Slider

Tema resimleri kelvinjay tarafından tasarlanmıştır. Blogger tarafından desteklenmektedir.

Video

Welat

Wêje

Pirtûk

Huner

Dîrok

Nûçe

» » » » » » » » » » » » » » » » » » Romana Bextiyar Elî ya "Hinara Dawî ya Dinyayê" ji bo lîsteya '100 Pirtûkên Herî Serketî yên Sedsala 21ê' hat hilbijartin

 


Nûçe: Rûmet Med

Romana wêjekar û rewşenbîrê navdar ê kurd Bextiyar Elî ya "Hinara Dawî ya Dinyayê" ji bo lîsteya '100 Pirtûkên Herî Serketî yên Sedsala 21ê' ya rojnameya Neue Zürcher Zeitungê hat hilbijartin. Lîsteya '100 Pirtûkên Herî Serketî yên Sedsala 21ê' ji aliyê nivîskar û rexnegirên NZZ am Sonntagê ve ji nav bi sed hezaran pirtûkan hatin hilbijartin û tê de pirtûkên wêjeyî û zanistî cî digirin. 

Romannûs, helbestvan û rewşenbîrê kurd Bextiyar Elî berhemên xwe bi zaravayê soranî dinivîsîne, heta niha gelek pirtûkên helbestan û roman nivîsandine ku gelek berhemên wî bi zaravayê kurmancî hatine weşandin û bi gelek zimanan hatine wergerandin. Nivîskarê hoste Bextiyar Elî bi gelek pirtûkên xwe; "Xelata Festîvala Wêjêyê Gelavijê" (2003) "Xelata Wêjeyê ya HARDIyê" (2009), "Xelata Wêjeyê ya Şêrko Bêkes" (2014), "Xelata Prestîjê ya Nelly-Sachsê" (2017), "Xelata Hilde Domin" (2023) girtin. 

Romanên Bextiyar Elî yên "Êvara Perwaneyê", "Qesra Balindeyên Xemgîn", "Apê Min Cemşîd Xan Ku Hertim Bê Ew Li Ber Xwe Dibir", "Hinara Dawî ya Dinyayê", "Bajarê Mosîqarên Spî", "Deryas û Laş" ji Weşanên Avestayê û romana wî ya "Dagirkirina Tarîtîyê" ji Weşanên Neqşê & Weşanxaneya Şilêrê ve bi kurmancî hatin çapkirin, romana wî ya "Hinara Dawî ya Hinarê" bi navê "Dünyanın Son Narı" ji Weşanên Totemê bi tirkî hat weşandin.

Neue Zürcher Zeitungê rojnameya herî mezin a Swîsreyê ye û ji sala 1780ê bi vir de bi almanî tê weşandin. Rojnemaya Neue Zürcher Zeitungê di heman demê de yek ji rojnameyên herî qedîm a cîhanê ye.

Çavkanî: https://www.nzz.ch/nzz-am-sonntag/100-beste-buecher 

https://www.instagram.com/bachtyar.ali/

https://ku.wikipedia.org/wiki/Bextiyar_Elî

https://en.wikipedia.org/wiki/Bachtyar_Ali

https://tr.wikipedia.org/wiki/Bahtiyar_Ali

https://mertinwitt-litag.de/hilde-domin-prize-2023/

«
Pêşve
Ev şanda herî dawîye.
»
Paşve
Önceki Kayıt

Hiç yorum yok:

Leave a Reply