31 Mayıs 2020 Pazar

Ji Kovara "Psychology Kurdî" hejmareke taybet


Kovara derûnnasiyê ya bi kurdî "Psychology Kurdî" ji ber vîrûsa koronayê hejmareke taybet amade kir û vê hejmarê nû, ji bo temaşevanan, li ser malpera kovarê hat weşandin.

Şewba coronayê wekî hemû warên jiyanê bandorê li cîhana weşanê jî dike û gelek kovar û fanzîn di van mehan de bi giştî hejmarên xwe weke pdf diweşînin.

Kovara derûnnasiyê bi kurdî "Psychology Kurdî" di van rojên şewba pandemiyê de, li ser vîrûsa koronayê hejmareke taybet amade kirine û vê hejmara nû li ser malpera kovarê ji bo xwendevanên xwe weşandin.

Di hejmara taybet a kovarê de, Kadîr Örmek nivîseke bi navê "Di Rojên Koronayê de Jûra Wêjekaran” amade kiriye û lêpirsinek di derbarê van rojên şewba koronayê de bi helbestvan û nîvîskaran re kiriye. Di hevpeyvînê de pêşniyarên fîlman û pirtûkan ên nivîskar û helbestvanan jî cih digire. Her wiha di vê hejmara nû de, lînkên lîsteyên fîlmên tendirustiyê jî hatine parve kirin. 

"Psychology Kurdî", yekem kovara Derûnnasî ya bi Kurdî ye û di sala 2016'ê de dest bi weşana xwe kir, 4 salan e weşana xwe didome. Kovara "Psychology Kurdî" çar mehan carekê derdikeve, di nav rûpelên xwe de; nûçe, gotar, hevpeyivîn û nivîsên ku li ser Derûnnasî û Tenduristîyê hatine amade kirin diweşîne û di her hejmara xwe de balê dikişîne mijarên girîng û watedar.

Nûçe: Rûmet Med


Ji Edîtoryayê

Xwendevanên Hêja

Bi şewbeke girseyî ku jê re dibêjin vîrûsa koronayê qeyraneke navneteweyî rû da ku ji aliyê civakî, aborî, siyasî û derûnî ve em hemû mexdûrên wê ne. Herçiqasî, ji bêderfetî yan mecbûrî gelek kesan xebata xwe domand jî jiyana derve rawestiya. Mirovahî ket qonaxeke nû, jiyaneke online dest pê kir û helbet vê rewşê bandor li xebata me jî kir.

Weke me berê jî diyar kiribû mijara dosyaya
me ya hejmara 11an “Koçberî û Derûniya
Koçberiyê” bû. Lê ew derfet nebû ku em çap bikin û bigihînin xwendevanên xwe. Yeke din jî ew bû ku me nikarîbû xwe li vê şewba gerdûnî/giran kor bikin û derbarê wê de nenivîsînin. Bi vê mebestê me xwest bi hejmareke dijîtal ya taybet derkevin pêşberî xwendevanên xwe.

Yek ji taybetmendiya vê hejmarê jî ew e ku bi navê “Bo Vîrûsa Koronayê Pirtûka Xebatê ya Anksiyeteyê” rêberek bo xweparastin û çareseriya bandora koronayê tê de cih digire. Ev pirtûk ji aliyê The Wellness Society (Komeleya Tendirustiyê) ve hatiye amadekirin û bo çend zimanên cîhanê hatiye wergerandin û me jî xwest ku xwendevanên kurd jî jê sûd wergirin.

Ji bilî vê di vê hejmarê de Jan Îlhan KIZILHAN bi nivîsa xwe ya “Tendirustiya Derûnî û Pandemiya Covîd-19ê” derbarê şewbê me agahdar dike û li tendirustiya derûnî dikole.

Necat KESKÎN bi nivîsa xwe ya “Muzîk û Korona an jî di Rojên Koronayê de Muzîk”
reng û dengên muzîkê digihîne me.

Azad DILDAR bi nivîsa xwe ya bi navê “Psî-Korona Şewba Xedar û Derûniya Mirov”; Siyabend ASLAN bi “Vîrûsa Koronayê û Derûniya Mirovan”; Leyla NISÊBÎNÎ “Şewba Koronayê û Bertekên li Hember Wê” bêpergaliyên derûnî û rewşa mirovan radixînin ber çavan.

Yusuf SİYAHTAŞ bi nivîsa xwe ya bi navê “Di Çarçoveya Derûnnasiya Peresanî de Nirxandina Covîd-19ê” bi nêrîneke peresanî Covîd-19ê dinirxîne.

Erdal GÜL bi nivîsa xwe ya kirmanckî “Kovîd-19e û Hîs Dayena ma” bandora Covîd-19ê li ser mirovan berçav dike.

Newroz Xebat YILDIRIM bi nivîsa xwe ya “Covîd-19 û Sendroma Piştî Dermankirina Giran; SPDG” balê dikişîne ser sendroma piştî dermankirina giran.

Nivîseke din ku li bandora koronayê ya li ser zarokan dikole “Parastina Zarokan Ji Vîrûsa Koronayê” ye ku Serwer REZÎKÎ nivîsiye. Em gelekî spasdar in bo ku M.Salih BEDIRXAN ev nivîs latînîze kir û gîhande me.

Bi nivîsa “Di Rojên Koronayê de Jûra Wêjekaran”, hevkarê me Kenan ÖRMEK lêpirsînek derbarê van rojên koronayê de bi helbestvan û nîvîskaran re kiriye.

Bi başbûna rewşê re em dê di demeke kurt de bi hejmara 11an li pêşberî we bin.

Bi hêviya rojên xweş û geş.

Hûn dikarın hejmara taybet ya Psychology Kurdî ji vê lînkê bixwînîn:

https://psychologykurdi.wordpress.com/2020/05/31/psychology-kurdi-hejmara-taybet/

29 Mayıs 2020 Cuma

Kurtehevpeyvîneke bi derhênerê ciwan Abdullah Çeper re


Hevpeyvîn: Rûmet Onur Kaya

Derhênerê ciwan ê kurd Abdullah Çeper, yekem kurtefîlmê xwe yê bi bavê “Hundir” (İnside) di sala 2018’ê de kişand û kurtefîlm, li çarçoveya bernameya 12’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya SineMardînê di beşa Berhevoka Sêwîriya Kurt de hate nîşandan. Derhêner Abdullah Çeper, kêşana kurtefîlmê xwe yê duyem ê bi navê “Qulpik”ê qedandiye û em jî weke malpera Sînemaya Serbixwe, bi derhênerê ciwan re kurteheypeyvîneke kirin.

Hûn dikarin xwe bi kurtî bidin nasîn?

Ez Abdullah Çeper di ala 1997 de li navçeya Qosera Mêrdînê ji dayîk bûm. Min perwerdehîya xwe ya lîseyê li Qoserê qedand. Têkilîya min a bi sînema û hunerê ji salê lîseyê ve dest pê kir û min biryar da ku ez ê beşa sînemayê bixwînim. Di sala 2017'ê de min li bajarê Stenbolê li Zanîngeha İstanbul Şehir Üniversitesi’yê di beşa Sînema û Televizyonê de dest bi perwerdahiyê kir û ez niha jî berdewam dikim.

Fikra projeya kurtefîlmê we ya “Qulpik” çawa derket holê? Hûn dikarin ji bo xwendavanên sînemayê qala kurtefîlmê xwe yê nû bikin?

Fikra projeya kurtefîlmê bêtir di bin bandora jiyana metropolê de derket holê. Ez li Stenbolê dijîm û derfeta min çêbû ku ez di vî bajarî mezin de jiyana mirovên ku ji her tebeqeyê de bibînim û ez bi xwe jî hinek tiştan bijîm. Min li Stenbolê dît ku hinek mirov ji hêla aborî ve zêde tengasîyê de ne, hinek dewlemend in, hinek jî di ortê de mane. Lê tu dewlemend bibe an feqir bibe ferq nake, tu mecbûr î hertim ji bo pêdivîyên jiyana xwe, heq û kedekê bidî. Li vir, heq û keda ku em qal dikin, ku pere be û ku tişteke din be ferq nake lê tu mecbûr î ku bixebite. Min pirseke din jî ji xwe re pirsî û min got ku, ev kedên ku em ji bo pêdivîya xwe didin, çiqas pêwîst e an jî biedalet e û ev sîstema jiyanê ku em jê qal dikin, di derbarê etîk, rastî û şaşîyê de çawa bandorê li nerîna mirovê dike. Fikra fîlmê di vê çarçoveyê de derket, lê fîlm tenê ji vê hêlê ve nehat afirandin, bi tenê hêleke fîlîmê bi vî awayî hate kişandin. Anuha fîlm di pêvajoya post-produksiyonê de ye û ji ber rewşa pandemîyê, em pêvajoya post-produksiyonê ji dûr ve dimeşînin, bi mail û telefonê ez û ekîba post-produksiyonê diaxivin û berdewam dikin. Fîlm, dê di demeke nêz de biqede.

Îsal projeya kurtefîlmê min a nû ya “Qulpik”ê ji aliyê Wezareta Çand û Hunerê ve alîkarî wergirt û me fîlmê xwe yê nû qedandin. Hinekî qala çîroka fîlmê bikim, fîlîm li ser malbateke kurd disekine û ev malbat wextekê mala xwe bar kirine û li Stenbolê bi cih bûne. Di malbatê de tenê karaktera me ya jin a bi navê Asya dişixule, li diya xwe û birayê xwe yî piçûk dinêre û debara xwe bi vî awayî dikin ku rewşa wan ji alîyê aborî ve ne pir baş e. Fîlm, di vê rewşa malbatê de, li ser meseleya wicdan û hewldana Asyayê disekine.

Em ji ber şewba coronayê, ji pêvajoyeke dijwar derbas dibin û vîrusa coronayê wekî ku hemû warên jiyanê, bandorê li xebatên sînemayê jî dike. Hûn di vê pêvajoyê de weke derhênerekî ciwan çi dikin û wextên xwe çawa derbas dikin?

 Ez jî wekî her mirov ji wê rewşê aciz bûm û êşiyam, lê jîyan heye û berdewam dike. Ez wekî derhênerekî ciwan anuha wextê xwe li malê ji xwendin, temaşekirina fîlman re û xebata ser projeya xwe ya “Qulpik”ê derbas dikim. Hişê me ji ber rewşa ku em tê de ne carna mûjil be jî û ku xebat bi me re çiqas dijwar xuya bibe jî wek derhênerek elimandî, bi tenê bûnê ez rûtîna xwe ya xebatê berdewam dikim.

Dîrok: 26.05.2020

Sînemaya Serbixwe - www.sinemayaserbixwe.com

23 Mayıs 2020 Cumartesi

Hosteyê vegotina dîtbarî û helbestkî: Akira Kurosawa


Nivîs: Rûmet Med

“Ji bo nivîsandina senaryoyeke baş, divê mirov roman û lîstikên nivîskarên mezin bixwîne...”*

Di hunera sînemayê de gotineke xweş heye, “kesa/ê ku xewn dibîne, dikare fîlman bikişîne..” Bi rastî jî xewn, ji rastîna xwezaya jiyanê derdikevin holê û dîse bandorê li jiyana mirovan dikin. Hest û ramanan,  li şert û mercên erdnîgariya jiyanê pêk tên û xwe didin der û diguherîn. Hunera heftemîn ango “Sînema” jî xwe li ser bingeha hemû huner, çand, bîranîn, zanist û dîsîplînên ên heyînên jiyanê ava kiriye û gihîştiye bi asteke mezin ku geşedena xwe jî bi awayên cur bi cur û bi gelek cureyên fîlman re didomîne. Di pêvajoya pêşveçûna sînemayê de, fikr û kedên hin sînemavanan gelek mezin û girîng e. Derhênerê navdar ê Japonyayê Akira Kurosawa jî yek ji wan derhênerên mezintir e ku mora xwe li dîroka hunera heftemînê daye. Kurosawa, di fîlmên xwe de qala çîrokên jiyan ên bindest û mezlûmên cîhanê dike û hêvî û têkoşîna wan ên jiyanê nîşan dide û derhêner, atmosferên fîlmên xwe wekî herikîna xewnan kişandine.

Yek ji derhênerên herî serketî û pêşengên rêbaza “Pêla Nû ya Japonyayê” Akira Kurosawa, di dîroka hunera sînemayê û sînemaya Japonyayê de derhênerekî pêşeng û çalaktir e. Kurosawa bi gelek fîlmên xwe yên wekî, “Raşomon”, “Şiçinin no Samurai”, “Ran”, “Dersu Uzala” ku bi nerîneke rastîbîniya civakî û formên hunerî ve hatine kişandin, bandorê li hemû hunera sînemayê kiriye.

Kurosawa, di sala 1910’ê de li serbajarê Tokyoyê ya Japonyayê ji dayîk bû û dayika wî bermalî û babê wî Mamoste bûn û sê xwişk û yek birayê wî hebûn. Akira Kurosawa, ji zarokatiya xwe pê ve hînî dersên eskrîm, kalîgrafî bû û li Dibistana Doşuka ya Hunerên Rojavayê dest bi perwerdehiya wêneyan kir. Di dilê Akira Kurosawayî de, bi bandorê birayê xwe yê deqnivîsê sînemayê û şîrovekarê fîlmên bêdengê dikir, eşqa sînemayê dest pê kir û wî di sala 1929’ê de beşdarî li Yekîtiya Hunermendên Proleteran bû û di pargîdaniyeke fîlman de du salan xebitî.

Akira Kurosawa, alîkariyên derhênerên navdar ên wekî; Eisuke Takizawa, Kajiro Yamamatoyî û Mikio Naruseyî bû û senaryoyên xelatgirtî nivîsandin ku di gelek fîlman de weke alîkarê derhênerê jî xebitî. Derhêner, di sala 1943’ê de yekem fîlmê xwe yê bi navê “Sanjiro Sugata”yê kişand û ev fîlm, ji hêla temaşevan û rexnegirên sînemayê ve gelek hat ecibandin, lê kete sansurê û bi hinceta ku pesnê fikrên feodalê dide, li Amerîkayê jî hate qedexe kirin. Kurosawa, piştî salekê fîlmê “The Most Beautiful” (1944), dûre jî fîlmên xwe yên “The Men Who Tread On the Tiger’s Tail” (1945) û “No Regrets for Our Youth” (1946) kişandin. Derhêner, di 1948’ê de fîlmê xwe yê “Yoidore Tenşi”yê kişand û serlîstikvanê vî fîlmî Toşiro Mifune ji bo sînemaya japonyayê bû yek ji lîstikvanên girîngtir.

Derhênerê ciwan Kurosawa, bi fîlmê xwe sêyem “Raşomon” (1950) re, li seranserê cîhanê gelek deng veda û li Xelatên Akademiyê de di beşa Fîlmê Biyanî ya Baştirîn de Xelata Oscarê û li Festîvala Fîlman a  Navneteweyî ya Venedîkê de Xelata Fîlmê Baştirîn wergirtin. Mijara fîlmê, ji wêjeya Japonî ji bo hunera heftemîn lê hatiye anîn ku çîroka Samurayekî û jina wî, ji çar nêrinan nîşan dide. Akira Kurosawa, piştî vî fîlmî xwe yê biserketî, di 1951’ê de fîlmê “Hakuçi” (The İdiot)”ê ku ji romana nivîskarê navdar ê rûs Dosteyewskîyî ji bo perdeya spî lê hatiye anîn û fîlmê “İkiru”yê (1952) kişandin.

Akira Kurosawa, di sala 1953’ê de fîlmê xwe yê “Şiçinin no Samurai” (Seven Samurai) ku wekî fîlmê “Raşomon”ê yek ji klasîkên dîroka sînemayê tê qebûl kirin, kişand. Fîlm, qala çîroka komeke samurayê ku li dijî heydûtan, gundê cotkaran diparêzin, dike û derhêner di vî fîlmî de teknîkên giran ên sînemayê jî bikaranîne. Ev fîlm, di heman demê de yekem fîlmê şer ê derhêner Kurosawayî ye û bandorê li hemû cîhanê kiriye. Derhêner, di salên 1956-56an de ji berhema şanoyê “Macbeth”ê ya nivîskar û helbestvanê navdar ê cîhanê William Shakespeareyî fîlmê xwe yê “Kumonosu-Jo”, di 1957’ê de ji berhema wêjekarê navdar Maksîm Gorkîyî, fîlmê xwe yê “Donkozu”yê kişandin.

Akira Kurosawa, bi du fîlmên xwe yên dawî re li sînemaya cîhanê û li Hollywoodê pir deng veda. Derhêner, di sala 1959’ê de şîrketa xwe ya fîlman vekir û di 1960’ê de fîlmê “Yocimbo”yê kişand û di derbarê vî fîlmî de tê gotin ku fîlmê klasîk ê navdar “A Fistful of Dollars” yê derhênerê Îtalî Sergio Leoneyî jî ji vî fîlmê îlhama xwe girtiye û “Yocimbo” bandorê li fîlmên western ên sînemaya Îtalyayê kir. Kurosawa, demekê bi şîrketa fîlman a Amerîkayê (DYA) ya bi navê Twentieth Century Fox re hevkarî kir û dest bi kişandina fîlmê "Tora Tora"yê kir û lê derhêner ji ber şertên sînemaya Hoollywoodê vegeriya welatê xwe û fîlm jî di nîvî de maye. "Tora Tora" ji aliyê derhênerekî Amerîkayê ve hatiye temamkirin. Derhêner Akira Kurosawa li welatê xwe, di sala 1970’ê de fîlmê xwe yê “Dodeskaden”ê kişand û ev fîlm li vîzyonê gelek nehate temaşekirin û lê bandoreke neyînî li ser Kurosawayî kir û ji ber vê yekê jî derhêner teşebûsa xwekujîyê kiriye.

"Most Film" a Stûdyoya Fîlman a Yekîtiya Sovyetan di sala 1973’ê de, ji bo kêşana projeya fîlmê “Dersu Uzala” teklîf li Akira Kurosawa kirin. “Dersu Uzala” (1975) ji berhema xwejînenîgariyî ya vebîner û nivîskarê rûs Viladimir Arsenyevî ji bo sînemayê hate kişandin û fîlm, qala çîroka jiyana nêçîrvanekî ku li xwezayê dijî, dike. Derhêner, bi fîlmê xwe yê “Dersu Uzala” re li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Moskovayê Xelata Girovera Zêrîn û di sala 1976’ê de jî li Xelatên Akademiyê di beşa Fîlmê Baştirîn de Xelata Oscarê girtin.

Derhênerê xelatgirtî û biserketî Akira Kurosawa, piştî deh salan bi fîlmê xwe yê bi navê “Kagemuşa”yê (1980) ji nû ve vegeriya sînemayê. Kuroswawa, di vî fîlmî de li ser veguherîna ku di warên hunerên lêkdanê de disekine. Kurosawa, di sala 1985’ê de ji lîstika şanoyê “Kral Lear”ê ya nivîskar William Shakespeareyî, fîlmê xwe yê dîrokî “Ran”ê kişand û derket li pêşberî sînemahezan. Ev fîlm, rûyê cîhaneke ku hatiye serdema xwe ya dawîn temsîl dike û rewşa cîhanê ya tevlihev nîşan dide. “Ran”, li Xelatên Akademiyê di çar beşan de Xelatên Oscarê standin û bi lîstikvanî û dîmenên fîlmê balkêş e.

Derhêner, di 1990’ê de, di 80 saliya xwe de li Amerîkayê fîlmê xwe yê nû “Akira Kurosawa’s Dreams”ê ku ji pênc xewnan pêk hatiye, dikişîne û fîlmê nû ji aliyê rexnegirên sînemayê ve gelek tê ecibandin. Kurosawa, di heman salê de li Xelatên Akademiyê Oscara Rûmetê ya di Hemû Jiyanê de girtiye. Derhênerê nemir Akira Kurosawa, piştî kişandina du fîlmên xwe yên “Rhapsody in August” (1991) û “Madadayo” (1993), di sala 1998’ê de çû ser dilovaniya xwe. Piştî mirina Kurosawayî du senaryoyên wî ji aliyê derhênerên Japonyayê, Takashi Koizumi û Kei Kumai ve bi navên “After The Rain” (1999) û “The Sea is Watching” (2002) weke fîlmên sînemayê hatibûn kişandin.

Çavkanî:

*“Dünya Yönetmenlerinden Sinema Dersleri” Amadekar: Riza Oylum. Rûpel: 17. Başka Yerler Yayınları (2013)

https://en.wikipedia.org/wiki/Akira_Kurosawa

“Yüzyılın 100 Sinema Yönetmeni.” (Rûpel: 96, 97). Nivîskar: Jasper Kalldewey, Anke Stahl, Michael Venhoff, Michael Wengemann. Wergêr: Aysu Erinç û Ethem Erinç. Afa Yayınları. (1999)

“Dünya Yönetmenlerinden Sinema Dersleri” Amadekar: Riza Oylum. Başka Yerler Yayınları (2013)

“Uzakdoğu Sineması”, Beşa: Japon Sîneması. Nivîskar: Riza Oylum. Seyyah Kitap (2016)

Fîlmografîya Akira Kirosawa: https://www.imdb.com/name/nm0000041/

16 Mayıs 2020 Cumartesi

Derhênerê hemû cureyên fîlman: Stanley Kubrick


Nivîs: Rûmet Med

Hunera heftemîn “Sînema”, karê afirandina atmosferê ye û di nava xwe de; reng û dengên xwezaya jiyanê dihewîne. Derhêner, fikr û ramanên xwe, bi zimanê sînemayê dide der û me derdikeve rêwîtiyekê û li kolan, xwezaya cîhanê û fezayê de digerîne. Sînema, ronîyeke germ û ciwan e, û wê rastîn û xiyalên jiyanê bi awayekî cur bi cur tîne zimên û dibe rengê şînbûnê. Di hunera heftemîn de hin derhêner hene, mora xwe li dîroka sînemayê dane û fîlmên nejibîr û bêhempa kişandine. Yek ji wan derhênerên nemir ên cîhanê jî Stanley Kubrick e.

Derhênerê navdar Stanley Kubrick, di 1928’ê de li New Yorka Amerîkayê ji dayîk bûye û bi eslê xwe cihû ye. Kubrick, ne girêdayî bi tu olê mezin bûye û di gelek hevpeyvînên xwe de jî eşkere kirine, ateîst e. Derhêner, di ciwaniya xwe de, bi salan wênekêşî kiriye û hêj di 14 saliya xwe de, wêneya rojnamefiroşek ku ji ber nûçeya mirina Serokê DYA’yê ya wê demê Rooseveltî, xemgîn bûye û ketiye erdê, ji kovara Look’ê re firotî ye û piştî sê salan, li kovara Look’ê dest bi karê kir û weke nûçegihanê fotoyan xebitî. Derhêner; li ser mijar û çîrokên her fîlmên xwe çend salan xebitîne, hema hema di hemû cureyên sînemayê de fîlman kişandine û hemû fîlmên wî jî ji bo dîroka sînemayê weke berhemên sereke tên bi nav kirin.

Stanley Kubrick, di 1947’ê de bi hevala xwe ya dibistanê Taba Metzê re zewicî û di sala 1952’ê de ji jina xwe qetiya. Kubrick, piştî vê zewacê, bi Ruth Sobotkayê re zewicî. Derhêner, ji karê xwe yê wênekêşîyê îstîfa kir û di sala 1950’ê de di derbarê boksorê Walter Cartierî de, belgefîlmeke bi navê “Day of the Fight” û piştî salakê jî belgefîlma xwe ya “The “Flaying Padre” kişandin.

Kubrick, yekem fîlmê metrajdirêj ê xwe yê “Fear and Desire” (1953) bi piştgirîya malbat û hevalên xwe re kişand. Derhêner, di vê fîlmê xwe de qala hewlên jiyanê yên komeke leşkeran ku ketine xetên (sînor) dijminanê dike. Di nava fîlmên Kubrickî de nerîneke dîyalektîk û zimanekî felsefîk xwe dide der. Di fîlmên xwe de li ser diyardeyên guherîn û veguherînê de disekine, qala jiyanên mezlûman û rewşa çînî û stemkariya cîhanê dike ku rûyê şert û mercên jiyanên daringî û arişî nîşan dide.

Derhêner, di sala 1953’yê de metrajdirêj a xwe ya duyem a bi navê “Killer’s Kiss” û dûre jî fîlmê “The Killing” (1956) kişandin. Kubrick bi van fîlman ve hêdî hêdî li Hollywoodê deng veda. Di dîroka 1957’ê de fîlmê xwe yê nû “Paths of Glory”ê kişand û bi vî fîlmê, fikr û ramanên xwe yên li dijî mîlîtarîzmê û şerê bi awayekî xurt û geş, dide ber çavan. Fîlm, ji aliyê rexnegirên sînemayê ve gelek hate ecibandin û lê li salonên sînemayê gelek nehat temaşekirin. Stanley Kubrick, di 1958’ê de bi lîstikvana sînemayê Susan Chiristian re zewicî.

Derhêner Stanley Kubrick, di sala 1959’ê de bi fîlmê xwe yê navdar “Spartakus” re derket li pêşberî temaşevanên sînemayê. Piştî vî fîlmê vegeriya Îngilîstanê, di 1961’ê de fîlmê “Lolita”yê ku ji romana nivîskar Vlidimir Nabokovî ji bo sînemayê lê hatiye anîn, kişand. Stanley Kubrick ji sala 1964’an bi vir ve ji hemû cureyên sînemayê fîlman kişandine. Derhêner, bi fîlmê xwe yê “Dr. Strangelove” re dîsa rexneyî li mîlîtarîzmê û şerê kir û rûyê pêşbaziya biçekdarbûnê û bobelatên atomê nîşan dida. Di xwezaya fîlmên Kubruckî de, bikaranîna muzîkên klasîk û rengên atmosferên cihan cihekî taybet digirin ku fîlm û muzîkan li hev tên.

Stanley Kubrick, di dîroka 1968’ê de fîlmê xwe yê navdar “2001: A Space Odssey”ê qediya û kêşana fîlmê nû ya Kubrickî sê salan berdewam kirin. “2001: A Space Odssey” bi cureya pevxistina zanistî hat kişandin, heta wê demê li seranserê cîhanê, ji aliyê teknîk û efektan fîlmekî wisa nehatibû kişandin. Kubrick, di sala 1971’ê de, ji romana “A Clockwork Orange” ya nivîskar Anthony Burgessî, fîlmê xwe yê nû kişand û di vê fîlmê xwe de qala çîroka futurist (paşrojî) a civakeke şîdetxwazê dike û rewş û mercên cîhanê dide ber çavan. Kubrick, di navbera salên 1973-75’an de fîlmekî dîrokî yê bi navê “Barry Lyndon”ê ku qala çîroka jiyana mêrekî îrlandî dike, dikişîne û sehneyên vê fîlmê Kubruckî ji aliyê dîtbarî balkêş e û dişibe wêneyên wênesazên nûjen hatiye kişandin. “Barry Lyndon” li Xelatên Akademiyê di çar beşan de xelat girtin.

Derhênerê biserketî Stanley Kubrick, di 1979’ê de fîlmê xwe yê “Shining”ê ku ji romana nivîskarê navdar Stephan Kingî ji bo sînemayê lê hatiye anîn, kişand. Cureya fîlmê “Shining”ê tirs/libarbûn e û qala jiyana mêrekî û malbata wî dike. Kubrick, di sala 1987’ê de ji nû ve li dijî şerê, fîlmekî bi navê “Full Metal Jacket” dikişîne û ev fîlm, salên Şera Vîetnamê nîşan dide ku li ser rûyê şerê û psîkolojîya mirovan disekine û dilê aşîtî û qencîyê tîne zimên. Stanley Kubrick, fîlmê xwe yê dawîn “Eyes Wide Shut”ê di sala 1999’ê de kişand, û derhêner piştî vî fîlmê jiyana xwe ji dest da. Derhênerê mezin Stanley Kubrick, di jiyana xwe ya sînemayê de, Xelatên Ocsar û BAFTA’yê jî tê de li bernameyên gelek festîvalên fîlman xelat wergirtin û bandorê li hunera heftemînê kir û wî vebêjanên estetîk û rastînê pevgihandin. Kubrick, ji bo dîroka hunera sînemayê bû mamosteyekî nemir.

https://www.youtube.com/watch?v=DqmgW79JvPM

Çavkanî:

https://en.wikipedia.org/wiki/Stanley_Kubrick

“Yüzyılın 100 Sinema Yönetmeni.” (Rûpel: 94, 95). Nivîskar: Jasper Kalldewey, Anke Stahl, Michael Venhoff, Michael Wengemann. Wergêr: Aysu Erinç û Ethem Erinç

Weşanxane: Afa Yayınları. (1999)

“Sinema Tarihi” (Rûpel: 84). Nivîskar: Gerard Betton. Wergêr: Şirin Tekeli

Weşanxane: İletişim Yayınları. (1990)

https://www.imdb.com/name/nm0000040/




5 Mayıs 2020 Salı

Xelatên Akademiyê rêzîkên nû û demborî eşkere kirin


Nûçe-Nivîs: Rûmet Med

Ji ber vîrusa Coronayê gelek festîvalên fîlman hatin taloqkirin an jî vê salê weke online bêne li darxistin. Her wiha 20 festîvalên fîlman ên navneteweyî biryarek girtibûn û bi hev re dê festîvalê li dar bixin. Xelatên Akademiyê jî rêzîkên nû û demborî eşkere kirin.
Ji ber şert û mercên vîrusa Coronayê, wekî gelek festîval û çalakî, Xelatên Akademîyê (Oscar) jî ji bo salekê hin rêzîkên xelatan guhêrtine û li gorî vê fîlmên ku di cihên dîjîtal de hatine çêkirin jî bêne qebûl kirin.

