28 Şubat 2024 Çarşamba

Avatar: Rêya Avê | Ronahîyeke mezin li dijî tarîtîyê


Nivîs: Rûmet Med 

Hezkerên “Avatar”ê, çend sal in, tijî kelecan û bi miraqeke mezin li benda fîlmê derhênerê navdar James Cameronî yê “Avatar: The Way of Water”ê (Avatar: Rêya Avê) bûn ku fîlmê duyem ê rêzeya “Avatar”ê di Berfanbara sala 2022yê de, piştî 13 salan ji fîlmê yekem, bi kalîteya 4Kyê li seranserê cîhanê ket vîzyonê.

Wekî fîlmê yekem ê “Avatar”ê, fîlmê duyem jî ji alîyê temaşevanên sînemayê ve gelek hate temaşekirin û ecibandin. “Avatar: The Way of Water” yek ji projeyên herî girîng a Disney Studiosê ye, him ji alîyê mijar û çîrokê ve, him ji alîyê herikîna dîmenan û teknîkê ve fîlmekî biserketî ye, ku tê de hêmanên anîmasyonê yên resen, bihêz, bandorker û balkêş jî dihewîne. Kêşana projeya fîlmê duyem ji ber pandemîya koronayê hatibû bi paş ve xistin û li Zelendaya Nû ji nû ve destpê kiribû. Ji ber şert û mercên koronayê, dîroka vîzyonê ya fîlmê jî sê caran hatibû guhertin û demekê diyar nebû.


“Avatar: The Way of Water” wekî ku fîlmê yekem bi derhênerîya sînemager, senarîst û çêkerê navdar ê Kenedayî James Cameronî re hate kêşandin, senaryoya fîlmê jî ji alîyê Cameron, Rick Jaffa, Amanda Silver, Josh Friedman û Shane Salerno ve bi hev re hate nivîsandin. Mijara fîlmê li gerstêrka Pandorayê (gerdûneke pevxistî), piştî bûyerên Avatarê diqewime, li ser çîroka gelê Na’vîyê têkiliyên kolonî û mêtingehê tîne li perdeya spî, li ser pirsgirêkên hawir û xwezayê disekine. Di herikîna fîlmê de Jake Sully tevlî gelê Na’vîyê dibe û ligel Neytîrî ji bo parastina ax û xwezaya gelê Na’vîyê dikevin têkoşîneke zor û dijwar. Xwezaya rengîn a gelê Na’vîyê bi taybetî bi amûrên teknolojî ve tê girtin û dixwazin av û axên wan û bi giştî hemû dewlemendîyên wan bi dest bixin, lê gelê Na’vîyê jî li dijî mêtingehîyê derdikevin, bi hemû hewlên xwe av û axên herêma xwe diparêzin. Rêwîtîyeke derasayî û rengîn ji daristanên gerstêrka Pandorayê destpê dike, ber bi herêmên binê avê û volkanîkê ve diçe. Xweza û atmosfera Pandorayê bêhempa ye, temaşevan xwe di cîhaneke efsûnî de dibînin. Fîlm nîv-anîmasyon e, bi zimanên Îngilîzî û Na’vî (zimanê pevxistî yê fîlmê) hate kêşandin, zimanê Na’vî zimanê xwecihî yê Na’vîyê ye.



“Avatar: The Way of Water” hin hefteyên sala 2023yê jî tê de çend hefte li vîzyonê ma û serketina xwe domand. Him li gîşeya Amerîkayê him jî li gîşeyên cîhanê çend hefte bû yekemîn û ji zêdetirî 2 milyar dolarî qezenc kir. Fîlm, di heman demê de bû yek ji fîlmên herî zêde temaşekirî yê hemû deman, derhêner James Cameronî jî bû derhênerê yekem ku sê fîlmên wî heta niha gihîştine 2 milyar dolarî.


Lîstikvanên navdar ên Zoe Saldana, Sam Worthington, Sigourney Weaver di fîlmê duyemîn ê Avatar’ê de weke serlîstikvan lîstin, CCH Pounder, Cliff Curtis, Jamie Flatters, Britain Dalton, Trinity Bliss, Bailey Bass, Filip Geljo, Duane Evans, Jr. Kate Winslet, Stephen Lang, Giovanni Ribisi, Joel David Moore, Matt Gerald, Edie Falco, Brendan Cowell û Michelle Yeoh jî tê de weke lîstikvan cî digirin. Jon Landau, David Valdes û Richard Baneham di “Avatar: The Way of Water”ê de weke çêker cih girtine û fîlm bi pargîdanîya fîlman 20th Century Studiosê ve hate afirandin. Muzîka fîlmê jî ji alîyê stranbêjê Kenedayî The Weeknd ve hate çêkirin.



Fîlmên din ên “Avatar”ê dê kengê bikevin vîzyonê?


Fîlmê yekem ê ‘Avatar’ê di 2009ê de li seranserê dinyayê bi kalîteya 3Dyê ketibû vîzyonê, ji alîyê bi milyonan temaşevanên sînemayê ve hatibû temaşe kirin. Fîlm, ji Xelatên Oscarê 3 xelat girtibû û di Îlona 2022yê de ji nû ve, weke 4Kyê derketibû li pêşberî temeşavanên sînemayê û li salonên sînemayê yên cîhanê heta niha bi tevahî 2.787.965.200 dolar qezenc kiriye. Rêzeya Avatarê weke 5 fîlman hate projekirin, çîrokên her fîlmê resen û cuda ne. Çêkerê Avatarê John Landau li ser projeya fîlmên Avatarê axaftibû û ragihandibû ku rêwîtiyên hemû fîlmên Avatarê dê bi hev ve girêdayî bibe û ew ê bibin beşeke dastaneke mezin.


Li înternetê hatibû îdia kirin ku navê fîlmê sêyem ê rêzeya ‘Avatar’ê bûye “Avatar: The Seed Bearer”. Lê belê çêkerê rêzeya Avatar’ê Jon Landau di danasîna lîstika vîdyoyê ya Avatar: Frontiers of Pandorayê de axaftibû û eşkere kiribû ku navê fîlmê hêj nediyar e.

Hate ragihandin ku dîrokên fîlmên din rêzeya Avatarê diyar bûne. Li gorî agahîya dawî, fîlmê sêyem ê rêzeyê dê di dîroka 19ê Berfanbara 2025ê de, fîlmê çarem di 21ê Berfanbara 2029ê de, fîlmê pêncemîn jî di 19ê Berfanbara 2031ê de derbikevin li pêşberî temaşevanan.


Çavkanî: 



Wergerandina Ulyssesê: Qîrîneke mezin a li dijî bişavtinê


Nivîs: Rûmet Med 

“Tarîx xewnexofek e ku ez hewl didim jê hişyar bibim.”* (Jomes Joyce)

Nivîskar û wergêrê kurd Kawa Nemir berhema navdar a nivîskarê Îrlandî James Joyce ya bi navê “Ulysses”ê wergerand ji bo Kurdîya Kurmancî û ew di Adara sala 2023yê de ji alîyê Weşanên Avestayê ve hate weşandin. Werger di 101emîn salvegera xwe de bi Kurdî gihîşt li ber destê xwîneran. 

“Ulysses” di warê wêjeyê de berhemeke gelek girîng e ku heta niha li seranserê dinyayê bi gelek zimanên cîhanê hate wergerandin. Kawa Nemirî ku heta niha berhemên wêjekarên mezin ên William Shakespeare, Walt Whitman, Edgar Allan Poe, William Butler Yeats, Sylvia Plath, T.S. Eliot, Tenesssee Williams, Emily Dickinson, Herman Melville, John Berger jî tê de 100 pirtûkên wêjeyî û ji zêdetirî 7000 helbestên Îngîlizî, Amerîkî, Îrlandî û Tirkî wergerandine bo Kurdî, gelek pirtûkên helbestan ên Kurdî nivîsîne, ku deh salan e jî li ser wergerandina berhema “Ulysses”ê dixebitî. Piştî ked û xebateke mezin romana “Ulysses”ê bi zaravayê Kurmancî derket li pêşberî wêjehezan. Belgefîlmê nivîskarên sînemayê Aylîn Kuryel û Firat Yucelî yê bi navê “Wergerandina Ulyssesê” (Ulysses Çevirmek/Translating Ulysses, 2023) li ser çîrok û pêvajoya wergerandina berhema navdar disekine. 

“Ulysses” him romana herî xurt a Joyce ye, him jî di warê romana nûjen de weke şoreşek tê dîtin; berhemeke dijî kolonyalîst e. Mijara pirtûkê, li kûçe û kolanên bajarê Dublînê derbas dibe û behsa bi tenê rojekê dike. Beşên pirtûkê di navbera 1918-1920ê de di hejmarên kovara wêjeyî ya The Little Review’ê de û paşê jî wek pirtûk di 2yê Reşemîya 1922yê de ji alîyê nivîskar û weşangera navdar Sylvia Beach ve li Parîsa Frensayê hatibû weşandin, di 101emîn salvegera romanê de bi Kurdî derket pêşberî wêjehezan. Zanyar û nivîskarên wêjeyê dibêjin ku wergerandina Ulysssê ji alîyê ziman û teknîkê ve pir zor û zehmet e. 


Min, belgefîlmê “Wergerandina Ulyssesê” di çarçoveya bernameya 14emîn ya Rojên Belgefîlman a Mafên Mirovan a TİHVê (Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê) de temaşe kir. Rojên belgefîlman bi piştgirîya Yekîtîya Ewropayê û Enstîtuya Frensîz ve, îsal di navbera rojên 10-17ê Berfanbarê (2023) de him bi rûbirû him jî weke onlineê hate lidarxistin û her sal bal dikişîne li ser mijarên mafên mirovan. Ji bilî “Wergerandina Ulyssesê” belgefîlmên “Ji Bo Edaletê” (Derhêner: Elîf Yîgît), “Dengê Radyoya Rewanê Li Ku ye?” (Derhêner: Mustafa Orman), “Boşlukta” (Derhêner: Somnur Vardar), “Herkes Toprağa Gömülür, Ben Suya” (Derhêner: Fettûllah Çelîk) jî îsal li bernameya rojên belgefîlman derketin li pêşberî temaşevanan.

Wergerandina Ulyssesê weke belgefîlmekî dirêj hatiye kêşandin û ji 7 beşên cuda pêk tê, ku her beşek behsa demên cuda yên nivîskar û wergêr Kawa Nemirî dikin. Kawa Nemir ev deh salan e li ser wergerandina romana “Ulysses”ê dixebitî, hewleke mezin û giranbiha ji bo zimanê Kurdî dide. Wergêr, di jiyana xwe ya wergêrî de ji bo wergerandina vê berhemê ji bi dehan ferhengên Kurdî, ji berhemên klasîk û nûjen ên gelek helbestvan û nivîskarên kurd sûd wergirtine, bêhejmar biwêj û gotin berhev kirine û ew hemû alîkarîya wî kirine. Nemir, di hevpeyvîneke xwe de dibêje, “Di qonaxên xebatên min ên wergerê de ferhengên heyî yên zaravayên kurdî hemûyan çu caran têra min ne kir wekî min bikariya wê luxeta bêserî û bêbinî ya Ulyssesê bi kurdî damezirînim.”** Nemir, ji zêditirî bîst salan e wergerî dike û gelek berhemên ku ew wergerandine bo Kurdî, hêj nehatine weşandin. Di herikîna belgefîlmê de, li ser wergerandina berhemê dibêje, “Min hemû wergerên xwe ji bo ku rojekê Ulyssesê wergerînim bo Kurmancî kirine.” 

Berhama James Joyce ya Ulysses’ê di nava 10 salan de li bajarên Stenbol, Amed, Mêrdîn û Amsterdamê hatiye wergerandin. Belgefîlm, bi hevpeyvîna ligel Kawa Nemir ya li mala nivîskar Anne Frankê hatiye kirin re dest pê dike, li ser wergerandina berhema Ulyssesê disekine; ruhê biwêjên Kurdî, rewşa zimanê Kurdî, hin dîmenên ku ji alîyê hunermend û nivîskar Şener Ozmen ve li bajarê Mêrdînê hatine kêşandin, atmosfera civakî, rêwîtîya wergêr Kawa Nemirî ya ber bi Holendayê ve, pirsgirêka hewînê ya bajêr tîne li ser perdeya spî û bi sehneya çapxaneyê bi dawî dibe. Di sehneya dawî de dengên makîneyan û cîhana karkerên çapxaneyê têne dîtin û bihîstin, ku heta niha bi kedên xwe bi hezaran pirtûk amade kirine û şandine weşanxaneyan.

Kawa Nemir bi salan e ji bo wergerandina berhema “Ulysses”ê kedeke mezin da, ji zêdetirî 20 salan e bi hezaran helbest û bi dehan pirtûkên wêjeyê ji bo Kurdîya Kurmancî wergerandine/werdigerîne. Berhem û wergerên Nemirî ji bo jiyan û pêşveçûna zimanê Kurdî hewleke mezin û giranbiha ne, hêvîyeke bêdawî diafirînin, wergerandina “Ulysses”ê jî qîrîneke mezin e li dijî bişavtinê.

Kawa Nemir

Wergerandina Ulyssesê 

Aylîn Kuryel û Firat Yucel ji sala 2019ê û bi vir de li ser belgefîlmê “Wergerandina Ulyssesê” dixebitin, guhertoya (varyant) kurt a belgefîlmê ya bi navê “Tiştê Ku Di Her Tiştî Re Derbas Dibe” (The Thing that Goes Through Everything) kêşandin ku li gelek festîvalên fîlman hate nîşandayîn û di sala 2022yê de li Dublîna Îrlandayê ji Festîvala Fîlman a Bloomsdayê ‘Xelata Baştirîn’ girtibû. “Wergerandina Ulyssesê” bi çêkerîya Ozgur Dogan, Aylîn Kuryel û Firat Yucel ve hate kêşandin û afîşa belgefîlmê jî nivîskarê kurd Şener Ozmen sêwirandiye. Belgefîlm, heta niha li 38emîn Festîvala Belgefîlman a Navneteweyî ya Munchenê, li 14emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hambûrgê, li Dublin UNESCOyê, li navenda Sînematekê/Mala Sînemayê ya Şaredarîya Kadikoyê ya Stenbolê, li Berhevoka Belgefîlman a 16emîn Rojên Belgefîlman a Stenbolê ya Documentaristê, li Nîşandanên Servekirî yên BU(S)Kê ya Zanîngeha Bogazîçîyê jî tê de, li gelek bajarên cîhanê derket li pêşberî temaşevanan, ji Festîvala Fîlman a Bloomsdayê li Dublîna Îrlandayê xelata ‘Fîlmê Herî Serketî yê Joyceî’, li 14emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hambûrgê ‘Xelata Taybet a Jurîyê’, ji beşa Pêşbirka Navneteweyî ya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya UBAyê (Buenos Airesa, Arjantîn) xelata ‘Mansiyona Taybet’ girtin, rêwîtîya xwe ya festîvalên fîlman û çalakîyên fîlman didomîne.

Çêkera fîlman Aylîn Kuryel û nivîskarê sînemayê Firat Yucel, di sala 2019ê de bi hev re belgefîlmê bi navê “Baştan Başa” (Heads and Tails) kêşandin ku belgefîlmê wan di bernameya gelek festîvalên fîlman ên navneteweyî de hate nîşandayin û ji beşa Pêşbazîya Belgefîlma Neteweyî ya 38emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê Xelata Mansîyonê girt. Her du derhêner jî heta niha gelek belgefîlm kêşandine û xebatên xwe yên li ser sînemayê didomînin.

 *https://bianet.org/haber/kawa-nemir-james-joyce-bi-ulyssese-hismendiya-kolonizebuyi-tek-bir-276732

 ** Werger: Kawa Nemir

Çavkanî:

https://en.wikipedia.org/wiki/Ulysses_(novel)

https://ku.wikipedia.org/wiki/Ulysses_(pirtûk)

https://tr.wikipedia.org/wiki/Ulysses_(roman)

https://sinemayaserbixwe.com/wergerandina-ulyssese-we-li-edene-u-amsterdame-be-nisandayin/

*Ev nivîs cara yekem di hejmara 32yemîn a kovara Dilopê de hate weşandin. (Rêbendan, 2024)

Yek ji derhênerên pêşeng û herî serketî yên Sînemaya Kurdî: Behmen Qubadî


 Nivîs: Rûmet Med

Derhêner, senarîst û çêkerê navdar ê kurd Behmen Qubadî di sala 1969ê de li bajarê Baneyê ya Rojhilatê hate dinê û yek ji sînemagerên pêşeng û girîng ên Sînemaya Kurdî ye ku bi fîlmên xwe ve li hemû cîhanê tê naskirin. Qubadî di fîlmên xwe de bi giştî mijar û pirsgirêkên netewî, civakî, zayendî, çînî, aborî, takekesî radixe ber çavan, û babet û têmayên wekî sînor, bêwarî, evîn, mirin, xizanî di fîlmên wî de derdikevin pêş.

Behmen Qubadî hêj di 12 saliya xwe de li bajarê Sineyê bi amatorî tevlî li koma derhenerên filman bû, di salên perwerdebûna xwe de di radyoyeke de xebitî û li Îranê ji Dibistana Çapdêrî perwerdehîya Derhênerîya Fîlman dît. Ji ber bûyerên wê demê mala xwe bar kir li Sîneyê, di 1992ê de ji bo perwerdehîya bilind çû li Tehranê ku ji sala 1998ê pê ve dest bi karê wênekarîya pişesazîyê kir û perwerdehîya wî ya sînemayê nîvçe ma. Di navbera salên 1989-1998an de bi kamereya xwe ya 8 mm’î re gelek kurtefîlm kişandin û fîlmên wî di bernameya gelek festîvalên fîlman ên navneteweyî de hatin nîşandan û xelat girtin.


Kurtefîlmê Behmen Qubadî yê “Jiyana li Mijê” (Life in Fog / Nîv-belgefîlm, 1997) li cîhanê deng veda, ji Festîvala Fîlman a Clermont-Ferrandê Xelata Taybet a Jurîyê girt û li gelek festîvalên fîlman hate nîşandayîn ku ji bo Sînemaya Îranê fîlmekî girîng e. Qubadî bi yekem fîlmê xwe yê metrajdirêj ê bi navê “Dema Hespên Serxweş” (2000) re derket li pêşberî temaşevanên sînemayê ku mijara fîlmê li sînorê derbas dibe û rûyê mirin, xizanî û hêvîyê nîşan dide. “Dema Hespên Serxweş” ji Festîvala Fîlman a Cannesê Xelatên “Kameraya Zêrîn”, “Sînemagerê Ciwan” û “FIPRESCI” girtin. Behmen Qubadî, heman salê di fîlmê derhênerê navdar Abbas Kîarostemî yê “Bad ma ra khahad bord” de weke alîkarê sereke cih girt û di fîlmê Semira Mahmelbaf ê bi navê “Textê Reş” (2000) de bi rola mamoste, weke serlîstikvan lîst ku mijara vî fîlmê di dema komkujiya Helepceyê de diqewime. Fîlmê “Textê Reş” him qala atmosfera piştî Helepceyê û rewşa civakê ya wê demê dike him jî jiyanên kolberên Kurd ên ku piraniya wan zarok in tîne li ber perdeya spî.

Piştî vî fîlmê di sala 2002yê de fîlmê Qubadî yê “Awaza Dayîka Niştiman” (Stranên Welatê Dayika Min / Gomgashtei Dar Aragh) tê. “Awaza Dayîka Niştiman” di sîya şerê de derbas dibe û behsa çîroka stranbêjê kal Mîrza dike ku li Henareyê digere, fîlm, êş û janên gelê Kurd radixe ber çavan.  Di 2004ê de fîlmê wî yê “Kûsî Jî Dikarin Bifirin” ket vîzyonê. “Kûsî Jî Dikarin Bifirin” çîroka jiyanên xwişkeke û du birayên kurd tîne li ber perdeya sînemayê, fîlm Festîvalên Fîlman ên Berlîn, San Sebastian û Chicago jî tê de ji bernameya gelek festîvalên fîlman xelat girtin. Derhêner di derbarê fîlmê de gotibû “Ez dixwazim fîlmê xwe diyarî/îthaf li hemû zarokên bêguneh ên cîhanê bikim ku bûne qurbanî li polîtîkayên dîktator û faşîstan.”


Fîlmê derhênerê navdar Behmen Qubadî yê “Nîvê Heyvê” (2006) behsa çîroka muzîkjenê kurd Mamoyî dike ku dixwaze ji bo konserê biçe li Kurdistana Iraqê û di rê de rastî stranbêja kurd Heşoyê tê. Wê demê li Îranê qedexe ye ku jin li pêşîya mêran bistirin. “Nîvê Heyvê” li bernameya gelek festîvalên cîhanê hate nîşandayîn û ji Festîvalên Fîlman ên Stenbol û Ewrasyayê ya Qazaxistanê xelat standin. Derhêner piştî sê salan bi fîlmê “No One Knows About Persian Cats” (2009) û di 2012ê de bi fîlmê “Demsala Kerkedan” ve derket li pêşberî temaşevanan. Fîlmê “No One Knows About Persian Cats” ji beşa Nerîneke Diyar a Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê Xelata Taybet a Jurîyê girt.

“Demsala Kerkedenan” îlhama xwe ji çîroka jiyana helbestvanekî kurd Sadegh Kamangarê digire, atmosfer û bûyêrên wê çaxê nîşan dide ku tê de lîstikvanên navdar ên sînemaya cîhanê yên Monica Belluccî û Behruz Vusukî jî lîstine. Sahel Farzan û hevsara wî Mîna di fîlmê de têne heps kirin, Mîna piştî deh salan ji girtîgehê derdikevê û dibêjin mêrê te jiyana xwe ji dest daye. Mîna li dû vê bûyerê, du zarokên xwe digire cem xwe û bi hev re diçin li Stenbolê. Piştî 20 salan Sahel jî ji girtîgehê derdikeve û malbata xwe digere. Fîlm, ji Xelatên Filman a Asya Pasîfîkê di gelek beşan de xelat standin.

Derhênerê xelatgirtî yê kurd Behmen Qubadî di 2014ê de derhênerîya beşa ‘Kabokî’ ya belgefîlma “Words with Gods”ê kir ku ji aliyê 9 derhêneran ve hate kişandin û li bernameya Festîvala Fîlman a Venedîkê li derveyî pêşbazîyê hatibû nîşandayîn. Qubadî di sala 2015ê de bi belgefîlma xwe ya “Ala Bêwelat” (A Flag Without a Country) re bal kişand li ser jiyanên penaberên Kurd û rûyê şeran. Derhêner, herî dawî bi fîlmê xwe yê “Çar Dîwar” (2021) re derket li pêşberî sînemahezan ku qala çîroka muzîkjen Boranî dike. Gelek lîstikvanên navdar di fîlmê de lîstine.

(26.10.2022)

Bu makale: Sosyalist Mezopotamya / Sayı: 13 / Aralık 2022 (PDF) yayınlanmıştır.

Kurtefîlmên wî: From Another Angle (1989), A Glance (1990), Golbajî (1991), Z like Zendegi (L like Life, 1991), From Other Point of View (1991), Balcony (1992), Private M. Hosseini (1992), Just a Glance (1992), Barbershop (Sartarash Khane / Barber’s, 1993), Pantol (1993), , The Pigeon of Nader Flew (Nader’s Pigeon Flew, 1994), Again Rain with Melody (1995), Life in Fog (1995), That Man Came Along (1995), Party (1996), Like Mother (1996), God’s Fish (1996), Notebook’s Quote (1996), Ding (1996), Telephone Booth (1997), Ballads of Plain’s Girl (1998), War is Over (2003), Daf (2003)

Çavkanî: 

Kürt Sineması: Yurtsuzluk, Sınır ve Ölüm (Sînemaya Kurdî: Bêwelatî, Sînor û Mirin), Rûpel: 137-204. Nivîskar/Amadekar: Mizgîn Müjde Arslan. Weşanxane: Agora Kitaplığı.

Göçebe İmajlar: Bahman Ghobadi ve Sineması. (Nimayên Koçer: Behmen Qubadî û Sînemaya Wî). Nivîskar: Nîhat Nuyan – Weşanên Avesta

Devletsiz Bir Ulusun Sineması (Sînemaya Neteweyekî Bêdewlet), rûpel: 91-110. Nivîskar: Soner Sert – Weşanên Dipnot.

“Gemideki Hayalet: Türk Sinemasında Kürtlüğün ve Türklüğün Kuruluşu” (Spêleya di Keştî de: Sazkirina Kurdîtî û Tirkatî ya di Sînemaya Tirkî de), rûpel: 330-337. Nivîskar: Sebahattîn Şen – Weşanên Metis.

Hejmara 8emîn ya Kovara Zarema (2016)  

Kaplumbağalar da Uçar (Kûsî Jî Dikarin Bifirin). Nivîskar: Behmen Qubadî – Weşanên Avesta 

http://mijfilm.com/

https://ku.wikipedia.org/wiki/Behmen_Qubad%C3%AE

https://tr.wikipedia.org/wiki/Behmen_Kubadi

https://sinemayaserbixwe.com/di-dile-xwezaya-jiyane-de-ciroken-rastin-texte-res/

https://www.imdb.com/name/nm0315842/

https://iffr.com/en/persons/bahman-ghobadi

***


Rûmet Jî Digîre

Ewrekî di kanîya çavên te de

Hema hema barand û barî.
Tu wekî avê dixwînî

Ên ku di dilê min de derbas dibin.
Cîhanê dît,

Em qewixandin…

Rondikên xwe negirî,
Rûmet jî digîre…
Bihêle, bila rûyê esmanê bê şûştin,
Were şûştin tîrêjên roavabûnê
Yên ku lacîwerd, kesk, zer.

Va ye, em dîsa di berbangê de ne
Tiptazî
Û hêşîn.

Va ye, tu dibêjî qey bayê çiyayê ye
Û va ye, tu dibêjî qey bahor e…

Tu kes nikare, ew nênûka ku em jê dikin
Û ji davêjin re jî tiştekî bibêje.
Tu keça herî bedew
A hemû galaksîyan e,

Ez jî cewher im êdî,
Cewherê tirafê me,
Tirafa sewdaserîyê
A ku Prometheus dişewitand…

Ne di enîya me de şermek,
Ne di binçengê me de
Xaça veşartî.
Me ji vî gelê hez kir
Û ji vî welatê
Ev e sûcê me yê pîroz
Û ê nayê efûkirin…

Helbest: Ahmed Arif

Wergêr: Rûmet Med

*Ev nivîs û werger cara yekem di hejmara 13emîn a kovara Sosyalîst Mezopotamyayê de hate weşandin. (Berfanbar, 2022)