Ji aliyê stêrezanan ve, bi bikaranîna teleskopa fezayê "Hubble" wêneya herî berfireh ya Gerdûnê hatiye kişandin.
Ev wêneya taybet û xweş, di malpera fermî ya NASA'yê (Daîreya Feza û Hewavaniya Neteweyî ya DYAyê) de hate weşandin. Di nav vê wêneya panaromîk de 15.000 galaksî û stêrkan diyar dibin.
Teleskopê xwedî dîtineke ultraviyale ye û di peresana gerdûnê de, pêkhatin ên pergelên stêrk û galaksiyan dişopîne û dilekolîne. Li gorî vê wêneya fireh, 12.000 galaksiyên ciwan îro jî hilberîna stêrkan didomînin.
Di ev rêwîtiya demê de, mirovan dikarin bi saya "Hubble' peresana gerdûnê kişf bikin û ji ber 'sala roniyê', rewş û halên hin galaksiyan ku 11 mîlyar salan berê çawa ne, dikarin wan bibînin.
Stêrezanên ajansa fezayê, bi teleskopa 'Hubble' re çavdêriyên ultraviyole, ınfrared û roniya xuya bi yek kirine. Digel vê teleskopê, hebûn û tevgerên gerdûnê dişopînin û bi saya vê digihînin agahiyên nû.
Teleskopê bi navê "Hubble" ji aliyê esmannasê DYEyê Edwin Hubble ve, ji sala 1993'ê ve heta niha tê bikaranîn. Hubble, vegera xwe ya li dorê cîhanê di 97 deqîqeyan de xilas dike, leza vê ya di nav demjêmereke de kêmzêde 27 hezar kîlometre ye.
Li gorî agahiyên NASAyê, bi Teleskopê Hubble re, li ser 43 hezar û pêncsed cismên asmanî, ji zêdetirî 1.5 mîlyon çavdêrî hatine kirin û bi tevahî 153 terabayt dane hilberandine. Teleskopa taybet û bikitekit, li dorê dinyayê 163 hezar tûr avêtî ye.
Ji bûyera Big Bangê û sarbûnê bi vir de, qewimîn û pêvajoya geşedana gerdûnê bi mîlyaran salan e berdewam dike û her ku diçe di nav xwezaya diyalektikê de xwe nû dike û jiyanê vediguherîne..
Çavkaniyên Hin Agahiyan: Gazete Duvar
Çavkaniya wêneyê: https://www.nasa.gov/feature/goddard/2018/hubble-paints-picture-of-the-evolving-universe/
Nivîs: Rûmet Med
Hiç yorum yok: