Slider

Tema resimleri kelvinjay tarafından tasarlanmıştır. Blogger tarafından desteklenmektedir.

Video

Welat

Wêje

Pirtûk

Huner

Dîrok

Nûçe

» » » » » » » » » » » » » » » » » » » » Kurtefîlmê Agnès Varda’yê weke online hat vekirin


Derhêner, senarîst û wênekêşa navdar a cîhanê Agnès Varda yek ji pêşengên rêbaza “Pêla Nû” ya Fransayê ye. Agnès Varda, bi fîlm û belgefîlmên xwe yên wekî: “Cléo de 5 à 7″, “La Pointe Courte”, “Le Bonheur”, “Les Créatures”, “Daguerréotypes”, “L’une Chante, L’autre Pas”, “Sans Toit Ni Loi”, “Les Glaneurs Et La Glaneuse”, “Les Plages of Agnès” tê naskirin. Derhênera nemir, di jiyana xwe ya sînemayê de gelek fîlmên dirêj, belgefîlm û kurtefîlman jî tê de ji zêdetirî 50 fîlman kişandin û li gelek festîlvalên fîlman ên navneteweyî xelat girtin. Agnès Varda di dîroka 29’ê meha Adara 2019’ê de jiyana xwe ji dest da.
Li gorî nûçeya ku di malpera Gazete Duvar’ê de cih digire, kurtefîlmê bi navê “The Little Story of Gwen from French Brittany” (2008) ya Agnès Varda, ji bo sînemahezan li ser Youtubeê weke online û bêpere hat vekirin. Di Kurtefîlmê de Agnès Varda bi kamera xwe, hevala xwe ya bi navê Gwen Deglise’yê dişopîne. Gwen Deglise û Agnès Varda di sala 1996’ê de li Parîsê hevdu naskirine û piştî vê dîrokê Deglise çûye Los Angelesê. Gwen Deglise îro seroka kuratora ya American Cinematheque’yê ye.


Gwen Deglise, kurtefîlmê “The Little Story of Gwen from French Brittany” ku peydekirina zehmet e, rêkiriye American Cinematheque’yê û nameyeke jî nivîsandiye. Di nameyê de Deglise dibêje ku “Agnès Varda min teşwîq kir ku 26 sal berê ez biçim Los Angelesê û cesaret da min da ku bikevim li pey American Cinemathequeyê.” Gwen Deglise diyar kir ku “Meraqa Agnès Varda’yê bêdawî û mebesta wê ya ji bo jiyanê bêsînor bû. Di fîlmên wê de afirînerîyeke bêdawî hebû û mirov jê îlham wergirtibû. Nêzîkbûna wê berbijarî bû.”

Nûçe: Rûmet Med

Dîrok: 9'ê Avrêla 2020'ê

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

«
Pêşve
Sonraki Kayıt
»
Paşve
Önceki Kayıt

Hiç yorum yok:

Leave a Reply