bi hemû huner, zanist û dîsîplînên jiyanê ve di nav têkîliyeke de ye û wan ji bo hunera heftemîn hem çavkanî ne, hem jî hebûna xwe digel wan xurttir dike. Sînema herî zêde bi zanistên Derûnnasî û Civaknasî û hunerên wekî Wêje, Muzîk, Şano û Wêne we di têkiliyeke xurt de hebûna xwe didomîne û xwe ji nû ve diafirîne. Sînema li gorî hunerên din ciwantir e û  van hemî dîsîplînên jiyanê di bin sîwana xwe de dihewîne.

                                                       (Smultronstället – 1957)

Çavkaniya fîlmên Ingmar Bergmanê “xewn” e û li gorî wî bi tenê sînema ji bo veguhestina xewnê, di nava hunerên din de hunereke herî serketî û bandorker e. Derhêner Ingmar Bergman bi fîlmên xwe ve; êş, hez, hêvî, şahî, rewşa ruhî, şayîş hwd. mirovan bi awayekî herî baş tîne zimên.

  (Vargtimmen – 1968)

Di sînemaya Derhênerê cîhanê Ingmar Bergmanê de bandorên wekî rêmanên; xewn, bîranîn û rastîn, diyarker û girîng in. Fîlmên Bergmanê bi piranî di nava atmosfera xewnê de derbas dibin û rewşên ruhî yên qehremanên (karakter) fîlmên xwe diguhêze. Vîdeoya bi navê “Bergman’s Dreams” qala zimanê vebêjana fîlmên Igmar Bergmanê ve dike û bandorên xewnê ku li ser fîlmên wî çawa ye, wê vedikole.

(En passion – 1969)

Herîkina Fîlmên Ingmar Bergmanê bi atmosfer û zimanekî ve helbestkî derbas dibin û bi nerîn û tevgerên xwe temaşevanên xwe di nava rêwîtiyeke efsûndar û aram de digerîne. Fîlmên wê wekî fîlmên Derhênerê navda ê cîhanê Andreî Tarkosvkyê li dijî lez û bêruhiya çaxê dengekî bilind û watedar derdixe.


Vîdeoya “Bergmans Dreams” ku di der heqê sînemaya Ingmar Bergmanê de hatiye kişandin, fîlmên wî yên wekî; “Smultronstället” (Wild Strawberries) – 1957,”Vargtimmen” (Hour of the Wolf) – 1968, “En passion” (The Passion of Anna) – 1969, “Viskningar Och Rop” (Cries and Whispers) – 1972, “Höstsonaten” (Autumn Sonata) – 1978, “Fanny och Alexander” (1982), bi nerîneke ruhî û Derûnnasî ve vedikole.



Nivîs: Rûmet Med (Rûmet Onur Kaya)

Dîrok: 16'ê Tîrmeha 2019'ê

Çavkanî: https://youtu.be/JFQtlSvdWxQ
https://www.criterion.com/shop/collection/5-ingmar-bergman






«
Pêşve
Sonraki Kayıt
»
Paşve
Önceki Kayıt

Hiç yorum yok:

Leave a Reply