Nûçe: Rûmet Med
Heşt kurteçîrokên nû yên wêjekarê navdar Harper Leeyê derketin holê û bi navê "The Land of Sweet Forever'" weke pirtûk hatin weşandin. Li gorî rexnegirên wêjeyê, kurteçîrokên ku nû hatine dîtin, bingeha hin temayên romana "To Kill a Mockingbird"ê jî dihewînin, destpêka serpêhatîya nivîskarîya Harper Leeyê nîşan dide û çavderîyên nivîskareke ciwan dide der.
Heşt kurteçîrokên nivîskar Harper Leeyê, piştî mirina wê hatin dîtin û ragihandin ku kurteçîrokên nivîskarê di salên 1950an de di mala wê de hatine nivîsandin. Pirtûka kurteçîrokan a Leeyê bi pêşgotina nivîskara jînenigarîyê Casey Cep re bi navê "The Land of Sweet Forever: Stories and Essays' (21ê Cotmehê) ji aliyê Weşanên Harper ve hate çapkirin. Nivîskar Casey Cep di nivîsa xwe ya rojnameya The Guardianê de got, "Van metnan, şopên dema nivîskareke ku li dengê xwe digere dihewîne."
Harper Lee di meha Reşemîya 2016ê de di 89 saliya xwe de çû ser dilovanîya xwe. Berî mirina nivîskarê romana wê ya bi navê “Go Set a Watchman” hatibû weşandin.
"To Kill a Mockingbird" (1960) yek ji berhemên sereke yên wêjeya Amerîkayê tê qebûl kirin û qala çîroka mirovekî çermreş dike. "To Kill a Mockingbird" ji aliyê wergêr Ekrem Koçbaşî ve bi navê "Kuştina Çivîkan" ji bo Kurdîya Kurmancî hate wergerandin û îsal ji Pall Weşanê hate weşandin.
Romana "To Kill a Mockingbird", Xelata Pulitzerê girtibû, di 1962yê de wek fîlmê sînemayê hatibû kişandin û Xelatên Oscarê (Gregory Peck, Lîstikvanê Herî Serketî) û (Horton Foote, Senaryoya Lêanîn a Herî Serketî) û Xelatên Gilovera Zêrîn jî têde ji gelek festîval û bernameyên sînemayê xelat girtibû. Roman, heta niha ji bo bi dehan zimanan hate wergerandin û li seranserê cîhanê ji zêdetirî 42 milyon kopî hatibû firotin.
Çavkanî: Edebiyat Haber








Hiç yorum yok: