Slider

Tema resimleri kelvinjay tarafından tasarlanmıştır. Blogger tarafından desteklenmektedir.

Video

Welat

Wêje

Pirtûk

Huner

Dîrok

Nûçe

» » » » » » » » » » » » » » » » » » » » Kurtenivîseke li ser zimanê

Nivîs: Rûmet Med

Ziman, amûra danûstandin û ragihandinê ye ku di pêvajoyeke dipdirêj a herikîna dîrokê de derketiye holê. Ji aliyê mirov û heywanan ve tê bikaranîn û ji dengan pêk hatiye. Bi danûstandin û ragihandina bêgotin û bi jest û mîmîkan ve jî mirovan peyamên xwe digihînin li hev. Ziman, di heman demê de ji aliyê bîr û hişê takekesî û civakî ve jîngirîngî ye; fikr, hest û ramanên mirovan li gorî rewşa bîra civakî teşe digirin û li gor mercên jiyanê geşedana xwe didomînin.

Li cîhanê ji ber diyalektîka xweza û dîrokî ti ziman homojen nîne û hemû zimanên cîhanê di demeke dûvûdirêj de pêk hatine û bandorê li hev kirine (hevbandorîya peyv, hevok û şêweya axaftinê v.s) û guhêrbar in. Her tişt di nav guherîn û veguherîneke de pêşveçûn û geşedana xwe didomînin ku li gorî şert û mercan teşe digirin, xwe nû dikin û nû dibin. Nivîskar Eliot li ser vê mijarê dibêje, "Hemû tiştên nû, ji ber xwe ve kevneşopî ne.."* Derhênerê nemir Jean-Luc Godard jî di derbarê bandorên çapemeniyê yên li ser mirov û zimanan de wiha dibêje, "Êdî ragihandin tune ye. Bi tenê amûrên ragihandinê hene..*"

Hemû zimanên cihanê, ji malbatên zimanan ji hev cihê bûne û bi demê re weke zimanekî nû derketine holê û gelek zaravayên zimanan jî bi demê re bûne zimanekî serbixwe. Li gorî zanîn û diyalektîkê; hemû zimanên cîhanê di herikîna jiyanê de ji hev pêk hatine û bandorê li hev ketine. Bi gotina John Bergerî, "Berî tîpan dîtin hebû.."* ango dîtin û bihîstin her tiştî diafirîne û teşe dide wan, û ev kurtegotin; mirovnasî, diyalektîk, xweza, jiyan, dîrok û rastînê di nav xwe de dihewîne.

Peresana mirov, heywan, riwek, jiyan, cîhan, feza û gerdûnê bi milyaran salan e berdewam dikin. Li gorî fikra zimannas Noam Chomsky hebûna zimanê, 100 hezar sal berê ji bi tenê mûtasyonekê derketiye holê* û hin çavkanî jî dibêjin berîya 100 hezar salan jî li seranserê erdnîgarîya cîhanê ziman hebû. Li gorî lêkolîn û agahîyên dîrokî, nêzîkî 10 hezar salan e hêdî hêdî zimanên nûjen pêk hatine û derketine holê. Her roj bi lêkolînên nû û resen ve agahîyên me diguherin.
 
Hemû zimanên mirovahîyê herî qedîm in. Wekî her tiştî ziman jî li gorî pêwîstiya mirovan ji aliyê mirovan bi xwe ve hatine afirandin (sêwirî) û li gorî şert û mercên civakan teşe girtine. Wekî her tiştî ziman jî wekî berê namîne, diguhere û vediguhere. Bi tenê di roja îroyîn de li hemû parzemînên cîhanê 7 hezar ziman têne axaftin (40 komên zimanan hene), heta niha gelek ziman ji ber şert û mercên jiyanê windabûne an jî li ber windabûnê ne.
 
Çavkanî: 


Hayvanlardan Tanrılara - Sapiens / Yuval Noah Harari (Kolektif Kitap)

Homo Sapiens & Sürüden Devlete Milyon Yıllık Serüven / Silvana Condemi, François Savatier (Say Yayınları)



(28.09.2022)

«
Pêşve
Sonraki Kayıt
»
Paşve
Önceki Kayıt

Hiç yorum yok:

Leave a Reply