Li seranserê cîhanê, tu netewe û gel homojen nînin û ev nepêkane jî. Her kes bi herikîna demê re; li gor zanîn, dîtin, agahî, têkilî, rastîhevhatînên xwe cuda difikirin û dihisin. Lewra rih û hişên mirovan, bi bandora şert û mercên jîyanê teşe digirin. Hest, fikr û ramanên wan jî di vê pêvajoyê de pêk tên û diguherin.
Li jiyanê, her tişt li gor mercên jiyanê û bi demê re diguhere û veguhere, û lewma tu tişt wekî berê namîne ku her tim di nava guherîn û veguherînê ne. Vê yekê ji ber zagona xwezaya jiyanê û ruhê diyalektîkê wisa ye. Binesazî û seravayî ya civakên cîhanê bi vî awayî pêk tê û a ku seravayîyê diyar dike (destnîşan dike) rewşa têkiliyên binesaziya civakekê ye ku civak ji van her du diyardeyan pêk were û di navbera van de têkiliyeke beramber a domdor heye.
Ji ber ku, bi nerîna dîyalektîka dîrokî ve tiştê ku rih, bîr û hişa mirovan diafirine û teşe dide wan, şert û mercên jiyanê û dîrokî ne. Ya girîng jî ev e ku divê şert û mercan herî mirovî bêne avakirin.
Rewşenbîr û ramangerê mezin Karl Marx dibêje ku "Ji ber ku, şert û mercên jiyanê teşe didin mirovan. Divê şert û mercên jiyanê bi awayekî herî mirovî bên avakirin.."
Nivîs: Rûmet Med
Berfanbara 2019'ê
Hiç yorum yok: