Slider

Tema resimleri kelvinjay tarafından tasarlanmıştır. Blogger tarafından desteklenmektedir.

Video

Welat

Wêje

Pirtûk

Huner

Dîrok

Nûçe

» » » » » » » » » » » Pêşengê Sînemaya Rêbaza Rastîbîniya Nû: Vittorio De Sica

Nivîs: Rûmet Med

Dema ku behsa sînemagerê mezin Vittorio De Sicayî tê kirin, fîlmê klasîk ê bi navê “Ladri Di Biciclette” tê bîra mirov ku ev fîlm li ser jiyana zarokekî û bavê wî ye û bandoreke mezin li hunera sînemayê kiriye.

Derhêner û lîstikvanê navdar ê Îtalyayê Vittorio De Sica bi gelek fîlmên xwe yên ku di navbera dawiya salên 40 û destpêka 50an de hatine kişandin, tê naskirin û li gor rexnegir û derdorên sînemayê  yek ji pêşengên sînemaya rêbaza Rastîbîniya Nû tê qebûl kirin.

Vittorio De Sica li bajarê Sora ya Îtalyayê hatiye dinyayê û hêj 16 saî bû dest bi sînemayê kiriye. Di navbera salên 1932-43an de, deh salan di gelek fîlmên komediyê de û bi giştî ji sala 1917ê heta 1974ê ji zêdetirî 140 fîlman weke lîstikvan cih girtine. De Sica derhêneriya ji zêdetirî 30 fîlman kirine.

“Rose scarlette” (1939) yekem fîlm e ku ji aliyê Vittorio De Sicayî ve hatiye kişandin. Piştî vî fîlmê derhêner hin fîlmên civakî û rexneyî birêvebirin ku tê de li ser jiyanên zarok û karekterên ciwan ên marjînal sekinî. Yek ji mînakên vê demê “I bambini ci guardano” (1942) ye û ev fîlm ji hêla realîstîkê gelek girîng e ku De Sicayî li dû vî fîlmê, piraniya projeyên fîlmên xwe digel senarîst Cesare Zavatini re çêkirine.

Derhêner Vittorio De Sicayî di fîlmên xwe yên vê demê de qala xizaniya mirovan a ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn (1946-1950) derketibû holê kir û bi fîlmên wî li seranserî cîhanê deng vedan. Sicayî wekî derhênerên Rossellini û Visconti yek ji nûnerên herî serketî yên rêbaza Nerorealîzmê ye. Sînemager di vî fîlmên xwe de li ser mijarên çînî û xizanyên rojane ya mirovan sekinîne.

Fîlmê wî yê bi navê “Sciuscia” ku di sala 1946ê de hatibû kişandin, behsa jiyanên du boyaxvanên Romayî dike. Derhênerê navdar Vittorio De Sicayî dû vî fîlmê, di 1948ê de fîlmê xwe yê klasîkê sînemayê “Ladri Di Biciclette” dikêşîne ku ev fîlm yek ji mînakên baştirîn ên Rastîbîniya Nû ye kû bandoreke mezin li hunera heftemînê kiriye. Di fîlmê de Antonio Ricci bêkar e, rojek bi xwe karekî peyda dike û ji bo vî karê duçerxeyeke/bisîklet dikire. Ev duçerxeya wî di karê çêkirina seywanê/afîş de ji aliyê kesek nenas ve tê dizîn. Piştî vê buyerê bi zarokê xwe yê 10 salî ye, kolan bi kolan duçerxeya xwe digerin. Fîlmê “Ladri Di Biciclette” li bernameya gelek Xelatên Fîlman ên wekî BAFTA, Rûmeta Akademî, Gilovera Zêrîn û Bodilê di gelek beşan de xelat wergirtin. Fîlm bi giştî bi lîstikvanên amator ve li taxên bajarê Romanyê hatiye kişandin û atmosfera rastîn a jiyanê diguhêze li sînemayê.


De Sicayî di sala 1951ê de bi fîlmê yê nû yê “Miracolo a Milano” re derdikeve li pêşberî temaşevanên sînemayê ku tê de hêmanên çîrokî û vegotina civakî ya nûjen cih digirin. Piştî salekê jî fîlmê wî yê bi navê “Umberto D”yê tê û ev fîlm ji hêlên rexnekirina civakî û estetîkê balkêş e.

Piştî salê 1953yê ji bo derhêner Vittorio De Sicayî  heyameke cuda dest pê kiriye û lê fîlmên wî yên berê car caran bandorê li fîlmên wî yên nû dikin. Fîlmên vê heyamê; “Stazione Termini”(1953), “L’oro di Napoli” (1954), “II tetto” (1956) ne.

Derhêner, piştî salên 50an êdî ji bo çêkerên fîlman ên Amerîkayê fîlman kişandin. Di despêka salên 60an de du fîlmên wî yên “II Guidizo Universale” (1961), “I sequestrati di Altona” (1962), gelek têne ecibandin ku mijara fîlmê “I sequestrati di Altona”yê ji romana wêjekar û nivîskarê navdar ê Frensayê  Jean-Paul Sartreyî ji bo perdeya spî lê hatibû anîn.

Sînemagerê biserketî Vittorio De Sicayî di sala 1974ê de fîlmê xwe yê dawîn ê “II vaggio”ê kişandiye ku di nav fîlmê de lîstikvanên navdar ên Sophia Loren û Richard Burton dilîzin. Ev fîlm qala çîroka du evîndarên ku ji ber rewşa civakê nikarin bigihîjin hev, dike. Derhêner û lîstikvanê mezin Vittorio De Sicayî di sala 1974ê de li Parîsê çûye dilovaniya xwe. Fîlmên wî li dîroka sînemayê bûne klasîk û gelek fîlmên wî li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlînê û li Xelatên Fîlman ên Akademiyê (Oscar), Gilovera Zêrîn, BAFTA, David di Donatello, Bodil û Jussiyê xelat girtine.

 Fîlmên din ên derhêner Vittorio De Sicayî : “Maddelena... zero in condotta” (1940), “Teresa Venderni” (1941), Un garibaldino al convento” (1942), “I bambini ci guardano”  (1943), “La porta del cielo” (1944), “Coure” (1948), Anna di Brooklyn” (1958), “La ciociara” (1960), Boccaccio '70” (episodio La riffa, 1962), “Il boom” (1963), “Ieri, oggi, domani”  (1963), “Matrimonio all'italiana” (1964), “Un mondo nuovo” (1966), “Caccia alla volpe” (1966), “Le streghe” (1967), “Sette volte donna” (1967), “Amanti” (1968), “I girasoli” (1970), “Il giardino dei Finzi Contini” (1970), “Le coppie (episodio Il leone, 1970), “Lo chiameremo Andrea” (1972), “Una breve vacanza” (1973).

 Çavkanî:

https://www.imdb.com/name/nm0001120/

https://tr.wikipedia.org/wiki/Vittorio_De_Sica

https://en.wikipedia.org/wiki/Vittorio_De_Sica

“Yüzyılın 100 Sinema Yönetmeni.” (Rûpel: 46, 47). Nivîskar: Jasper Kalldewey, Anke Stahl, Michael Venhoff, Michael Wengemann. Wergêr: Aysu Erinç û Ethem Erinç. Afa Yayınları. (1999)

(28.06.2021)

*Ev nivîs cara yekem di hejmara pêncemîn a kovara Bernamegehê de hate weşandin.

«
Pêşve
Sonraki Kayıt
»
Paşve
Önceki Kayıt

Hiç yorum yok:

Leave a Reply