Helbestvanekî di bendê şiîrê xwe de wiha gotibû..
"Nizanim çi hebû di porên te de...*"
--- Bihuşt hebû, cejn hebû û bihareke mezin û bêdawî hebû.. Di wezîna bayê de, biskeke pirçên (por) te ku ji çît an jî benporkê xuya dibe, çavkanî û jiyan bû (e)... (*Ozdemîr Asaf)
Rûmet Med
--------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
Xwezaya jiyanê bixwe, ji hest û ramanan ve pêk tê û bi peyv, dîmen
(wêne) û newayên zimanê ve watedar û xuya dibe.. Derbirinên wan, ruh û
dilê jiyanê tînin zimanê û dengên wan çavkanî û sîtav e...
Şînbûna biharê xiyal û hêviyan bi dilên jidil û zelal ve qor bi
qor mezin û xuya dibin, rengê rûyê wan cejn û bihuşt e...
Rûmet Med
Rûmet Med
Hiç yorum yok: