Peyv û Newayên Ji Dilê Jiyanê: Yunus Dîşkaya


Hunera muzîkê, di dîroka mirovahiyê de wekî wêje û şanoyê yek ji hunerên herî kevn û qedîm e û sîtava xwezaya jiyanê ye. Newayan; bi hest û ramanan ve pêk tên û mezin dibin, ev derbirina jiyanî û xwezayî, di ruh û canê mirovan de mîna avên çavkaniyeke zelal diherikîn. Muzîk jî wekî her tiştî diguhere, xwe ji nû ve pêk tîne û her ku diçe xwe bêtir xuya dike. Deng û rengên nû dibin roniya bihara jiyanê..


Di nav tariyê de, ronahiyeke rengîn e muzîk, bihareke bêdemsal e ku awazên wê dibe hêvî û ji nişka ve vedibe.. Dengê stranên hunermendê kurd Yunus Dîşkaya mîna rengê hêviyeke vedibe, bi peyv û newayên xwe yên jidil ve dibe çavkaniyeke zelal û xweş. Ez demeke dirêj e ku stran û kilamên hunermend Yunus Dîşkayayê guhdarî dikim. Mirov di nav peyv û newayên muzîkên wî de jiyanê bi xwe dibîne; newayên wî di rêwîtiyeke dirêj û kurt de, di demsaleke germ an jî sar de û di kolan û warên xwezaya jiyanê de, di nav bîranîn û êşan de. rûyê rastînê bi bîr tîne, hêviya dilê mezintir dike..


Hunermendê muzîkê Yunus Dîşkaya ji xwe re dibêje "Hunermendê Mal" (Ev Sanatçısı), mîna orkestrayeke bi tena serê xwe, xebatên xwe yên muzîkê didomîne. Hunermend heta niha bi Kurdî û Tirkî ji 10'î zêdetir albûmên muzîkê derxistine û stran û kilamên xwe di platforma înternetê de parvekirine. Yunus Dîşkaya gelek helbestên Cegerxwîn, Arjen Arî, Sabahattîn Alî, Kamiran Alî Bedirxan, Can Yucel, Omer Xeyyam û hwd. kiriye stran û beste.



Yunus Dîşkaya kî ye;

Hunermendê Kurd Yunus Dîşkaya li navçeya Kahtayê ya girêdayî Semsûrê ji dayîk bû, li Zanîngeha Stenbolê di beşa Ziman û Wêjeya Îngilîzî de xwendiye û weke akademîsyen dixebite.


Yunus Dîşkaya li ser helbestên helbestvanê Kurd Ferîd Xan, albûmeke nû ya bi navê " Çîroka Kûçikên Birçî " amadekiriye û li ser înternetê parvekiriye.

Nivîs: Rûmet Med
Dîrok: Meha Berfanbarê / 2018

Yorumlar