Slider

Tema resimleri kelvinjay tarafından tasarlanmıştır. Blogger tarafından desteklenmektedir.

Video

Welat

Wêje

Pirtûk

Huner

Dîrok

Nûçe

» » » » » » » » » » » » » » » » » » » » » Di dilê xwezaya demê de peyvên hêvîdar û jidil...


Pirtûka nû ya Helbestvana Kurd Fatma Savci bi navê "Danê Baranê" di dawiya meha Berfanbarê 2018'ê de ji aliyê Weşanên Avesta re hate weşandin.

Pirtûka "Danê Baranê" jî wekî pirtûkên din ên Helbestvan Fatma Savci, di warê wêjê û xwendavanan de gelek eleqeyan dîtin.

Helbestvana Jin Fatma Savci yek ji Helbestvanên herî serketî yên Zimanî Kurdî ye û ligel Yildiz Çakar, Semra Çelebî, Bêrî Bihar, Jana Seyda, Kejal Ahmed, Nahîd Huseynî, Gulîzer, Dîlber Hêma ve di navbera helbesta nûjen ya Zimanê Kurdî de yek ji Helbestvanên Jinên pêşeng de ye. Helbestên wê di gelek Kovaran de hatine weşandin û weke pirtûkan hatine çap kirin.

Fatma Savci di helbestên xwe de; êş, birîn, bêrîkirin, hez, şadî, jan, hêviyên ên xwezaya jiyanê û keçan û jinan anî ziman.

Di dilê xwezaya demê de, peyvên qedîm û nû şîn dibin... Mîna taverojeke zelal e helbestên hêvîdar û jidil û  newayên hevokên wan bihara jiyanê tîne...

“Min bêriya payizê kiriye, pelkên gwîzê hilîne di ber singa xwe de,
Destên min keçên darebiyê ne wê şax bidin li pey te,
Çavên min du stêrikên şîn wê ji azadiyê re şiyar bimînin.
xema nexwe qufle nakim vî derî zanim tu yê di berbangekê de
Li takên porê min vegerî.” - Danê Baranê / Fatma Savci


Pirtûkên din ên Helbestvan Fatma Savci:
 “Gulên Qasid”, “Xewnên Zîvîn”, “Bîra Birînê” û “Dotmara Lal”; “Ristika Morîkan (çîrok), “Şewq û Payiz” (pexşan) û “Ber bi Binxetê ve - Rojnivîska Rojava” / Jêderk: Weşanên Avesta

Çavkaniya wêneyan: Ji Rûpela Medyaya Civakî ya Weşanên Avesta

Rûmet Med
Dîrok: Meha Rêbandanê / 2019

«
Pêşve
Sonraki Kayıt
»
Paşve
Önceki Kayıt

Hiç yorum yok:

Leave a Reply