Nûçe

    11:29

Bu Blogda Ara

Slider

  1. 1
  2. 2
  3. 3
  4. 4
Tema resimleri sndr tarafından tasarlanmıştır. Blogger tarafından desteklenmektedir.

Video

Cinema

Wêje

Pirtûk

Huner

Dîrok

Nûçe

» » » » » » » » » » » » » » » Nivîseke Li Ser Peresana Zimanan, Mijarên Ragihandin û Diyalektîkê
rumetmed


 Nivîs: Rûmet Med

Ziman, amûra danûstandin û ragihandinê ye ku di pêvajoyeke dipdirêj a herikîna dîrokê de derketiye holê. Him ji aliyê mirovan ve û him jî ji aliyê hin ajalan ve tê bikaranîn û ji dengan pêk hatiye. Bi danûstandin û ragihandina bêgotin û bi jest û mîmîkan ve jî mirovan peyamên xwe digihînin hev. Ziman, di heman demê de ji hêla bîr û hişê takekesî û civakî ve jîngirîngî ye; fikr, hest û ramanên mirovan li gorî rewşa civakî teşe digirin, dîsa mirovan bi awayên cuda bandorê li civakan dikin, li gor mercên jiyanê geşedan û pêşveçûna xwe didomînin.

Ziman û peyvan jî wekî her tişt di nav guherîneke domdar de ne, weke encama xwezaya jiyanê diguherin û vediguherin, û li gorî şert û mercan teşe digirin. Li ser cîhanê ti tiştî wekî berê namîne û encama diyalektîkê ye ku her tişt bi demê re, wekî peleke payîzê an jî wekî pitikeke/î nû hatiye dinyayê, diguhere û vediguhere, xwe nû dike, şiklekê nû digire û geşedana xwe didomîne.


Li cîhanê ji ber diyalektîka xwezayê û dîrokê ti ziman homojen nîne û hemû zimanên cîhanê di demeke dûvûdirêj de pêk hatine û bandorê li hev kirine (hevbandorîya peyv, hevok û şêweya axaftinê v.s) û guhêrbar in. Wekî her tiştî ziman jî li gorî pêdivîyên mirovan ji aliyê mirovan bi xwe ve hatine afirandin (sêwirî) û ji ber/li gorî şert û mercên civakan teşe girtine. Bi mînakeke ku di pirtûka zanyar û nivîskar Yuval Nûh Hararî ya bi navê “Sapiens: A Brief History of Humankind” (Sapiens: Kurtedîroka Mirovahîyê) de cî digire, ‘Li gorî teorîyekê zimanê me (zimanan) weke amûra gotegotan perisîye.’ (r: 36)



Peresana mirov, ajal, riwek, jiyan, cîhan, feza û gerdûnê bi milyaran salan e berdewam dikin. Li gorî fikra zimannas Noam Chomskyî hebûna zimanê, 100 hezar sal berê ji bi tenê mûtasyonekê derketiye holê*. Hin çavkanî jî dibêjin berîya 100 hezar salan jî li seranserê erdnîgarîya dinyayê ziman hebû. Li gorî lêkolîn û agahîyên dîrokî, nêzîkî 10 hezar salan e hêdî hêdî zimanên nûjen pêk hatine û derketine holê. Her roj bi lêkolînên nû û resen ve agahîyên me diguherin. Li hemû parzemînên cîhanê ji zêdetirî 7 hezar ziman têne axaftin (142 komên zimanan hene)**, heta niha gelek ziman ji ber şert û mercên dinyayê windabûne an jî li ber windabûnê ne.



Hemû zimanên cihanê, ji malbatên zimanan ji hev cihê bûne û bi demê re weke zimanekî nû derketine holê û gelek zaravayên zimanan jî bi demê re bûne zimanekî serbixwe. Zimanê me “Kurdî”, yek ji zimanên qedîm ên malbata zimanên Hind-Ewropyayê (Aryan) û ên cîhanê ye û di navbera zimanên Arî yên Hindî de cî digire. Malbata Zimanên Aryan du beşa bingehîn; Ewropa û Asyayê; ji sedan ziman û zaravayan pêk tê. Ev du beşa bingehîn jî di nav xwe de ji 4 komên zimanan; Zimanên Hînd û Ewropayê, Zimanên Latîn, Zimanên Germen û Zimanên Silav ve pêk hatiye. Zimanên Hînd û Ewropayê jî di nav xwe de weke du beşên bi navê “Zimanên Hindî” û “Zimanên Îranî” tê binavkirin. Ji ber vê sedemê di zimanên ku heman malbatê cî digirin de gelek peyv û lêker wek hev in an jî nêzî hev in.***


Li gorî zanîn û diyalektîkê; hemû zimanên cîhanê di herikîna jiyanê de ji hev pêk hatine û bandorê li hev ketine. Nivîskar John Berger di pirtûka xwe ya “Şêweyên Dîtinê” de dibêje, ‘Dîtin beriya gotinê tê.’ (r: 9)**** Ango dîtin û bihîstin her tiştî diafirîne û teşe dide wan, û ev kurtegotin; mirovnasî, diyalektîk, xweza, jiyan, dîrok û rastînê di nav xwe de dihewîne. Fikr, hest û ramanên mirovan li gorî şert û mercên serdema jiyanê teşe digirin. Hiş û bîrên mirovan di herikîna jîyanê de derdikevin holê, bi bandora gelek tiştan, bi demê re diguherin û cuda dibin. Lewma; fikr, hest û ramanên wan wekî berê namînin û bi demê re diguherin û nû dibin û bi awayên cuda geşedanên xwe didomînin.


Divê mirov rewşa mirovan û jîyanê li gorî şert û mercên dem û atmosfera serdemên wan binirxîne. Kesên ku diyalektîkê nizanibin nikarin ji ruhê herikîna jiyanê fam bikin, mixabin bawerîya xwe her bi gotegotan tînin û dikevin nava xeletî û şaşîyan.


Di serdema nûjen de jî ji ber bandorên amûrên medyaya sosyalê, ragihandina mirovan him xwedî derfetên erênî ne, him jî mirovan bi hin neyînîyan rû bi rû dimînin. Derhênerê nemir Jean-Luc Godard di derbarê ragihandin û bandorên çapemenîyê yên li ser mirov û zimanan de wiha dibêje, “Êdî ragihan tune. Bi tenê amûrên ragihanê hene.”*****


Çavkanî: 

https://ku.wikipedia.org/wiki/Zimanên_hind_û_ewropî

https://sinemayaserbixwe.com/zanyare-navdar-yuval-nuh-harari-u-car-berhemen-wi/

Hayvanlardan Tanrılara: Sapiens – İnsan Türünün Kısa Bir Tarihi  / Yuval Noah Harari (Kolektif Kitap). Werger. Ertuğrul Genç

Homo Sapiens & Sürüden Devlete Milyon Yıllık Serüven – Silvana Condemi, François Savatier (Say Yayınları). Werger: Fatmagül Ezici

https://sinemayaserbixwe.com/hin-peyven-kurdi-u-ingilizi-yen-ku-nezi-hev-in/

*https://bianet.org/bianet/kultur/83070-dillerin-kisa-tarihcesi-ve-gunumuzdeki-durumu

**https://tr.wikipedia.org/wiki/Dil_ailesi

***https://rumetmed.blogspot.com/2022/09/kurteniviseke-li-ser-zimane.html

**** Şêweyên Dîtinê – John Berger. (Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn). Werger: Kawa Nemir

***** https://x.com/Sinemaserbixwe/status/1665264330688831490


*Ev nivîs cara yekem di hejmara 4emîn a e-kovara "The Raising of Kurds"ê de hate weşandin.




«
Pêşve
Ev şanda herî dawîye.
»
Paşve
Yek Ji Derhênerên Herî Serketî yê Sînemaya Kurdî: Şewket Emîn Korkî
Pages 22123456 »

Hiç yorum yok:

Leave a Reply