Yek ji derhênerên herî serketî yên sînemaya Spanî Pedro Almodóvar, li cîhanê bi gelek fîlmên xwe ve tê naskirin û fîlmên wî li festîvalên fîlman ên navneteweyî xelat standine.
Derhênerê Arjantînî Pedro Almodóvar ligel derhênera navdar Lucrecia Martel re yek ji derhênerên herî bandorker û serketî yên sînemaya Spanî û sînemaya serbixwe ne.
Malpera sînemayê Indiewire di sala 2019’ê de derbarê fîlmên Pedro Almodóvarî de lîsteyeke amadekiribûn û di lîsteyê de li gorî malperê, 10 fîlmên baştirîn ên derhêner Almodóvarî ji bo sînemahezan hatibû weşandin.Di fîlmên Almodóvarî de hêmanên melodram hatine bikaranîn û tê de vegotinên kompleks, hêmanên queer, çand û stranên populer, reng û dekorên xurt xwe didin der. Derhênerê navdar Pedro Almodóvar, herî dawî fîlmê xwe yê bi navê “Dolor y Gloria” kişand û li bernemayên Cannesê, Xelatên Akademiyê, BAFTA, Girovera Zêrîn, César û Goya jî têde di gelek festîvalên fîlman de xelat girtin.
Li gorî Indiewire’yê 10 Fîlmên Baştirîn ên Pedro Almodóvarî:
1. Bad Education (2004)
2. All About My Mother (1999)
3. Talk to Her (2002)
4. Volver (2006)
5. Matador (1986)
6. Tie Me Up! Tie Me Down! (1989)
7. Women on the Verge of a Nervous Breakdown (1988)
8. Live Flesh (1997)
9. Law of Desire (1987)
10. Broken Embraces (2009)
Nûçe-Nivîs: Rûmet Med
Dîrok: 25'ê Avrêlê - 2020
Hiç yorum yok: