Yekem helbesta Kurdî "Bi Hevre" / Boraboz


Yekem helbesta Kurdî “Bi Hevre” di sala 330ê de (Beriya Mîladî), ji aliyê keşîşekî Suryanî yê li bajarê Hewremanê dijiya, bi navê “Boraboz” ve hatiye nivîsandin. "Bi Hevre" li gorî îdiayên hin çavkanî û agahî; tê zanîn ku helbesta herî qedîm a bi Kurdî ye û mijara helbestê li ser evîndarî û hezê ye.
Li gorî hin agahî, helbesta “Bi Hevre”, di dîroka 1950a de ji aliyê Arkeologên Îngilîzî ve, li hêrema Hewremanê de hatiye peydakirin û li ser gorîçeyê hatiye nivîsandin.

Ji Fîlmê Mem û Zîn re
Keşîş Boraboz, helbesta xwe ya “Bi Hevre”, ji bo heza evîna hevsera xwe dinivîse. Boraboz, hestên evîna xwe wek mayînde anîye zimên. Evîna Borabozê wekî evînên; Mem û Zîn, Memê Alan, Leyla û Mecnûn, Siyabend û Xecê, Tahîr û Zuhre, Dewrêş û Edûle, Ferhad û Şêrînê û Cembelî û Binevş û ên din nayê jibîrkirin. 


Tê zanîn ku helbesta binavê “Hurmizgan” di sedsala 6’emîn an jî sedsala 7’emîn de bi zaravayê Kurdî yê Hewremanî, hatiye nivîsandin û di salên 1800an li bajarê Silêmanî hatîye dîtîn. Di dema nivîsandina helbestê de, ola Zerdeştê di nav mirovan de bawerîyeke belavbûyî bû.
Hinek helbest û peyvan henin ku di ser van de sedsalan an jî bi hezar salan derbas dibin jî, wekî hestên hezê mayînde ne. Helbest sîtavên çandê ne, çavkanîya çîrok û şanoyan e, peyvên stranan bi piranî bi gotinên helbestan pêk tên.

Ji Herêma Hewremanê
Di herikîna dîrokê de, gelek keval û parşîmanên berî sedan û hezaran salan, hatine dîtîn. Ev pelên (belgenameyên) dîrokê, him li ser jiyana çand û hûnera wî çaxê agahîyan didin, him jî, di derbarê geşedanên awayên hilberanê û têkiliyên hilberînê de hin agahî didin.
Bi taybetî ji sedsalê zêdetir e, bandorên helbestan li ser hunera sînemayê gelek hatiye dîtîn û îro jî bi awayekî cuda jî berdewam dikin. Rêbazeke bi navê “Sînemayê Helbestkî” ji aliyê derhênerên navdar Andrey Tarkovskî, İngmar Bergman û gelek derhênerên yên din ve derketiye holê. Dîyalogên fîlmên rêbaza “Sînemayê Helbestkî”, bi gelemperî ji helbestan pêk ên. Di vê rêbazê de, derhêneran fîlmên xwe wek mînîmal dikişînin û di heman demê de derhêneran bi piranî wek “auteur” ê têne qebûlkirin.


Ji Herêma Hewramanê
Feylesofên navdar ên berê, bi piranî helbestvan û hivîskar bûn. Ji çaxên herî kevnare, zanista felsefe wek ramanê; bandorê li hemû qadên çandî, hunerî û zanistî, kiriye. Helbest, bi giştî di dîroka mirovahîyê de û di nav jiyana huner û wêjeyê de gelek girîng in.
Li ser înternetê tê gotin ku helbesta “Bi Hevre” ji aliyê nivîskar, helbestvan, akademîsyen û lêkolînerê Kurd Selîm Temo ve hatiye wergerandin. 

Not: Lê belê, nivîskar, lêkolîner û akademîsyenê Kurd Selîm Temo di derbarê helbesta "Bi Hevre"yê de agahî û daxuyanîyekê dabû. Nivîsa daxuyanîyê li jêr e: 



Nivîs: Rûmet Med – (Ev nivîs di hejmara sêyem a Fanzîna "Hawar"ê de hate weşandin û li dû weşandina wê, hin cihên nivîsê hate sererastkirin.) 
BI HEVRE
Xwazdî ez tu hevre bin
Bi hevreherin xorînê 
Wer dê bihêrin kotra bin
Bang dîn bi hevre narînê
Dwînî kotra hêra bûm
Awaz ji cir dixwînê
Fîrabîl û beyaban
Hawar ji dest evînê
Ez tu watu yek dil wîn
Hêzan cwadi wînê
Vêra pêkra hıfne wîn
Bircînê ya binvînê

Helbestvan: Boraboz 
(Türkçesi)
BİRLİKTE
Birlikte geçen günleri özlüyorum
Hele sabah çıkıp gidişimizi
Seninle dağlara çıkar dolaşırdık
Birlikte söylerdik şarkılarımızı
Ben o dağların ruhundan öğrenmiştim
Ta yürekten candan içli söylemeyi
Hem dağlarda hem kırlarda hem sahralarda
Ei aman, medet aşkın elinden yani
İkimiz tam da tek bir gönül olmuşken
Sonbahar gelip böyle ayırdı bizi
Ancak birlikte olunca küflenmez aşk
Ya bağır bir ses ver ya da uyu hadi

Şair: Boraboz 

Yorumlar