Li gorî nûçeya ku di malpera kovara sînemayê “Altyazı” de cih digire, Lijneya Kargêrîyê ya Akademiyê eşkerekirin ku ji bo 93’emîn Xelatên Akademiyê, ji bo salakê fîlmên ku di cihên dîjîtal de hatine çêkirin jî di beşa “Fîlmê Baştirîn” de bêne qebûlkirin. Di Xelatên Oscarê de îsal beşên Miksaja Dengê û Pevxistina Dengê jî hatiye bi yek kirin û bûye Dengê Baştirîn.
Li gorî rêzîka Akademiyê, ji bo berendam nîşandanê, divê fîlman li sînemayeke bazirganî ya Los Angelesê herî kêm 7 rojan û di rojê sê seansan li vîzyonê bimîne. Lê ji ber vîrusa Coronayê li seranserê cîhanê ji dîroka 16’ê Adarê bi vir de, salonên sînemayê hatin girtin û kişandina fîlm û rêzefîlman hate rawestandin. Li gorî vê guhêrîna Akademiyê fîlmên ku di platformên dîjîtal de hatine weşandin jî, tenê ji bo salekê bo Xelatên Akademiyê bêne qebûlkirin. Li gorî vê rêzîka demborî, divê van fîlman piştî nîşandana dîjîtal, di nava 60 rojan de, ji endamên Akademiyê re weke online di “Mezela Danîşan” a taybet de bê nîşandan û divê li rêzîkên din jî guncan be. Piştî ku vekirina salonên sînemayê û li dû dîroka ragihandina fermî ya Akademiyê, vê rewşa demborî dê bi dawî bibe û dê rêzîkên standart bidome. Piştî vê dîrokê digel bajarê Los Angelesê, fîlmên ku li bajarên New York, Bay Area, Chicago, Florida, Miami, Atlanta û Georgiayê jî ketine vîzyonê, bo beşa peşbirkê bêne qebûl kirin. Her wiha fîlmên ku bo festîvalên fîlman hatine qebûl kirin lê, festîvalên van hatine taloqkirin û weke online derdikevine li pêşberî sînemahezan, van fîlman jî dikarin li Xelatên Akademiyê bikevin pêşbaziyê.

Bo beşa Fîlmê Baştirîn ya Navneteweyî jî rêzikeke nû hatiye diyarkirin û li gorî vê endamên Akademiyên, bi şerta temaşekirina hejmareke diyarkirî yên fîlman, di derbarê fîlmên berdendam de bo pêşebijarî dikarin bibin xwedî gotinê
Di sala 2020’ê de Akademî di heman demê de dê xatirê jê formata DVD’yê bixwaze û ji 2021’ê pê ve, fîlmên ku bi formata DVD re hatine amadekirin nayên û tenê parvekirinên dîtîtal bête qebûl kirin.



20 festîvalên fîlman ên navneteweyî biryarek girtibûn û bi hev re dê festîvaleke bi navê “We Are One: A Global Film Festival”
li dar bixin. Vaye navên 20 festîvalan:

Festîvala Fîlmên Anîmasyonê ya Navneteweyî ya Annecyê, Festîvala Fîlman a Berlînê, Festîvala Fîlman BFI ya Londonê, Festîvala Fîlman a Cannesê, Festîvala Fîlman a Guadalajarayê, Xelatên ve Festîvalên Fîlman a Makaoyê, (IFFAM), Festîvala Fîlman a Qudsê, Festîvala Fîlman a Mumbaiyê (MAMI), Festîvala Fîlman a Karlovy Varyê, Festîvala Fîlman a Locarnoyê, Festîvala Fîlman a Marakeşê, Festîvala Fîlman a New Yorkê, Festîvala Fîlman a San Sebastianê, Festîvala Fîlman a Saraybosnayê, Festîvala Fîlman a Sundanceê, Festîvala Fîlman a Sydneyê, Festîvala Fîlman a Tokyoyê, Festîvala Fîlman a Torontoyê, Festîvala Fîlman a Tribecayê û Festîvala Fîlman a Venedîkê.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Kurtefîlmê Agnès Vardayê weke online hat vekirin


Derhêner, senarîst û wênekêşa navdar a cîhanê Agnès Varda yek ji pêşengên rêbaza “Pêla Nû” ya Fransayê ye. Agnès Varda, bi fîlm û belgefîlmên xwe yên wekî: “Cléo de 5 à 7″, “La Pointe Courte”, “Le Bonheur”, “Les Créatures”, “Daguerréotypes”, “L’une Chante, L’autre Pas”, “Sans Toit Ni Loi”, “Les Glaneurs Et La Glaneuse”, “Les Plages of Agnès” tê naskirin. Derhênera nemir, di jiyana xwe ya sînemayê de gelek fîlmên dirêj, belgefîlm û kurtefîlman jî tê de ji zêdetirî 50 fîlman kişandin û li gelek festîlvalên fîlman ên navneteweyî xelat girtin. Agnès Varda di dîroka 29’ê meha Adara 2019’ê de jiyana xwe ji dest da.

Li gorî nûçeya ku di malpera Gazete Duvar’ê de cih digire, kurtefîlmê bi navê “The Little Story of Gwen from French Brittany” (2008) ya Agnès Varda, ji bo sînemahezan li ser Youtubeê weke online û bêpere hat vekirin. Di Kurtefîlmê de Agnès Varda bi kamera xwe, hevala xwe ya bi navê Gwen Degliseyê dişopîne. Gwen Deglise û Agnès Varda di sala 1996’ê de li Parîsê hevdu naskirine û piştî vê dîrokê Deglise çûye Los Angelesê. Gwen Deglise îro seroka kuratora ya American Cinematheque’yê ye.


Gwen Deglise, kurtefîlmê “The Little Story of Gwen from French Brittany” ku peydekirina zehmet e, rêkiriye American Cinematheque’yê û nameyeke jî nivîsandiye. Di nameyê de Deglise dibêje ku “Agnès Varda min teşwîq kir ku 26 sal berê ez biçim Los Angelesê û cesaret da min da ku bikevim li pey American Cinemathequeyê.” Gwen Deglise diyar kir ku “Meraqa Agnès Vardayê bêdawî û mebesta wê ya ji bo jiyanê bêsînor bû. Di fîlmên wê de afirînerîyeke bêdawî hebû û mirov jê îlham wergirtibû. Nêzîkbûna wê berbijarî bû.”

Nûçe: Rûmet Med

Dîrok: 9'ê Avrêla 2020'ê

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Li gorî Taste of Cinema: "20 Fîlmên Helbestkî yên Herî Serketî"


Dema ku behsa rêbaza Sînemaya Helbestkî tê kirin, bêguman pêşiyê navê derhênerê nemir Andreî Tarkovsky tê bîra mirovan. Tarkovsky, bi fîlmên xwe yên wekî “Zerkalo”, “Solaris”, “Stalker”, “Nostalgia”, “Offret” û “Ivanovo Detstovo” û “Andrei Rublev” mora xwe da li dîroka hunera sînemayê. Tarkovsky bandorên gelek girîng û mezin li ser hunera heftemîn û temaşevan û derdorên sînemayê kiriye û bi fikr, hest û ramanên xwe her tim dê nemir bimîne.
Rêbaza Sînemaya Helbestkî li dilê xweza, feza û jiyanê; bi dîmen, peyv û atmosfera xwe zimanekî helbestkî diafirîne û temaşevanên xwe di rêwîtiyeke bêhempa û derasayî de digerine.
Malpera Taste of Cinema di sala 2016ê de lîsteyeke fîlman amade kiribûn û di lîsteyê de 20 Fîlmên Helbestkî yên Herî Serketî bo temaşevanên sînemayê bi rêz kiribûn. Di lîsteyê de fîlmê “Zerkalo” (Neynik, 1975) yê Andreî Tarkovsky û belgefîlma “The House Is Black” (Xanî Reş e, 1963) ya Furûx Ferroxzad jî cih digirin.


Li gorî Taste of Cinema: “20 Fîlmên Helbestkî yên Herî Serketî”:
1. “Zerkalo” (The Mirror, 1975) / Derhêner: Andreî Tarkovsky
2. “The Corridor” (1995) / Derhêner: Sharunas Barthas)
3. “The Wind Will Carry Us” (1999) / Derhêner: Abbas Kiarostamî
4. “The Color of Pomegranates” (1969) / Derhêner: Sergei Parajanov
5. “Post Tenebras Lux” (2012) / Derhêner: Carlos Reygadas
6. “Touki Bouki” / (1973) / Derhêner: Djibril Diop Mambety
7. Landscape Suicide (1987) / Derhêner: James Benning
8. “Colossal Youth” (2006) / Derhêner: Pedro Costa
9. “Meshes of the Afternoon” (1943) / Derhêner: Maya Deren ve Alexander Hammid
10. “Gummo” (1997) / Derhêner: Harmony Korine
11. “Fata Morgana” (1971) / Derhêner: Werner Herzog
12. “Window Water Baby Moving” (1959) / Derhêner: Stan Brakhage
13. “Institute Benjamenta” (1995) / Derhêner: Stephen û Timothy Quay
14. “L’atalante” (1934) / Derhêner: Jean Vigo
15. “Walkabout” (1971) / Derhêner: Nicholas Roeg
16. “Damnation” (1988) / Derhêner: Bela Tarr)
17. “The Arrival of a Train at La Ciotat Station” (1896) / Derhêner: The Lumiere Brothers)
18. “Beau Travail” (1999) / Derhêner: Claire Denis
19. “The House Is Black” (1963) / Derhêner: Forugh Farrokhzad
20. “Leviathan” (2012) / Derhêner: Lucien Castaing-Taylor, Verena Paravel

Nivîs-Nûçe: Rûmet Med

Dîrok: 18'ê Adara 2020'ê

Li Êlihê çar lîstikên şanoyê


Li Êlihê di çarçoveya bernameya Tiyatro Ritüelê de çar lîstikên şanoyê hatibû eşkerekirin. Di bernameya meha Sibatê de, du lîstikên Koma Şanoya Jan (Ûrmiye û Tehran) jî du rojan hat leyîstin.



Lîstika şanoyê “S ya Dawiyê” ku ji aliyê Koma Şanoya Jan (Tehran) ve hate amadekirin, di 19-21ê Sibatê de û lîstika bi navê “Çêlek” ku ji aliyê Koma Şanoya Jan (Ûrmiye) ve hat amadekirin jî 20-22yê Sibatê de derdiketin li pêşberî şanohezan. Lîstika “Ada” di 18ê Sibatê de hat leyîstin û di îro ji nû ve bête leyîstin. Lîstika “Kabîl Ha Habîl” jî di dîroka 28ê mehê de careke din derdikeve li pêşberî şanohezan.
Lîstika “Ada” ji aliyê Ercan Çelîk û Ûgûr Orak re hatiye amadekirin û du rojan derket li pêşberî şanohezan. Muzîkên şanoyê Ridvan Ruzgar çêdike.





Lîstika şanoyê bi navê “S ya Dawiyê” ji aliyê nivîskar û derhêner Dunya Goftarî re hatiye nivîsandin û ji aliyê Koma Şanoya Jan (Tehran) ve du roj hat leyîstin. Muzîkên şanoyê Çîçek Taşdemîr çêdike.




Lîstika “Ada” di 18ê Sibatê de hat leyîstin û di îro ji nû ve bête leyîstin. Lîstika bi navê “Kabîl Ka Habîl” jî di dîroka 28ê mehê de careke din derdikeve li pêşberî şanohezan.

Nûçe-Nivîs: Rûmet Med
Wêne: Sînemaya Serbixwe

Dîrok: 25'ê Sibata 2020'ê


Li gorî Indiewireyê; 10 Fîlmên Baştirîn ên Pedro Almodóvarî


Yek ji derhênerên herî serketî yên sînemaya Spanî Pedro Almodóvar, li cîhanê bi gelek fîlmên xwe ve tê naskirin û fîlmên wî li festîvalên fîlman ên navneteweyî xelat standine.
Derhênerê Arjantînî Pedro Almodóvar ligel derhênera navdar Lucrecia Martel re yek ji derhênerên herî bandorker û serketî yên sînemaya Spanî û sînemaya serbixwe ne.

Malpera sînemayê Indiewire di sala 2019’ê de derbarê fîlmên Pedro Almodóvarî de lîsteyeke amadekiribûn û di lîsteyê de li gorî malperê, 10 fîlmên baştirîn ên derhêner Almodóvarî ji bo sînemahezan hatibû weşandin.Di fîlmên Almodóvarî de hêmanên melodram hatine bikaranîn û tê de vegotinên kompleks, hêmanên queer, çand û stranên populer, reng û dekorên xurt xwe didin der. Derhênerê navdar Pedro Almodóvar, herî dawî fîlmê xwe yê bi navê “Dolor y Gloria” kişand û li bernemayên Cannesê, Xelatên Akademiyê, BAFTA, Girovera Zêrîn, César û Goya jî têde di gelek festîvalên fîlman de xelat girtin.


Li gorî Indiewire’yê 10 Fîlmên Baştirîn ên Pedro Almodóvarî:

1. Bad Education (2004)
2. All About My Mother (1999)
3. Talk to Her (2002)
4. Volver (2006)
5. Matador (1986)
6. Tie Me Up! Tie Me Down! (1989)
7. Women on the Verge of a Nervous Breakdown (1988)
8. Live Flesh (1997)
9. Law of Desire (1987)
10. Broken Embraces (2009)

Nûçe-Nivîs: Rûmet Med

Dîrok: 25'ê Avrêlê - 2020

Li Geverê Pêşangeha “Heskîf”



Piştî bajarê Colemêrgê (Hekarî) li Geverê bi mijara “Heskîf” pêşangeha wêneyan a bi navê ‘Qêrîna Bêdeng’ ku ji wêneyên Rojnamevan-Nûçegihanê Fotoyan Ciwan Deger re pêk tê, bi beşdarî gelek wênehezan ve îro hate li darxistin.
Berpirsê Weşanê yê Giştî ya Gazete Sokak’ê Ciwan Deger ji salên dirêj ve Rojnamevanî û Nûçegihanê Fotoyan dike û Deger 20’emîn Pêşangeha xwe ya Wêneyan bi navê “Qêrîna Bêdeng” (Sessiz Çığlık) vekir û Rojnamevan Ciwan Deger diyar kir ku Pêşangeha “Heskîf” wê li bajarê Wanê li Şaredariya Rêya Ermûşê (İpekyolu Belediyesi) û li Êlihê bidome






Pêşangeha bi navê “Heskîf” yê Rojnamevan Ciwan Degerê, ji 35 wêneyên Bendava Ilisûyê û Navçeya Heskîf a Êlihê 12 hezar salî û dîrokî ku dê bin avê de bê hiştin, ve pêk tê û piştî bajarê Colemêrgê li Avahiya Xizmetê ya Şaredariya Geverê bi beşdarî gelek wênehezan ve hate li darxistin.

Nûçe: Rûmet Med (Rûmet Onur Kaya)
Wêneyên li jêr: Sînemaya Serbixwe

Dîrok: 19'ê Îlona 2019'ê

3 Mayıs 2020 Pazar

Aldous Huxley'in "Algı Kapıları" kitabı üzerine kısa bir yazı


Yazı: Rûmet Med 

Çoğu yanılgı dolu parçaları değil, gerçeği yansıtan bütünü görmek insana bilincin rengini, ufkun aydınlığını ve cennetin baharlarını getirir.

Gerçeği bilmek ve görmek için kuru/ezbere bilgiler ya da çerçevede asılan beyaz diplomalar yetmez. Gerçeğin ezgileri ve sözcükleri; bilinçli bilgi ve düşünsel bir çaba ile ortaya çıkar ve görünürler, algı kapıları gerçeğin önünde duran renksiz bir duvardır. Ünlü şair William Blake'nin deyişiyle; "Eğer algı kapıları temizlenseydi her şey insana, olduğu gibi görünürdü; sonsuz.."


Aldous Huxley, "Cesur Yeni Dünya" kitabında olduğu gibi "Algı Kapıları: Cennet ve Cehennem" adlı eserinde de okuyucusunu gerçeğin sözcüklerinde dolaştırıyor. Konusunu bilimsel bir örnek üzerinden açıklamaya ve tartışmaya başlayan Huxley, algı ile bilincin nasıl oluştuğunu temellendiriyor. Diyalektik felsefe bağlamında algının oluşum sürecinden bahseden yazar, insanın algısını, yaşamını ve belleğini biçimlendirenin, hayatın akışında karşılaştığı şeyler olduğunu anlatıyor. Bilincin algı seviyesi ile birlikte, sonradan çeşitli yollarla kazanılan bir süreçle ortaya çıktığını ve geliştiğini aktaran yazar, genel olarak algının ve bilincin nasıl bir gelişim doğası olduğunu ve aralarındaki etkileşimli süreci bilimsel örnekler ile açıklıyor.

Dünyaca ünlü Polonyalı yönetmen Krzysztof Kîeślowski, 10 televizyon filminden oluşan "Dekalog"un 8. filminde geçen bir cümlede, diyalektik gerçekçi bir bakışla "Şartlar iyinin ya da kötünün ortaya çıkmasına neden olur" der ve bir bebeğin doğarken masum olduğunu, var olan toplumsal şartların insanın bilinci ile hayatını şekillendirdiğini anlatır. Evet tıpkı ünlü ingiliz edebiyatçı Edgar Allan Poe'nun dediği gibi "Gördüklerinizin yalnızca yarısına inanın, duyduklarınızın hiçbirine..." gerçeği yalnız saf gerçeği insan ancak böyle bulabilir. Gene yazarın bir hikayesinde geçen bir cümle ile "Gerçek her zaman bir kuyunun dibinde değildir.." gerçek belki en yakındadır, belki evrenin derinliklerinde bir yerde. Gerçek kimi zaman yüzlerce yıl sonra anlaşılabilir, kara sisler ve kirli sözcüklerle sesi soluğu duyulmaz, görülmez ve anlaşılmaz hale getirilebilir. Yine Edgar Allan Poe'nun bir cümlesi ile, "Gerçek daha çizmelerini giyerken, yalan dünyayı dolaşır.." Tarihin en büyük filozoflarından düşünce insanı ve aydın Karl Marx'ın ifadesi ile "Görünen gerçek olsaydı bilime gerek kalmazdı.." ve 2014 yılında çekilen "Birdman" filminde geçen replikteki gibidir gerçek; “Bir şey neyse odur, o şey hakkında söylenenler değil..."

Kuşkusuz büyük düşünür Aldous Huxley'in dünyanın her yerinde büyük ilgi görüp onlarca dile çevrilen; "Cesur Yeni Dünya", "Ada", "Sese Karşı Ses", "Maymun ve Öz", "Edebiyat ve Bilim", "Cesur Yeni Dünya Ziyaret" gibi eşsiz eserlerinden birisi olan "Algı Kapıları: Cennet ve Cehennem" kitabı üzerine, bir çok şey söylenebilir, bilimsel makaleler yazılabilir, ufuk açıcı söyleşiler yapılabilir. Huxley, gerçeğin yalnızca saf gerçeğin kalıcı olduğunu ve karanlık ortasında bir günışığı gibi açıp sonsuz baharları getireceğini eserinde okuyucusuna anlatmaya çalışmaktadır...

"Algı Kapıları: Cennet ve Cehennem"
Yazar: Aldous Huxley
İngilizce Aslından Çeviren: Mehmet Fehmi İmre. 150 sayfa. İmge Kitabevi

*Fotoğraf: Rûmet Med