Bu Blogda Ara

Slider

Tema resimleri kevinruss tarafından tasarlanmıştır. Blogger tarafından desteklenmektedir.

Video

Cinema

Wêje

Pirtûk

Huner

Dîrok

Nûçe

» » » » » » » » » » » » » » » » » » » » Di Herikîna Demê de Dengên Çivîkan


Nivîs: Rûmet Med (Onur Kaya)

"Bi tenê dema ku her tişt bêdeng dibe, wê demê tu dikarî rastîyê bibihîsî.."¹

Çivîk kom bûne, ber bi ciyekî ve diçin.

Dengên wan dê bimînin li xwezayê.

Rêz bi rêz mezin dibin, di herikîna jiyanê de

Dengên wan jiyan bixwe ne.

Bi tenê deng dimîne ji bo jiyanê.

Deng di valahîya hewayê de digere,

Wekî xeyaleke germ a ronîyê.

Deng dimîne, pirî caran bêdengî jî dengekî ye.


Deng; sîtava rengê ye, siyên hîvê ye, pelên daran e, pêlên behran deng e, peyvên axaftinên mirovan deng in, di bêdengîyê de jî dengekî xwe dide der û deng jiyan bixwe ye…


Ba diwezîne, pelên daran dihejînin, çivîk difirin û dengên xwezaya jiyanê têne bihîstin û li benda reng û dengê biharê ne. Jiyanê xwe tim ji nû ve diafirîne û deng û rengên nû tîne.


Helbestvanekî di risteyeke xwe de gotibû, “Deng, deng, bi tenê deng dimîne…”*  û di helbesteke xwe ya din de jî digot, “Firînê ji bîr neke, Çûk fanî ye…”** Helbestvanekî jî dibêje ku “Jiyan kurt e, çivîk difirîn…”***


Di hêwirzeya jiyanê de carinan dengên hinek tiştan nêzîk dibin. Mirov wexta dengê bêdengîyê dibihîse, hinek dengan jî nêzikê mirov dibin.. Mirov ruhê xwe di nav wan dengan de winda dike, têde xwe peyde û nas dike, û rengên xwerû û zelal ên sirûştî dibihîse. Deng bi tena serê xwe deng nînin, ew, reng û awazê jiyanê bixwe ne û tiştî ku mezin dike jiyanê germ û ronîya dengê ye.


Deng rastî û rastîna jiyanê ye. Tîpên peyvên zimanan ji dengan pêk tên. Helbestvanekî di helbesta xwe de dibêje “Ji elfabêtan tîpek kêm dibe ku dimirim….”**** Jiyan, bi dengan xwe mezin û nêzîk dike… Ku deng nebe kolanên jiyanê kêmasî û nîvçe dibin.. Hebûn û wateya jiyanê di nav dengan de ye û peyvan ligel dengan ve hene. Ji ber ku deng him çavkanî ye, him jî sîtav e…


Jiyana me ji reng û dengan pêk tê.. Deng dimîne, bi tenê dengên hezkirin û evînê mayînde ne… Jiyana me bi tenê di dengên wan de xwe nas dike û rastîn bi tenê di dengên wan de veşarî ye… Jiyana me li vir e.. Helbestvanekî jî gotîbû “Hebûna min li wir e di jiyana me de…”*****


Nîşe:

¹Amador (2010) / Derhêner: Fernando León de Aranoa.

*Ji helbesta Furûx Feroxzad.

**Ji helbesta Furûx Feroxzad, Wergêr: Muhsîn Ozdemîr.

***Ji helbesta Cemal Sureya.

**** Ji helbesta Rênas Jiyan.

*****Ji helbesta Gulten Akin.


— Ev helbest-nivîs cara yekem di Reşemîya sala 2018ê de hate nivîsandin û di 2019ê de di pirtûka Rûmet Medî ya “Dilê Xwezayê” de hatibû weşandin ku hin hevokên wê hatin berfirehkirin û ji nû ve hate amadekirin. 


Çavkanî: https://theraisingofkurds.com/di-herikina-deme-de-dengen-civikan/



«
Pêşve
Sonraki Kayıt
»
Paşve
Önceki Kayıt

Hiç yorum yok:

Leave a Reply