Slider

Tema resimleri kelvinjay tarafından tasarlanmıştır. Blogger tarafından desteklenmektedir.

Video

Welat

Wêje

Pirtûk

Huner

Dîrok

Nûçe

» » » » » » » » » » » » » » » » » » Neh pirtûkên çand-hunerê yên bingehîn ku ji bo Kurdî hatine wergerandin

 Nûçe: Rûmet Med

Bi taybetî di van salên dawî de warê weşangeriya Kurdî de bi gotina nivîskar û rexnegiran "Ronesanseke" diqewime, pêşveçûnên mezin çêdibe. Hejmarên pirtûk û kovarên Kurdî li gorî berê zêdetir dibin, klasîkên zimanê Kurdî ji nû ve têne weşandin û klasîk û berhemên zimanên din ên cîhanê hîn bêtir ji bo Kurdî têne wergerandin, berhemên Kurdî ji bo zaravayên din hîn bêtir têne wergerandin, weşanxaneyên nû û resen dest bi weşanê dikin. Lewma hejmara xwendevanên Kurdî her ku diçe digihîje asteke bilind û dilxweşker. Vê yekê jî bandorê li hemû warên din ên jiyanê dike.

Di salên dawî de gelek berhemên bingehîn ku li ser çand-huner û zanistê hatine amadekirin, hîn bêtir ji bo zimanê Kurdî têne wergerandin û weşandin, neh pirtûkên bingehîn û girîng di 2015'ê de bi Kurdî hatibûn weşandin.

Neh berhemên çavkanî û bingehîn ku li ser warên sînema, şano, wênesazî, muzîkê hatine nivîsandin, ji aliyê Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn ve ji bo zaravayên Kurmancî û Zazakî yên Kurdî hatibûn wergerandin ku di sala 2015'ê de hatibû weşandin.

Pirtûkên ku ji bo zimanê Kurdî hatine wergerandin, li saziyên çand-hunerê û perwerdehiyên yên Kurdî şandibûn. Berhemên çand-hunerê, ji aliyê Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn ve û bi piştgiriya Navenda Çanda Cegerxwîn û Konservatura Bajêr a Aram Tigranê ji bo zaravayên Kurmancî û Zazakî yên zimanê Kurdî, di pêvajoyeke 22 mehan de hatibûn wergerandin.

Navên neh berhemên huner-çandê yên çavkanî û bingehîn:

"Sînemaya Bêdeng" - "Sînemaya Bêveng" (Bi Kurmancî û Bi Zazakî), Nîlgun Abîsel
"Sînematografî" (Cinematography), Blain Brown
"Belgefîlm" (Documentary), Erik Barnouw
"Hunerê Dramî" - "Hunera Dramê (Bi Zazakî û Bi Kurmancî), Ozdemîr Nutku
"Ji Duh Heta îro Ramana Şanoyê", Sevda Şener
"Şêweyên Dîtinê", John Berger
"Afirandina Karakterekê", Konstantin Stanislavski
"Dîroka Hunera Wêneyê, Sezer Tansug
"Dengê Paşerojê" (The Voice of The Past), Paul Thompson

Xebatên Atolyeyê, di çarçoveya projeya "Xebatên Zimanê Zikmakî û Çandî" de pêk hatibû û armancên projeyê wisa hatibû eşkerekirin; hilberîna hunerî ya li ser ziman û çanda Kurdî, dewlemendkirina lêkolînên li ser edebiyatê û warên din ên ramanî û pêşvebirina pratîkên Kurdî, wergerandina çavkaniyên bingehîn ku bi girêdayî dîsîplînên hunerî yên cuda ne, bihêzkirina bingehên hilberîna çandî û hunerî û pêşvebirina binesaziya sepanî û teorîk a zimanê zikmakî.

Proje, di çarçoveya bernameya Hîbeyê ya Amûra Ewropayê ji bo Demokrasî û Mafên Mirovan (EIDHR) de, ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve hatibû piştgirîkirin.

Çavkanî:

www.demokrathaber.org/sanat-kitaplari-kurtcede

Wêneyê bergê: Sînemaya Serbixwe 

Lînka wêneyê duyemîn:https://twitter.com/tumayarslan/status/1311200321952153603

Sînemaya Serbixwe - www.sinemayaserbixwe.com

«
Pêşve
Sonraki Kayıt
»
Paşve
Önceki Kayıt

Hiç yorum yok:

Leave a Reply