Nivîs: Rûmet Med
"Helbestvanek, ji bo giyanê bixe tevgerê dinivîsîne, ne ji bo ku pûtperestan xwedî bike..."*
Andreî Tarkovsky di 4’ê avrêla 1932’yan de hatiye dinê û di sala 1986’an de wefat kiriye. Tarkovsky, di dîroka sînemayê de derhênerekî navdar e û fîlmên wî nayên ji bîr kirin. Gelek sînemager û derhêner ketina bin bandora wî. Fîlmên wî li her derê cîhanê ji aliyê gelek temaşevanên sînemayê ve têne temaşe kirin. Tarkovsky xwendekarekî derhênerê navdar ê sînemaya Sovyetan Mihail İliç Rommî ye.
Derhêner Tarkovsky li welatê Rûsyaya Sovyetê hatiye dinê û perwerdehiya xwe ya sînemayê li dibistana fîlman a Rusyayê (VGIK) hilgirtîye. Derhênerekî auteur e û di nava pêşengên rêbaza sînemaya helbestkî de cih digire. Wî fîlmên xwe weke ramanê bi hestên civakî û hunerî kişandine. Sehneyên fîlmên Andrey Tarkovskî wekî xewneke diherikîn û bi awayekî surrealîst hatine kişandin. Zarokatî, rabirdû û bîranînên Tarkovskyî gelek bandorê lê jiyana wî kirine.
Yek ji derhênerên herî mezin û serketî yên hunera heftemînê Andreî Tarkovsky, di jiyana xwe ya hunerê de fîlmên bêhempa û mezin afirandine, û hest û ramanên xwe yên di derbarê mirovahî, jiyanê û xwezayê de anîne zimên. Di fîlmografiya wî de kurtefîlmên "Ubiytsy" (1956), "Segodnya Uvolneniya Ne Budet" (1959), "Katok i skripka" (1960) û belgefîlmeke bi navê "Tempo di viaggio" (Derhêner: Tonino Guerra , Andrey Tarkovskî, 1984) jî cih digirin. Tarkovskî senaryoya fîlmê "Sergey Lazo" (1968) nivîsandiye, di fîlmekî de weke lîstikvan lîstiye û di heman demê de wenêkeşekî baş bû ku bi objektîfa xwe wêneyên xweş û rengîn girtine û lîstikên şanoyan bi rêvebirine. Derhênerê mezin, sê pirtûkên bi navê "Dem Di Nava Demê de", "Sînemaya Helbestkî", "Dema Morkirî" ku li ser hest û ramanên sînemayê amadekirine.
Her wiha li ser sînemaya Tarkovskyî belgefîlmên "Regi Andrej Tarkovskij" (der: Michal Leszczylowskî, 1988) û "Moscow Elegy" (der: Aleksandr Sokurov, 1988) hatine kişandin û projeya belgefîlmeke bi navê "Andrey Tarkovskiy. Vospominanie" (der: Aleksei Naidyonov) jî didome.
(Derhênerê nemir ê hunera sînemayê Andreî Tarkovsky û xwişka wî Marîna Tarkovskaya.. Mirov diçe rabirdû, zarokatî û bîranînên xwe...)
Sînema karê afirandina atmosferê ye û li sînemayê gotineke gelek tê zanîn heye û dibêje ku "Kesên ku xewn nabînin nikarin fîlm bikişînin." Bi rastî jî sînema karê xeyal, xewn û hêvîyan e, karê kesên ku derd û gotinên wan hene. Yek ji derhênerên herî serketî yên dîroka hunera sînemayê û pêşengê rêbaza sînemaya helbestkî Andreî Tarkovsky jî di jiyana xwe de filmên mîna xewnê kişandine û di filmên xwe de; êş, şadî, bêrîkirin û hêvîyên mirovahî û xwezayê nîşan dide, û bi hest û ramanên fîlmên xwe ve mohra xwe li sînemayê da. Di fîlmên Tarkovskyî de, mijarên jiyanî, zimanekî helbestkî, atmosfereke kûrahî xwe didin der, bi tevgerên kamerayê û nerînên kişandinê ve; bijartin û bikaranîna muzîkên fîlman jî ciyekî girîng digirin, û muzîk û fîlman bi hev re wekî hestî û çermî bedeneke ne, ruh û can didin herikîna çîrokê.. Yek ji pêşengên herî serketî yên hunera sînemayê û derhênerê navdar ê Swedê Ingmar Bergman ji aliyê derdorên sînemayê ve derhênerê herî mezin ê sînemaya cîhanê tê qebûl kirin. Derhêner Bergman di derbarê Tarkovskyê de dibêje, "Andreî Tarkosvky ji bo min derhênerê baştirîn e." (Çavkanî: https://andrei-tarkovsky.com)
Andreî Tarkovsky, li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Venedîkê Xelata Şêrê Zêrîn, li Cannesê xelata FIBRESCIyê û Xelata Taybet a Juriyê girtine. Derhêner, di sala 1990'ê de, ji ber "Tevkarîya bêhempa ya hunera sînemayê û fîlmên wî yên nûjenîxwaz ku nirxên gerdûnî yên mirovî û ramanên humanîst dipejirînin." Xelata Lenînê girt.
Derhêner Andreî Tarkovky, li dijî lez û bêruhiya bêreng a çaxî nûjenê qîrîneke jidil e. Min di vê lîsteyê de, çîrokên 7 berhemên sereke yên Tarkovskyê bi kurtasî nivîsandin û hin replîkên van fîlman bo zîmanê Kurdî wergerandim.
Fîlmê "Ivanovo detstvo" (Zarokatiya Îvanê, 1962) di salên Şerê Cîhanê yê Duyemîn de diqewime û qala çîroka zarokekî bi navê Îvanî ku gundê wî ji aliyê Nazîyan hatiye wêran kirin, malbata wî hatine kuştine û êsîr ketiye, dike. Îvan rojek ji wergeha dîlê direve. Serpelê Sovyetan Kholin û efserên din ên artêşê xwedî lê zarokê derdikevin. Wan dixwazin Îvanî rêkin li dibistanê û wî jî dixwaze biçe li eniya şerê.
"Şerm/fedî, hesta ku dê mirovahiyê rizgar bike..." (Şerm wê mirovahîyê rizgar bike..")
"Em nizanin, em ê çi ji cîhanên din bikin.. Pêwîstiya me ji cîhanên din nîne.. Pêwîstiya me bi neynikê heye..."
Di çavên evîn û xwezayê de ye, jêderka jiyanê û bi dilê hezê re mezin û şîn dibe qencayî û xweşikahî...
Rêwîtiyeke dipdirêj û rengîn e "Solarîs", tê de hevok, newa û dîmenên xwezaya jiyanê dihewîne.. Demsaleke nû ye û dişibe avên robarekî zelal û xewneke spî diherike...
Fîlmê "Solarîs" (1972), qala rêwîtiyeke ku ber bi fezayê û gerstêrka Solarîsê dike, rewş û çîrokên mirovên ku ji bo lêkolînekê li wê derê çûne, nîşan dîde... 'Solarîs' fîlmekî helbestkî û felsefîk e...
Derhêner: Andreî Tarkovsky û Senaryo: Andreî Tarkovsky, Fridrikh Gorenshtein
"Peyv, hin caran têra ravekirina hestên me nakin.. Ew gelekî temirî/vemirî ne..."
"Helbestvanek, ji bo giyanê bixe tevgerê dinivîsîne, ne ji bo ku pûtperestan xwedî bike..."
"Bi tenê berrahî û ronî heye..."
Zimanekî helbestkî, çavên ruhê xwezaya jiyanê û dengê bayê û baranê... Di nava bîranîn û newayan de, dilê rêwîtiyeke helbestkî, bêhna rengên xweza û demsalan... Bîrewerî; rabirdû û dahatû ne, wan ji bo mirovan her tişt in...
Derhênerê navdarê cîhanê Andreî Tarkovsky di fîlmê xwe yê bi navê 'Zerkalo' (1975) de qala malbat û jiyana xwe dike û rewş û atmosfera serdema xwe nîşan dide... Di nav herikîna filmê de helbestên bavê Andreî Tarkovskyî cih digirin... 'Zerkalo' di dîroka sînemayê de fîlmekî girîng û watedar e, wekî rengê xiyal û xewnê ye ku mîna avên robarekî zelal û spî diherike... Li dijî lez û bêruhiya çaxê qîrîneke ye "Zerkalo", bi peyv û newayên dilê xwe ve, di sînorên rastîn û xewnê de digere...
"Zekalo" (Neynik - The Mirror) / Derhêner: Andrei Tarkovsky û Senaryo: Andrei Tarkovsky, Arseniy Tarkovskiy, Aleksandr Misharin
Hemû tişt girêdayî bi vê yekê ye ku mirov wateya jiyana xwe li ku derê dibîne...
Rastîn, bi nîqaşan ve derdikeve holê...
Şopger, nivîskar, profesor û herêmeke tenya... Di dilê xwezayê de serpêhatiya rewîtiyeke helbestkî û olana muzîkan... Rêwîtîyeke li pey dengê xeyal û hêvîyan.. Her sê jî li heman rê de ne, lê armanca wan cuda ye.. Yek ji fîlmên klasîk ên dîroka sînemayê "Stalker" li ser wateyên jiyanê, hunerê, ruha xwezaya mirovê û siriştê fîlmekî girîng û xweş e...
"Сталкер" (Stalker / Şopger) 1979 - Derhêner: Andrey Tarkovskî û Senaryo: Andreî Tarkovsky, Borîs Strugatsky
"Bi tenê li xwezayê binêre û tu yê bibînî ku jiyanê çiqas ji rêzê ye..."
"Dilopek û dilopeke din nakin du dilop, wan dikin dilopeke mezintir..."
Andreî helbestvanekî navdar ê Rûsyayê ye û ji bo jiyana muzîkvanê Sosnovsky ku di sedsala 18'ê de hatiye jiyîn û li Bolonyayê çûye dibistanê, lêkolînek dike û ji ber vê yekê tê li Îtalyayê. Andreî û wergêra wî li Toskanayê digerin û rêwîtiya helbestvanê her ku diçe dibe serpêhatiyeke razdar û ronîdar...
Derhênerê baştirîn ê dîroka sînemayê Andrey Tarkovskî.. Dengbêj û çîrokbêjekî ye û stranên rastîn ên jiyanê distrîne...
"Nostalghia" (1983) / Derhêner: Andreî Tarkovsky û Senaryo: Andreî Tarkovsky, Tonino Guerra
"Pêşî gotin hebû..."
Alexander rojnamevan, lîstikvan û feylosofekî ye û hemû endamên malbata wî ji ber rojbûna wî hatine li cem hev. Alexander di nava rojê de digel kurê xwe yê piçûk re li ser wateya jiyanê diaxive û danê êvarê şerê nukleerê destpê dike. Piştî vê buyerê di jiyana Alexander de pêvajoya pirsyarîkirin destpê dike... Yek ji berhemên sereke yên derhênerê nemir ê hunera sînemayê Andreî Tarkovskyî "Offret" (1986) wekî fîlmên din ên derhênerê, temaşevanên xwe derdikeve rêwîtiyeke bêhempa û felsefîk...
"Offret" (Gorî, Qurban) - Derhêner û Senaryo: Andreî Tarkovsky
Çavkanî: https://andrei-tarkovsky.com/
https://www.imdb.com/name/nm0001789/?ref_=fn_al_nm_1
* Ji bo alîkariya wergera vê replîkê ez zor spasî hevalekî dikim.
Nivîs: Rûmet Med (Rûmet Onur Kaya)
Li ser huner û sînemaya Tarkovskyê du nivîsên kurt:
https://rumetmed.blogspot.com/2018/09/awazen-filmen-andrei-tarkovsky.html
https://rumetmed.blogspot.com/2018/08/niseyen-ku-li-ser-jan-keser-u-dile.html
https://rumetmed.blogspot.com/2019/01/li-gori-andrei-tarkovsky-10-filmen-heri.html
Sînemaya Serbixwe - www.sinemayaserbixwe.com
Hiç yorum yok: