Slider

Tema resimleri kelvinjay tarafından tasarlanmıştır. Blogger tarafından desteklenmektedir.

Video

Welat

Wêje

Pirtûk

Huner

Dîrok

Nûçe

» » » » » » » » » » » » » » » » Helbest û Banga Fîlmê “Nêrîna Ulyssesê” (Ulysses’in Bakışı)


Li ser cîhanê, hevok û helbestên wisa henin ku bi peyvên xwe yên kêm û tiptije ve qala gelek tiştan ve dikin û wan jidil û ji nav jiyanê rave dikin… Stran, çîrok, hawar, lawij, kilam û govendên ên çaxê xwe û yên rojaneyê distrînin…

Bi peyvên xwe yên mayînde ve dibin dengên jan, hêvî, rastîn, şadî û xiyalên ên hemû mezlûmên erdnîgariya cîhanê… Wan hevokan di ser van de çend deman û sedsalan derbas dibin jî her tim û her wext rojane dimînin û dibin deng û awazên banga hemû mirovahîyê… “Nêrîna Ulyssesê” jî hem bi mijara xwe û hem jî bi çîroka xwe ya bêhempa û resen ve fîlmeke bi vî rengî ye…

Fîlmê “Nêrîna Ulyssesê” çîroka lêgeran û rêwîtiyeke dûvdirêj e û qala serpêhatiya derhênerekî Yewnanîstanî dike.. Di fîlmê “Nêrîna Ulyssesê” de, derhênerê Yewnanistanê ku ji bo nîşandayîna fîlmê xwe yê dawî ji Amerîkayê hatiye welatê xwe, wî piştî demeke xwe di nava lêgeranekê de dibîne û li pey 3 fîlmên winda yên derhênerên Mecaristanê “Birayên Manakis”ê ve diçe, di her cihan de rêçên wan lê digere û di vê rêwîtiyê de gelek tiştan dibîne, di dilê herîkina fîlmê de dengê zêmareke bi Kurdî tê bihîstin, dibe rengê hêviyê û hawara jiyanê… Çavên dilê heza evînekê wekî rengê biharê vedibe, şîn tê û mezin dibe…

Mijara fîlmê mîna xewneke dibihure û di herîkina fîlmê de mirov bêhn û hilma dîrokê, êşên jiyanê, çavên evînê û hezê, rûyê rastînê û rasthatinî, deng û rengên rêwîtiyeke dipdirêj dibîne, çîroka wê bi dilê zimanekî helbestkî û newayên muzîkê ve mirovê digre û digerine.. Mirov bi saya peyv, newa û dîmenên “Nêrîna Ulyssesê” ve; xwe, xwezaya jiyanê, dîrokê û rojaneyê kifş dike, û ruh û canê rûyê rastînê dibîne…

— Dema ku ez vegerim, ez ê cilên kesên din li xwe bikim..

Ez ê bi navekî/e din re bême gazî kirin..

Vegera min dê wekî bi rengekî ecêb bibe û tu yê bi çavên biteredût li min binêrî û tu dê bibêjî “Ew tu nîn e..”

Ez ê ji te re nîşanên wisa nîşan bidim ku tu yê ji min bawer bikî..

Ez ê ji te re behsa ji dara lîmona ku li baxçeya te bikim..

Piştre tu yê nîşanên beden û evînê ku ji paceya min a piçûk, bi tavehîvê re ronahî dibe, wê bibînî..

Ez ê ji te re qala çîroka bêdawî ya hemû mirovahiyê bikim…”


(— Geri döndüğümde, üzerimde bir başkasının giysileri olacak..

Bir başkasının adıyla çağırılacağım.. 

Dönüşüm beklenmedik olacak ve sen karasız gözlerle bana bakıp, “sen o değilsin” diyeceksin.. 

Sana öyle işaretler göstereceğim ki bana inanacaksın..

Sana, bahçemdeki limon ağacından söz edeceğim.. 

Sonra ay ışığıyla aydınlanan küçük penceremden vücudun ve aşkın işaretlerini göreceksin.. 

Sana tüm insanlığın bitmeyen öyküsünü anlatacağım…) 

Helbest: Ji Pirtûka “Pevxistina Dîyalektik 
Di Sînemayê de ”.
(Şiir: “Sinema’da Diyalektik Kurgu” kitabından.)

 “To Vlemma Tou Odyssea” (Ulysses’ Gaze / Nêrîna Ulyssesê / Ulis’in Bakışı, 1995) – Derhêner: Theodoros Angelopoulos û Senaryo: Theodoros Angelopoulos, Tonino Guerra
Nivîs û Werger: Rûmet Med

Dîrok: 7’ê Meha Adarê 2017ê

«
Pêşve
Sonraki Kayıt
»
Paşve
Önceki Kayıt

Hiç yorum yok:

Leave a Reply