"Mîhrîcana Fîlmên Kurd ya Stenbolê" Destpê dike!
"1'emîn Festîvala Fîlmên Kurd ya Stenbolê" ji aliyê 'Kolektîfa Mezopotamya Sînema' ve di navbera dîrokên 6-10'ê meha Adarê de dê li Stenbolê bê lidarxistin.
"Kolektîfa Mezopotamya Sînema" xebatên xwe yên sînemayê 24 salin, di bin sîwana saziya Huner û Çandê 'Navenda Çanda Mezopotamya'yê (NÇM) de didomîne. "Mezopotamya Sînema", wek Kolektîf heta niha; gelek Belgefîlm, Kurtefîlm û Fîlmên Dirêj kişandine, danîşanên filman û hevpeyvînên li ser hunera sînemayê kirine û ji Sînemavanan ve bûye alîkar.
Ji bo têkilî û agahî: https://instagram.com/mezopotamyasinema
Nûçe: Rûmet Med
Tag: blog civakî çand dîrok festîval fîlm huner jiyan kurdî mîhrîcan nivîs nûçe replîk sînema slider ziman
Hiç yorum yok: