Nûçe: Rûmet Med Fîlmê herî dawî yê derhênerê hoste Christopher Nolanî di sala 2023yê de ket vîzyonê û di gîşeya cîhanê de eleqeyeke mezîn dît, "Oppenheimer" li gelek beşên Xelatên Oscar, BAFTA, Girovera Zêrîn xelat girtibû. Christopher Nolan bi fîlmê xwe yê nû re ji nû ve derdikeve li pêşberî temaşevanên sînemayê. Derhênerê navdar Nolan vê carê yek ji berhemên herî qedîm a dîroka wêjeyê, destana navdar a Homerosî tîne li ser perdeya sînemayê. Fîlmê "The Odyssey" di 17ê meha Tîrmehê de dê li seranserê cîhanê bikeve vîzyonê. "The Odyssey" ji destana antîk Odisseiayê hate kişandin ku sala par wêne û posterên fîlmê hatibûn weşandin û di Berfanbara 2025ê de ji fîlmê fragmana yekem jî parvekiribûn. "The Odyssey" ji aliyê Christopher Nolan ve hate kişandin, lîstikvanên navdar di fîlmê de lîstine û ji hêla teknîk ve balkêş e. Sînemahez bi meraq û kelecaneke mezin li benda fîlmê mîtolojîkê ne. Yek ji kitekitên herî girîng a fîlmê ev e ku hemû sehneyên ...
0 coment�rios:
Yorum Gönder