Derhênerê belgefîlmên "Metre" û "Dîroka Mirina Avê" Ali Ergul, belgefilmeke bi navê "Şeva Xîzê" (Kumun Gecesi / The Night of the Sand), li ser jiyanên Karkerên xîzkirina kotê û qala sedem û encamên nexweşiya Silikozisê dike, kişand.
Di belgefîlmê de, qala Karkerên jiyanên xîzkirina kotê, nexweşiya kujende Silikozisê û sedemên vê nesaxiyê dike. Belgefîlma "Şeva Xîzê" li Gundê Taşliçayê (Çirik) yê girêdayî Navçeya Kanîreşa Çewlîgê (Bingöl) hate kişandin.
Karkerên Xîzkirina Kotê; bi giştî li bajarên mezinan dixebitîn, bi piranî Kurd in. Nesaxiya Silikozisê, di gelek beşên karan de têne dîtin û nesaxiyeke giran û kujende ye. Li gorî daneyên sendîka, fermî û sazîyan, her sal ji ber Nesaxiya Silikozisê gelek karker jiyanên xwe ji dest didin û di rewşên xirab de dijîn.
Ji bo agahî: http://kotiscileri.org/silikozis-nasil-bir-hastalik/
Nivîs: Rûmet Med
Nivîs: Rûmet Med





Yorumlar
Yorum Gönder