Sînemagerê navdar ê Amerîkî David Fincher yek ji derhênerên herî resen û girîngtir yê salên 90î û sedsala nû ye ku li seranserê erdnîgariya cîhanê bi fîlmên xwe yên wekî; “Alien: 3, “Se7en”, “Fight Club”, “Zodiac”, “Panic Room” û “The Curious Case of Benjamin Button” ve tê naskirin û di heman demê de xelatên; Girovera Zêrîn (Golden Globe), Derhênerê Baştirîn û Xelata Akademiyê (Oscar) girtine.
David Fincher, di sala 1962yan da li bajarê Denverê yê girêdayî Parêzgeha Koloradoya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê hate dinê û li Californiayê mezin bû. Tê gotin ku hêj di zarokatiya xwe de fîlmê “Butch Cassidy And The Sundance Kid” (1969) temaşe dike û bi bandora vî fîlmî biryar dide ku bibe derhêner. Fincher, di ciwantiya xwe da bi kameraya xwe ya 8mîlîmetreyê dest bi kişandina fîlman dike û di pargîdaniyeke anîmasyonê de dixebite. Di sala 1980yî da derbasî pargîdaniya fîlman a Industrial Light & Magicê (ILM) dibe, bi saya vê pargîdaniyê di mijara efektan de dibe pispor. David Fincher, di pêvajoya kişandina fîlmên wekî “Star Wars Episode IV” (1977) û “Indiana Jones and the Temple of Doom”ê (1984) de jî cih digre. Di 1984an da ji karê xwe yê ILMyê derdikeve û ji bo Komeleya Pençeşerê ya Emerîkayê fîlmê reklamê dikişîne. Piştî salekê derhêneriya belgefîlma “The Beat of The Live Drum”ê dike ku tê de lîstikvan û muzîkvanê navdar Rick Springfield jî cî digre. Fincher Ji bo pargîdaniyên reklamê yên wekî; Revlon, Converse, Nike, Pepsi, Sony, Levi’sê gelek fîlmên reklamê kişandine û piştî sektora reklaman jî berê xwe daye kişandina klîbên muzîkan. Fincher ji bo hunermend û komên muzîkan ên wek Madonna, Billy Idol, Paula Abdul, Arerosmith, The Rolling Stones, Nine Inch Nails, A Perfect Circle, Jody Watley, Rammstein, Rick Springfiel, Steve Winwood, Neneh Cherry, George Michael, Michael Jackson, The Wallflowers, Wire Train û The Outfielê klîbên vîdyoyan kişandine.
Yek ji derhênerên fîlman ên herî resen û girîng ên salên 90î û sedsala nû David Fincher, di sala 1992yan da bi yekem metrajdirêjê xwe yê bi navê “Alien: 3” re derket pêşberî temaşevanên sînemayê. Fîlmê pevxistina zanistî bi efektên xwe yên taybet ve ji bo Xelatên Akademiyê bû berendam lê belê fîlm ji aliyê aborî û rexneyî bi serneket. Derhêner Fincher di belgefîlmeke ku bo rêzeya fîlmên Alienê hatiye amadekirin de ragihand ku derbarê budçeyê de bi pargîdaniya 20th Century Fox re hin pirsgirêkên wî hebûn. Di sala 1995an da fîlmê wî yê duyem ê bi navê “Se7en” (Heft) li salonên sînemayan kete vîzyonê û bandoreke mezin li dîroka hunera sînemayê kir. Senaryoya fîlmê Fincher û Andrew Kevin Walker bi hev re nivîsandin û li ser çîroka du dîdektîfan (Brad Pitt û Morgan Freeman) disekine ku dikevin pey kujerekî. Fîlmê “Se7en” li seranserê cîhanê 300 milyon dolar ji gîşeyan bi dest xist. Piştî du salan bi fîlmê “The Game” derket pêşberî sînemahezan.
Di sala 1999an da fîlmê David Fincher yê bi navê “Fight Club” (Serlîstikvan: Edward Norton, Helena Bonham Carter û Brad Pitt) kete vîzyonê, fîlm ji romana nivîskarê navdar Chunck Palahniukî ji bo perdeya spî hate kişandin û mohra xwe li salên 90î û li dîroka sînemayê xist. Fight Club, ji aliyê sînemahez û derdorên sînemayê ve yek ji fîlmên herî serketî tê qebûlkirin û di lîsteya “100 Fîlmên Pirxweş ên Hemû Deman” ku ji aliyê Total Filmê ve hatiye amadekirin de bû çaremîn. Di destpêka sedsala nû de fîlmê “Panic Room” (2002) yê derhêner Fincher dikeve vîzyonê, piştî pênc salan jî fîlmê wî yê “Zodiac” tê. Fîlmê “Zodiac” (2007) ji pirtûka nivîskar Robert Graysmithî ji bo sînemayê hate kişandin û di fîlmê balkêş de lîstikvanên wekî; Jake Gyllenhaal, Mark Ruffalo, Robert Downey Jr., Anthony Edwards û Brian Cox lîstin.
Derhêner di sala 2009an da bi fîlmê xwe yê “The Curious Case of Benjamin Button” ji nû ve derket pêşberî sînemahezan. Senaryoya fîlmê ji aliyê David Fincher û Eric Rothe ve hate nivîsandin ku ji romana wêjekar F. Scott Fitzgeraldî îlhama xwe girtiye. Fîlm, di heman demê de fîlmê herî dirêj ê Fincher e. Fîlm li Xelatên Akademiyê (Oscar) di 13 beşan de bû berendam û sê xelat (Derhênerê Hunerê yê Baştirîn, Kostûma Herî Serketî, Makyaja Herî Serketî) girt. Sînemagerê biserketî, bi vî fîlmî xwe cara yekem ji bo Xelata Derhênerê Baştirîn ê Xelatên Akademiyê xist berendam û di gîşeyê ji zêdetirî 300 milyon dolar pere bi dest xist. “The Curios Case of Benjamin Button” ji niha ve ji bo dîroka hunera sînemayê weke fîlmekî klasîk tê qebûlkirin.
Derhênerê hoste David Fincher di sala 2010î da bi fîlmê xwe yê “The Social Network” çîroka jiyana avakarê malpera sosyal a Facebookê Mark Zuckerbergê tîne ber perdeya sînemayê û bi vî fîlmî li Xelatên Akademiyê di 3 beşan de, li Xelatên Girovera Zêrîn di 4 beşan de xelat digre. Fincher di 2011an da dîsa bi lêanîneke wêjeyê derket pêşberî temaşevanên sînemayê. Fîlmê wî yê nû “The Girl With The Dragon Tattoo” ji romana navdar a nivîskar Stieg Larssonî ji bo hunera heftemîn hate kişandin. Fincher, herî dawî li sînemayê derhêneriya fîlmên “Gone Girl” (2014) û “Mank”ê (2020) kirin. Fîlmê “Gone Girl” li bernameya Xelatên Girovera Zêrîn, beşên Lîstikvana Baştirîn (Drama) û Derhênerê Baştirîn jî tê de di 4 beşan de bû berendam. David Fincher ji bilî fîlmên sînemayê, di hin projeyên rêzefîlm û rêzebelgefîlmên televîzyonê de jî weke derhêner û çêker xebitî. Derhêner li ser projeya xwe ya dawî ya bi navê “The Killer”ê dixebite û dîroka vîzyonê ya fîlmê nû hêj nehatiye eşkerekirin. Fîlmên David Fincher heta niha di çarçoveya gelek festîlvalên fîlman ên navneteweyî de hatin nîşandan û di gelek beşan de xelat girtin.
Çavkanî:
- https://en.wikipedia.org/wiki/David_Fincher
- https://www.imdb.com/name/nm0000399/
- https://filmloverss.com/david-fincher-the-killer-adli-yeni-filminin-cekimlerine-kasim-ayinda-baslayacak/
22.06.2022
*Ev nîvîs di hejmara 7emîn a Kovara The Hall Kurdî de hate weşandin.
Hiç yorum yok: