Di erdnîgariya cîhanê de hinek stranan hene ku peyv û awaz ên wan ji bo jiyanê dibin çirîska roniya hêvîyê... Deng û rengê vê jiyan e, hez û evîn ên rastîn e, hest û ramanên ên rastî mayînde ne..
Dengê wan wekî rengê demsala biharê dixuyin, di nav de qîrîna êşan û rûyê hêvîyan bi hev re têne bihîstin û di heman kêliyê de dibin raman û hesta hêvîyeke spî.. Li pey rastînan dimeşe, di demê de demsalekî nû ye, dibe bîhna kulîlkên rengîn û wekî gotinek nipînû vedike.. Dengê wan rengek resen e, mîna avên çem û robarên welatê diherîkin..
"Çendî Geram Le Şaran" (Birîndarim) ji stranek wisa ye, awaza vê hêvî ye û têde hilma xwezayê tê.. Peyv û awaz ên jî stranê mîna avên Robarên Dîjle û Firatê diherîkin.. Gotinên muzîkê Zaravaya Kurdî ya Soranî ye û ji aliyê Hunermendê navdarê Kurd Homer Dizeyî ve hatiye beste kirin û hatiye strîn. Strana "Çendî Geram Le Şaran" ji sehneyên fîlmên "Dol"- 2007 (Derhêner: Hiner Saleem) û "Nîvê Heyvê" - 2007 (Derhêner: Behmen Qubadî), ji radyoyê de tê bihîstin. / Nivîs: Rûmet Med
Çavkaniya Wêneyê: Twitter.com/Sindiek8
Çandî Geram Le Şaran / Homar Dzayi Çandî Geram le Şaran Çandî Geram le Şaran Nemdî kes wek to ciwan bî Kîjola neşmîlnekey caran Çon debê nêwan man wa bê cane Be yadî seyranekî naw daran Birîndarim Birîndarim Kîjola neşmînekey caran Çon debê nêwan man wa bê Be yadî seyranekî naw daran Birîndarim Birîndarim Dêtewe bîrit cane Dêtewe bîrit cane Çaw çawaney ser banî Dest lemlaney bin dîwaran cane Maç û muçey êwarey ser kanî Be yadî ew hemu cêye ciwane Birîndarim Birîndarim Dest lemlaney bin dîwaran cane Maç û muçey êwarey ser kanî Be yadî ew hemu cêye ciwane Birîndarim Birîndarim Êstaj meylim her mawa Êstaj meylim her mawa Dil yeke û nawgurawa Êstaj deng danewey çirpey ciwanit Le cweyma weku xoy mawa Be yadî hemu cegeyî ciwanit Birîndarim Birîndarim Êstaj deng danewey çirpey ciwanit Le cweyma weku xoy mawa Be yadî hemu cegeyî ciwanit Birîndarim Birîndarim
Hiç yorum yok: