Nûçe

    11:29 A

Bu Blogda Ara

Slider

  1. 1
  2. 2
  3. 3
  4. 4
Tema resimleri sndr tarafından tasarlanmıştır. Blogger tarafından desteklenmektedir.

Video

Cinema

Wêje

Pirtûk

Huner

Dîrok

Nûçe

» » » » » » » » » » » » » » » Sezona duyemîn a rêzefîlmê "Wednesday"ê dest pê dike!
rumetmed


Nûçe: Rûmet Med

Hate ragihandin ku parta yekem (ji çar beşan pêk tê) a sezona nû ya “Wednesday”ê di 6ê Gelawêjê de û parta duyem (ji çar beşan pêk tê) jî dê 3yê meha Îlonê de dê li ser Netflixê bêne weşandin.

Sezona duyemîn a “Wednesday”ê ji aliyê derhênerê hoste Tim Burton ve hate kişandin û lîstikvana navdar Jenna Ortega di rêzefîlmê de him wek serlîstikvan û him jî wek çêker cî digire. Ji sezona duyemîn a rêzefîlmê; wêne, poster û fragmana nû hatin parvekirin. Li gorî agahîya sezona duyemîn, Wednesday di beşên nû de hewl dide ku hêz û qabiliyeta xwe ya derûnî kontrol bike, li dijî rêzekuştinekê têdikoşe û dixwaze sira derdora li malbata xwe çareser bike. 

Paco Cabezas û Angela Robinson derhênerîya hin beşên rêzefîlmê dikin. Afirînerên sezona yekemîn Alfred Gough û Miles Millar, di sezona nû de wek berpirs cî digirin û di heman demê de çêkerîya rêzefîlmê dikin. Sezona duyemîn a "Wednesday"ê bi pargîdanîya MGM Televisionê ve hatiye kişandin.

Lîstikvanên wekî Jenna Ortega (Wednesday Addams), Emma Myers (Enid Sinclair), Joy Sunday (Bianca Barclay), Moosa Mostafa (Eugene), Georgie Farmer (Ajax), Victor Dorobantu (Thing), Catherine Zeta-Jones (Morticia Addams), Luis Guzmán (Gomez Addams), Isaac Ordonez (Pugsley Addams), Luyanda Unati Lewis-Nyawo (Alîkara bijêrvanê Ritchie Santiago), Jamie McShane (Bijêrvan Donovan Galpin), Fred Armisen (Mamê Fester), Steve Buscemi, Billie Piper, Evie Templeton, Owen Painter, Noah Taylor di sezona nû de cî digirin. Herwiha Lady Gaga, Christopher Lloyd, Joanna Lumley, Thandiwe Newton, Frances O’Connor, Haley Joel Osment, Heather Matarazzo û Joonas Suotamo jî di sezona duyemîn de wek lîstikvanên mêvan dilîzin.  


"Wednesday" yek ji rêzefîlmên herî zêde temaşekirî yê platformên dîjîtal e ku li seranserê cîhanê girseyeke mezin a hezkerên rêzefîmê heye. Ji mêj ve ye hezkerên rêzefîlmê gotîk li benda sezona nû ne û di meha Gulana 2024ê de li Îrlendayê dest bi kişandina beşên nû yên sezona duyem kiribûn. Rêzefîlmê gotîk, qala çîroka Wednesday Addamsê dike û hêmanên mîzaha reş di nav xwe de dihewîne. 



Çend meh berê ji sezona nû vîdyoyên danasînê hatin weşandin. Netflixê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî ragihandibû ku pêvajoya kişandina sezona duyem a rêzefîlmê qediya û di pêvajoya post-produksiyonê de ye. 


Sezona yekem a rêzefîlmê ji aliyê derhênerê navdar ê Tim Burton ê ku bi fîlmên xwe yên derasayî û gotîk tê naskirin ve hatibû kêşandin. Alfred Gough û Miles Millar di sezona yekem de wek afirîner cî girtin. Di sala 2022yê de beşên sezona yekem a rêzefîlmê derketin li pêşberî temaşevanan. "Wednesday" piştî rêzefîlmê "Stranger Things"ê duyemîn rêzefîlmê bi îngilîzî yê herî zêde temaşekirî yê Netflixê ye û ji sezona nû kurtevîdyoyên danasînê hatibûn weşandin.


Al Gough û Miles Millar di rêzefîlmê de wek çêker cî digirin û ragihandibûn ku "Çîroka Malbata Addamsê di sezona nû de dê bêtir bê vegotin.* 


Sezona yekem a "Wednesday"ê di dozdeh beşan de ji bo Xelatên Emmyê weke berendam hatibû nîşandayîn û çar xelat girtibû. Di sala 2023yê de kişandina sezona nû hatibû pejirandin û di meha Gulanê (2024) de jî dest bi kişandina sezona duyem a rêzefîlmê kiribûn. Dîroka sezona nû tam diyar nebû, lê belê tê texmînkirin ku beşên nû yên rêzefîlmê di dawîya havînê an jî mehên payîza 2025ê de dê bêne weşandin. Çîroka Wednesdayê, bi navê "The Addams Family" di salên 1991-1993yan de weke fîlmê sînemayê û di navbera salên 1964-1966an de jî weke rêzefîlmê televîzyonê derketibû li pêşberî temaşevanan.* 


«
Next
"Wednesday" dizisinin ikinci sezonu başlıyor!
»
Paşve
"Der Spiegel" dergisine göre 'Dünyanın En İyi 100 Kitabı'
Pages 22123456 »

Hiç yorum yok:

Leave a Reply