Slider

Tema resimleri kelvinjay tarafından tasarlanmıştır. Blogger tarafından desteklenmektedir.

Video

Welat

Wêje

Pirtûk

Huner

Dîrok

Nûçe

» » » » » » Jim Jarmusch: Yek ji nûnerê herî serkeftî yê Sînemaya Serbixwe

Nivîs: Rûmet Med

 Hunera sînemayê ji destpêka xwe û heta niha, dilop bi dilop wekî okyanûseke bêdawî mezin bûye û bi rengên nû û resen diherike. Di vê pevajoya herikîna hunera heftemîn de; gelek sînemagerên bêhempa, resen û serbixwe derketine ku bi fîlmên xwe bandorên mezin afirandine û mohra xwe li dîroka sînemayê xistine. Jim Jarmusch yek ji van derhênera ye.

Derhêner, senarîst, pevbestîner, çêker û lîstikvanê navdar ê hunera sînemayê Jim Jarmusch li seranserê cîhanê bi fîlmên xwe yên serbixwe û resen deng vedaye. Jarmusch, di koma muzîkê ya Del-Byzanteensê de jî weke klavyevan cih girtiye.

Jim Jarmusch li New Yorkê mezin bûye, di 22yê Rêbendana 1953yan de li bajarê Cuyahoga Fallsê yê girêdayî parêzgeha Ohioyê ya DYAyê hatiye dinê û di 1980î de yekem fîlmê wî yê bi navê “Permanent Vacation” ketiye vîzyonê.

Yek ji derhênerê herî serkeftî yê Sînemaya Serbixwe, derhêner Jarmusch piştî çar salan bi fîlmê xwe yê “Stranger Than Paradise” (1984) derket pêşberî temaşevanên sînemayê. Ev fîlm him ji bo sînemaya serbixwe ya nûjen fîlmekî girîng e, him jî vî fîlmî gelek kevneşopîyên çêkirina fîlman ên sînemaya Hollywoodê dan guhertin. Ev fîlm, qala hêvîyên sê ciwanan dike û rêwîtiya wan a ji New Yorkê ber bi herêmên Cleveland û Floridayê nîşan dide. Di sala 1986an de fîlmên Jim Jarmuschî yên; “Coffee and Cigarettes” (6 deqîqe, kurterêzefîlm) û “Down by Law” tên kişandin. Kurterêzefîlmên ““Coffee and Cigarettes”ê yek ji projeya herî girîng ya derhêner bû ku tê de Roberto Benigni û Steven Wright jî lîstin. Di nava kurterêzefîlman de “Coffee and Cigarettes: Memphis Version” (8 deqîqe, 1989), û “Coffee and Cigarettes: Somewhere in California” (12 deqîqe, 1993) jî cî digirin. Herwiha ev hemû kurtefîlm di sala 2003an de bi navê “Coffee and Cigarrettes” hatin nîşandan ku bi tevahî ji yanzdeh beşan pêk tên û di navbera lîstikvanên fîlmê de; Jac û Meg (Endamên koma muzîkê ya “The White Stripes”ê), Cate Blanchett, RZA, GZA, Bill Murray, Steve Coogan û Alfred Molina jî hebûn.


Fîlmê “Down by Law”, li ser çîroka du girtîyên gîrtîgeheke New Orleansê disekine û tê de lîstikvanên navdar ên Tom Waits, John Lurie û Roberto Benignî lîstine. Senaryoya fîlm Jim Jarmusch bi xwe nivîsîye ku weke reş-spî hatiye kişandin. Derhênerê serketî, di fîlmê xwe yê bi navê “Mystery Train” (1989) de behsa çîrokên mirovên li heman hotêlê dimînin dike û ji sê beşan pêk tê.

Piştî du salan fîlmê Jim Jarmuschî yê nû “Night On Earth” dikeve vîzyonê. Fîlm, di şevekê de li pênc bajarên 4 dewletan diqewime û çîrokên pênc ajovanên teksîyan tîne ser perdeya spî. Night On Earth, yek ji mînakên baştirîn û herî resen ê sînemaya serbixwe yê DYAyê ye.

Fîlmê derhêner Jim Jarmuschî yê “Dead Man” (1995) qala rastîhevhatina “William Blake” û çermsorekî bi navê “Tu Kes”ê dike û mijara fîlm di sedsala 19an de li Rojavayê Amerîkayê diqewime. “Dead Man” yek ji berhemên sereke yên Jarmyschî tê qebûl kirin û bi gotina wî fîlmekî “Psychedelic Western”ê (Acid Western) ye ku di nav xwe de hêmanên surrealîst û bêhempa yên cureya Westernê dihewîne û bi awayekî monokrom hatiye kişandin. Derhênerê dîmenê yê fîlm Robby Muller e û muzîk jî Neil Young çêkirine ku “Dead Man” ji aliyê rexnegirên sînemayê ve weke “Anti-Western” û “Post-Wertern” hate binavkirin.


“Her şevê û her sibê,
Diwelidin hin kes, ji êşê re.
Her sibê û her şevê,
Diwelidin hin kes, ji kêfa şîrîn re,
Her şevê û her sibê,
Diwelidin hin kes, ji şeva bêdawî re…”
(Ji fîlmê “Dead Man”, Helbest: William Blake)

Piştre belgefîlma wî ya “Year of the Horse(1997)” û filmê “Ghost Dog: The Way of the Samurai(1999)” tên. “Ghost Dog: The Way of the Samurai”, çîroka çermreşekî tîne ser perdeya sînemayê ku dixwaze wekî Samurayekî bijî û li gorî rêbaz û ramanên Rojhilatê tevdigere. Di sedsala nû de jî digel gelek derhênerên sînemayê yên wekî Víctor Erice, Aki Kaurismäki, Werner Herzog, Çen Kaige, Wim Wenders, Spike Lee ve, fîlmê  bi navê “Ten Minutes Older: The Trumpet” (Beşa “Int. Trailer Night”, Kurtefîlm, 2002) dikişîne.

Piştre fîlmê “Broken Flowers(2005)” ku tê de lîstikvanên wekî; Bill Murray, Jeffrey Wright, Sharon Stone, Tilda Swinton, Frances Conroy û Julie Delpy lîstibûn dikişîne û bi fîlmê “The Limits of Control(2009)” serkeftina xwe didomîne.

Derhêner Jim Jarmusch piştî 4 salan bi fîlmê xwe yê bi navê “Only Lovers Left Alive” re ji nû ve derdikeve pêşberî temaşevanên xwe. Fîlm, bi cureya bohemê hatiye kişandin û qala çîroka du xwînmijan (vampir) dike ku evîndarê hev in. “Only Lovers Left Alive”, li Festîvalên Fîlman ên Navneteweyî yên Cannes, Sundance, Torontoyê û li Xelatên Ruhê Serbixweyê hatibû nîşandan û ji Cannesê Xelata Muzîka Baştirîn girtiye.


Dûvre fîlmê Jarmuschî yê “Paterson(2016)” dikeve vîzyonê ku li ser çîroka Paterson û Laurayê disekine. Paterson (Adam Driver) ajovanekî otobûsê ye û helbestan dinivîse, hevsera wî Laura (Golshifteh Farahanî) gelek ji helbestên wî hez dike û dixwaze helbestên Patersonî bêne çapkirin. Fîlm, promîyera xwe ya cîhanê li Festîvala Fîlman a Cannesê kiribû û ji bo Xelata Palmîyeya Zêrîn ketibû pêşbazîyê, ji bernameya festîvalê Xelata Palm Dogê girtibû.

Jarmusch di heman salê de belgefîlma xwe ya bi navê “Gimme Danger(2016)” weşand û herî dawî jî bi fîlmê xwe yê bi navê “The Dead Don’t Die (Cure: Tirs-Komedî, 2019)” derket pêşberî sînemahezan. Derhênerê hoste Jarmusch, di fîlmên xwe de bal kişand ser mijarên takekesî û civakî ku bi zimanekî resen û serbixwe, çîrokên xwezaya jiyanê tîne ser perdeya hunera sînemayê.

Xelatên din ên Jim Jarmuschî:

  • Xelata Rêzê ya Fîlmê Serbixwe yê Gothamê,
  • Xelata Bodilê ya Fîlmê Amerikan ê Herî Serketî,
  • Di beşa Kurtefîlman de Xelata Cannesê,
  • Xelata Fîlmê Herî Serketî yê Li Derveyî Ewropayê.

Fîlmên ku di jenerîkên wan de navê wî Jim Jarmuschî hene:

  • Lightning Over Water (1980) Observer.
  • You Are Not I (1981) – Çêker, sînematografî.
  • Der Stand Der Dinge (The State of Things) Portugal (1982) – Bestevan.
  • Burroughs (1984) – Qeyda Dengê.
  • Sleepwalk (1986) – Operatorê kamerayê, derhênerê dîmenê.
  • When Pigs Fly (1993) – Çêker.
  • Clerks (1994), spasîya taybet.
  • Enron: The Smartest Guys in the Room (2005), spasîya taybet.

Fîlmên ku Jim Jarmusch tê de weke lîstikvan cih girtine:

  • Underground U.S.A. (1980) – Tomarvanê dengê.
  • American Autobahn (1984) – Çêkerê Fîlman.
  • Straight to Hell (1987) – Amos Dade.
  • Helsinki Napoli All Night Long (1987) – Parêzkarê barê.
  • Candy Mountain (1988).
  • Leningrad Cowboys Go America (1989) – New York, firoşkarê otomobîlan.
  • The Golden Boat (1990) – Biyanî.
  • In the Soup (1992) – Monty.
  • Iron Horseman (1995) – Silver Rider.
  • Blue in the Face (1995) – Bob.
  • Cannes Man (1996) – Cameo.
  • Sling Blade (1996) – Frostee Cream guy.
  • Fear and Loathing in Las Vegas (Book on Tape) (1996) – Raoul Duke (deng).

Çavkanî:

  • “Jim Jarmusch”, Berhevkar: Ludvig Hertzberg, Wergerê ji bo Tirkî: Selîm Ozgul. Weşanên Agorayê (2011)
  • https://en.wikipedia.org/wiki/Jim_Jarmusch
  • https://www.imdb.com/name/nm0000464/
  • https://tr.wikipedia.org/wiki/Jim_Jarmusch

  • (25.07.2022)

«
Pêşve
Sonraki Kayıt
»
Paşve
Önceki Kayıt

Hiç yorum yok:

Leave a Reply