Nûçe

    11:29 AM

Bu Blogda Ara

Slider

  1. 1
  2. 2
  3. 3
  4. 4
Tema resimleri sndr tarafından tasarlanmıştır. Blogger tarafından desteklenmektedir.

Video

Cinema

Wêje

Pirtûk

Huner

Dîrok

Nûçe

» » » » » » » » » » » » » » » » » » Yek ji Nûnerên Herî Serketî yê Sînemaya Helbestkî: Béla Tarr
rumetmed


“Rê mirov diguherîne.” Ji fîlmê “Sátántangó”

Nivîs: Rûmet Med (Rûmet Onur Kaya)

Herikîna jiyanê rêwîtiyekê ye ku ji çîrokên curbicur û resen ve pêk tê. Di vê rêwîtiya xwezayê û dîrokê
de çîrokên mezin û nejibîrkirî bi awayên cuda xwe didin der. Di hunera sînemayê de jî derhênerên
mezin bi kamerayên xwe nerîn û vegotinên bihêz, nîpnû û kûr ava kirine. Yek ji van jî derhênerê hoste
Béla Tarr e ku yek ji nûnerên herî girîng û serketî yê Sînemaya Helbestkî ye.

Sînemagerê navdar ê macar Béla Tarr li parzemîna Ewropayê û li seranserê cîhanê herî zêde bi fîlmên
xwe yên wekî; “Sátántangó”, “Kárhozat” û “A Torinói ló” ve hate naskirin. Tarrî wekî derhênerên hoste
Ingmar Bergman, Robert Bresson, Andreî Tarkovsky, Krzysztof Kieślowski, Akira Kurosawa, Theodoros
Angelopoulos, Luis Buñuel, Ildikó Enyedi, Kenji Mizoguçi, Yasujirō Ozu, Hiroshi Teshigahara, Furûx
Ferroxzad, Abbas Kiarostami, Wong Kar-Wai û gelek derhênerên din, yek ji derhênerên baştirîn ê
Sînemayê Helbestkî ye. Di fîlmên xwe de (belgefîlmên, kurtefîlm, metrajdirê) çîrokên jiyanên mirovên
kedkar, rêncber, penaber û koçberan tîne li ser perdeya spî û sehneyên fîlmên wî hêdî hêdî û wekî
xewnekê diherikînin. Mirov him ji herikîna fîlmên wî derdixe û him jî tê zanîn ku sînemager Béla Tarr ji
zanista felsefeyê pir hez dike û kêfa wî gelek jê rê tê.

Nivîskar, wêjekar, rexnegir, teorîsyena hunerê, parêzvana mafê mirovan a navdar a Amerîkayî Susan
Sontag der heqê Béla Tarrî de dibêje, “Tarr yek ji rizgarkerên sînemaya nûjen e û her sal carekê ji ber
temaşekirina fîlmên wî gelek kêfxweş im.”*

Béla Tarr kî ye?

Béla Tarr di sala 1955ê de li bajarê Pécsê yê Macerîstanê hatiye dinê û li bajarê Budapeşteyê (paytexta
Mecaristanê) mezin dibe. Dayîk û bavê wî her du jî nêzîkî bi hunerên şano û sînemayê bûne, dayîka wî
di lîstikên şanoyan de suflorî kiriye û bavê wî jî bi heman awayî di lîstikên şanoyan de weke sêwirînerê
dikê xebitîye. Tarrî di salên zarokatîya xwe de nêzîkî li hunerê dibe. Di 10 salîya xwe de, dayîka wî Tarrî
dibe hilbijartinên pêşbazîyeke Televîzyona Neteweyî ya Mecaristanê û di encama pêşbazîyê de ji bo
lêanîneke romana girîng a wejêkarê navdar Tolstoyî ya bi navê “Mirina Îvan Îlyiçê” tê hilbijartin û di
lîstika şanoyê de weke lîstikvan dilîze.

Fîlmên wî:

Béla Tarr, bi tenê di fîlmên “Iván Iljics halála” (fîlmê televîzyonê 1965), “Kutya éji dala” (1983) û
“Szörnyek évadja” (1987) lîstine. Di ciwantîya xwe de bi kamerayeke 88mmê dest bi kêşana fîlmên
xwe yên amator û ewil dike, bi demê re hêdî hêdî qabiliyeta xwe ya sînemayê dibîne û hunera
sînemayê kişf dike. Di sala 1979ê de bi yekem metrajdirêj ê xwe yê bi navê “Családi tűzfészek”ê (1977)
re derdikeve li pêşberî temaşevanên sînemayê. Yekem metrajdirêj a xwe di 22 saliya xwe de dikişîne û
tê de lîstikvanên amator ku ji mirovên xwecihî hilbijartine dilîzin û tê zanîn ku lîstikvanên fîlmê di fîlmê
de ji bo dostanî cî girtine. Tarrî, vî fîlmê xwe bi tenê di 6 rojan de kişandiye û li gorî hin nivîskar û
rexnegirên hunera heftemîn, derhêner John Cassavetesî bandorê li ser fîlmê Béla Tarrî kiriye. Tarrî di
derbarê vê agahîyê de dibêje ku ew berî kêşana fîlmê “Családi tűzfészek”ê tu fîlmên Cassavetesî
temaşe nekirine.**


Du sal piştî nîşandayîna yekem fîlmê Tarrî, du fîlmên derhênerê yên din ên bi navên “Szabadgyalog”
(1982) û “Panelkapcsolat” (1982) dikevin vîzyonê. Di fîlmê wî yê “Panelkapcsolat”ê de cara yekem
serlîstikvanên profesyonel cî girtine. Sînemager di heman salê de ji berhema helbestvan û şanonûsê
mezin William Shakespeareyî yê “Macbeth” ji bo televîzyonekê fîlmê televîzyonê dikişîne ku weke du
beşan hatiye kêşandin. Beşa yekemîn a fîlmê ji 5 deqeyan û beşa duyemîn ji 67 deqeyan pêk tên.
Senaryoyên van çar fîlmên xwe Béla Tarr bixwe dinivîsîne û bi fîlmê xwe yê “Őszi almanach”ê (1984)
re êdî ligel wêjekar û senarîstê navdar ê mecar László Krasznahorkai re dixebite. Senaryoya fîlmê wî yê
“Kárhozat”ê (1987) ji alîyê Krasznahorkai ve tê nivîsandin.

Di sala 1994ê de fîlmê Tarrî yê herî girîng ê “Sátántangó” derdikeve li pêşberî sînemahezan. Ev fîlm jî ji
berhema László Krasznahorkaiyî tê kêşandin û kêşana fîlmê ji zêdetirî 7 salan didome. Fîlm, li ser
jiyanên penaberan disekine ku ji ber sedemên bêkarî û xizanî dixwazin ji welatê xwe biçin li welatekî
din. Bi tevahî ji 450 deqeyan (7:30 saet) pêk tê, sehneyên fîlmê di nava atmosfereke helbestkî û
felsefîk de hêdî hêdî diherikin, deng û rengên ba, baran û bi giştî ruhê xwezayê bi awayekî bihêz têne
bihîstin. Muzîka fîlmê ji alîyê helbestvan û bestekar Mihály Vig ve tê çêkirin û bikaranîna muzîkê di
herikîna fîlmê de bi awayekî serkeftî xwe dide der. Li gorî rexnegir, nivîskarê sînemayê û sînemazanan
di heman demê de fîlmê baştirîn ê Tarrî ye, bi rastî fîlmekî bandorker û bêhempa ye ku ji bo gelek
lîsteyên fîlman ên herî serketî tê hilbijartin. “Sátántangó” fîlmê dirêjtirîn ê Béla Tarrî ye û wekî fîlmên
derhênerê navdar ê Filîpinî Lav Diazî, li gorî piranîya fîlmên din ên sînemayê fîlmekî dirêj e. Lav Diaz
yek ji nûnerên herî serketî yê Sînemaya Hêdî ye ku li seranserê cîhanê bi gelek fîlmên xwe tê naskirin.

Piştî fîlmê “Sátántangó”yê, kurtefîlmê wî yê bi navê “Utazás az Alföldön” (1995, 35 deqe) kêşandiye û
di 2000î de jî bi fîlmê wî yê “Werckmeister Harmóniák” tên. “Werckmeister Harmóniák” di şert û
mercên zor de hatiye kêşandin. Di sala 2005ê de fîlmê Tarrî yê bi navê “A Londoni Ferfi” (ligel Ágnes
Hranitzkyê hatibû kêşandin) tê temamkirin, ev fîlm jî lêanînekê ye ku ji romana nivîskar Georges
Simenonî ji bo hunera sînemayê lê hatiye anîn. “A Londoni Ferfi” ji ber mirina yek ji çêkerên fîlmê
Humber Balsanî, di heman salê de nakeve vîzyonê, lê di 2007ê de li çarçoveya bernameya Festîvala
Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê tê nîşandayîn û piştî salekê jî li salonên sînemayê yên dinyayê
dikeve vîzyonê.


Herî dawî di sala 2011ê de bi fîlmê xwe yê “A torinói ló” re derdikeve li pêşberî temaşevanan, li gorî
agahîya derhênerî ev fîlm di heman demê de fîlmê dawîn ê Béla Tarrî ye. “A torinói ló” ji çîrokekeke
feylesofê navdar ê dîrokê Friedrich Nietzscheyî îlhama xwe girtiye, jiyan û rêwîtiya hespek û du kesan
tîne li ser perdeya sînemayê. Fîlm, di heman salê de Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlîn jî tê de
di çarçoveya bernameyên gelek festîvalên fîlman de hate nîşandayîn, li Festîvala Fîlman a Berlînê
xelatên “Hirça Zêrîn” û “FIPRESCI”yê (Federasyona Rexnegirên Fîlman a Navneteweyî) girtine. Muzîka
fîlmê “A torinói ló” jî wekî gelek fîlmên ên Tarrî, Mihály Vig çêkiriye û him jî serlîstikvanîya fîlmê kiriye.
Derhênerê hoste Béla Tarr bi zimanê xwe yê resen û helbestkî ve temaşevanên sînemayê derdixe
rêwîtiyên helbestkî, aramker, bandorker, derasayî, bêhempa û guherîner. Sehneyên fîlmên wî neynika
xweza û demên jiyanê ne, wekî robarekî zelal diherikînin. Rêya wî destpêk û mezinbûn e, ruhê mirov
ronî û germ dike. Berhemên sînemagerê heta niha li seranserê dinyayê beşdarî li gelek bernameyên
festîvalên fîlman ên navneteweyî dibin û xelat digirin.
(1.10.2023)

Fîlmên din ên Béla Tarrî:
Belgefîlm: “City Life” (1990)
Kurtefîlm: “Visions of Europe” (2004), “Utolsó hajó” (1990), “Hotel Magnezit” (1978)
Çavkanî:
https://en.m.wikipedia.org/wiki/B%C3%A9la_Tarr
https://www.kovaratemase.com/nunereki-serkefti-ye-sinemaya-helbestki-bela-tarr-rumet-med/
* ** https://tr.m.wikipedia.org/wiki/B%C3%A9la_Tarr
“Béla Tarr, Ertesi Zaman” / Nivîskar: Jacques Ranciere ”, Lemis Yayın
(2014)
“Bela Tarr Sineması” / Nivîskar: Andras Balint Kovacs, Hayalperest Yayınevi
https://m.imdb.com/name/nm0850601/

Çavkanî:
https://en.m.wikipedia.org/wiki/B%C3%A9la_Tarr
https://www.kovaratemase.com/nunereki-serkefti-ye-sinemaya-helbestki-bela-tarr-rumet-med/
* ** https://tr.m.wikipedia.org/wiki/B%C3%A9la_Tarr
“Béla Tarr, Ertesi Zaman” / Nivîskar: Jacques Ranciere ”, Lemis Yayın
(2014)
“Bela Tarr Sineması” / Nivîskar: Andras Balint Kovacs, Hayalperest Yayınevi
https://m.imdb.com/name/nm0850601/



Karkerek Xwenda Dipirse

Kî bajarê Tebê yê bi heft derîyan ava kir?
Pirtûkan bi tenê navên qralan dinivîsînin.
Ma qralan keviran rakirine?
Yek jî Babîl hebûya, ku her tim wêran dibû,
Kî her car ji nû ve Babîlê ava kiriye?
Karkerên Avahîyê li kîjan malê Lîmayê
ku li ser avê di nava zêran de disekine, dijîyan?
Tu dibêjî, dema ku Dîwarê Mezin ê Çînê qediya,
çi hat serê hostayên dîwaran?
Li Romaya mezin çend abîdeyên serfirazî hene!
Meraq dikim, gelo kî ne ev abîdeyan ava kirine?
Sezarê kî têk birin û van serkeftînan bi dest xistin?
Ma di Bîzansa ku ketiye ser zar û zimanan de
ji bilî qesran cihê rûniştînê tune bû?

Li Atlantîsê, li wî warê çîrokan jî,
dema ku mirovan nîvê şevê di deryaya qîrî de
dixeniqîn,
gazî xulamên xwe dikirin û ji wan alîkarî dixwestin.
Ma Îskenderê bêpirç, çawa Hîndistanê dagir kiribû?
Ma wî ew der bi tena serê xwe hilgirtibû?
Ma Sezarê çawa Galyayîyan têk biribû?
Ma aşpêşekî jî li cem wî nebû?
Dibêjin, gava ku stola wî tev binav dibû
Fîlîbê Spanyayî giriyaye.
Meraq dikim, gelo jê pêve kesek din negiriyaye?
Frederickê Duyemîn, Şêrê Heft Salan qezenc kiriye ha?
Ma ji bilî wî tu serkeftî tune bû ?

Di her rûpelên pirtûkan de serkeftînek hatiye nivîsandin.
Lêbelê kî xwarina serfirazîyê çêkirine?
Di her gavê de zilamekî mezin ji nişkê ve derketîye holê.
Lê kî pereyên xerckirî didin?
Va ye ji bo te gelek bûyer.
Û gelek pirsan.

Helbest: Bertolt Brecht
Werger: Rûmet Onur Kaya

Bertolt Brecht: Eugen Berthold Friedrich Brecht bi kurtahî Berthold an jî Bertolt Brecht, (1898-1956)
nivîskar, helbestvan, şanonûs, teorîsyenê huner-sînemayê û derhênerê navdar ê komunîst ê alman.
Bertolt Brecht yek ji helbestvan û şanonûsên herî girîng ê sedsala 20ê tê qebûlkirin. Berhemên wî heta
niha li seranserê cîhanê bi dehan zimanan hatine wergerandin û xelatkirin. Fikra “Şanoya Epîk”
(şanoya dîyalektîk) ji alîyê Brecht ve pêşveçû, di jiyana xwe ya hunerê de gelek berhemên şanoyê
nivîsandin û birêvebirin. *Navê “Şanoya Epîk” cara yekem ji alîyê Erwin Piscator ve hate pênasekirin.
Bertolt Brecht, li gorî Walter Benjaminî xwe weke komunîst bi nav dikir. (Çavkanî:
https://en.wikipedia.org/wiki/Bertolt_Brecht)

*Ev nivîs cara yekem di hejmara 14emîn a kovara Sosyalîst Mezopotamya'yê (Mijdara 2023yê) de hat weşandin.  

«
Next
Yek Ji Derhênerên Herî Serketî yê Sînemaya Kurdî: Şewket Emîn Korkî
»
Paşve
"Wednesday" dizisinin ikinci sezonu başlıyor!
Pages 22123456 »

Hiç yorum yok:

Leave a Reply