Slider

Tema resimleri kelvinjay tarafından tasarlanmıştır. Blogger tarafından desteklenmektedir.

Video

Welat

Wêje

Pirtûk

Huner

Dîrok

Nûçe

» » » » » » » » » » » » » » » Sezona duyem a rêzefîlmê "Wednesday"ê di sala 2025ê de dê bê weşandin

 Haber: Rûmet Med

"Wednesday" yek ji rêzefîlmên herî zêde temaşekirî yê platformên dîjîtal e ku li seranserê cîhanê girseyeke mezin a hezkerên rêzefîmê heye. Ji mêj ve ye hezkerên rêzefîlmê gotîk li benda sezona nû ne û di meha Gulanê de dest bi kişandina beşên nû yên sezona duyem kiribûn. Hat ragihandin ku sezona nû di sala 2025ê de dê derbikeve li pêşberî temaşevanan. 

Çend meh berê ji sezona nû vîdyoyên danasînê hatin weşandin û Netflixê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî ragihand ku pêvajoya kişandina sezona duyem a rêzefîlmê qediya. Hesabên fermî yên "Wednesday"ê jî diyar kir ku kişandina sezona nû temam bû. Li Îzlandayê dest bi kişandina rêzefîlmê kiribûn û hat ragihandin beşên sezona duyem di 2025ê de li ser platforma dîjîtal a Netflixê dê bêne nîşandayîn. 

https://x.com/netflix/status/1864376392735207440?s=61

Sezona yekem a rêzefîlmê ji aliyê derhênerê navdar ê Tim Burton ê ku bi fîlmên xwe yên derasayî û gotîk tê naskirin ve hatibû kêşandin. Alfred Gough û Miles Millar di sezona yekem de wek afirîner cî girtin. Di sala 2022yê de beşên sezona yekem a rêzefîlmê derketin li pêşberî temaşevanan û piştî sê salan sezona duyem dê bê weşandin. "Wednesday" piştî rêzefîlmê "Stranger Things"ê duyemîn rêzefîlmê bi îngilîzî yê herî zêde temaşekirî yê Netflixê ye û ji sezona nû kurtevîdyoyên danasînê hatibûn weşandin. Ji sezona duyemîn a rêzefîlmê wêneya yekem jî hat weşandin. 

Lîstikvanên wekî Jenna Ortega, Emma Myers, Catherine Zeta-Jones, Luis Guzmán, Steve Buscemi, Billie Piper, Noah Taylor, Evie Templeton, Joanna Lumley, Thandwie Newton, Frances O’Connor, Haley Joel Osment, Heather Matarazzo, Christopher Lloyd, Lady Gaga di sezona duyem a rêzefîlmê de lîstine. Al Gough ve Miles Millar di rêzefîlmê de wek çêker cî digirin û ragihandin ku "Çîroka Malbata Addamsê di sezona nû de dê bêtir bê vegotin.*

Sezona yekem a "Wednesday"ê di dozdeh beşan de ji bo Xelatên Emmyê weke berendam hatibû nîşandayîn û çar xelat girtibû. Di sala 2023yê de kişandina sezona nû hatibû pejirandin û di meha Gulanê (2024) de jî dest bi kişandina sezona duyem a rêzefîlmê kiribûn. Dîroka sezona nû tam diyar nebû, lê belê tê texmînkirin ku beşên nû yên rêzefîlmê di dawîya havînê an jî mehên payîza 2025ê de dê bêne weşandin. Çîroka Wednesdayê, bi navê "The Addams Family" di salên 1991-1993yan de weke fîlmê sînemayê û di navbera salên 1964-1966an de jî weke rêzefîlmê televîzyonê derketibû li pêşberî temaşevanan. 

«
Pêşve
Sonraki Kayıt
»
Paşve
Önceki Kayıt

Hiç yorum yok:

Leave a Reply