Ligel makîneyên wêneyan ên "Zenit", markeya "Zorki" (salên 1940 û 50'an) û gelek markayên din ên Soyvetan, di salên 1960, 70 û 80'an de weke reş-spî û rengîn hatibûn afirandin û ji hemû welatên cîhanê re hatine hinarekirin (Îxraç) û bi vî awayî berbelav bûne. "Zenitan"; sivik, pihêt û di heman demê de jî buhayê wan erzan bûn, ji ber vê yekê jî ji aliyê gelek kesan ve hatine bikaranîn. Hin modelên van makîneyan; "Zenit E", "Zenit122 ", "Zenit 12xp", "Zenit TTL", "Zenit EM", "Zenit ET", "Zenit 11" in.
Îroyîn jî li ser cîhanê gelek meraqdar û bikarînerên van makîneyên wêneyan hene.. Pêşveçûnên ku di warên teknolojî û zanîstî de, bandorê li hemû tiştî kir û di salên dawî de, makîneyên wêneyan ku cûr be cûr û ful bixwe (otomatîk) hatin çêkirin û hilberandinên wan bi awayekî bi lez û bêrawest didome.
Bi giştî berbelavbûna amûrên wêne kişandinê (bi saya telefonên berîkê, tablet hwd.) ji bo wênekêşîyê him bandorên erênî him jî bandorên neyînî dike. Îroyîn bikaranîna poz û fîlmên makîneyan hêdî hêdî kêmtir dibe û kêm peyda dibin ku cihê xwe didin makîneyên wêneyan û telefonên bicamera yên nû. Lê belê makineyên wêneyan ên berê ti carî winda nabin û dê hertim bimînin ..
Wêneyan, demên ku em tê de dijîn didin sekinandin û dibin bîrewerên me yên zîndewer.. Wan mîna neynikeke bêmij û wekî çavên zelal dibînin, ji ruhê çax û demê didin der û dibin hişê dem û demsalan. Wêneyên ku berê hatine kişandin, bi rastî jî di wan de ruheke xweş û jidil hebûn. Mirov, bêrîya reng û ruhê wêneyên berê dike û ew rojên berê tên ber çavên mirov...
Nivîs: Rûmet Med
Dîrok: 01.11.2018
Hiç yorum yok: