Nûçe: Rûmet Med
Wednesday rêzefîlmê bi Ingilîzî yê herî zêde temaşekirî yê dîroka platforma Netflixê ye ku temaşevanên rêzefîlmê li benda sezona sêyemîn in. Hate ragihandin ku sezona nû ya rêzefîlmê ji aliyê derhênerê hoste Tim Burton ve, li nêzîkî Dublîna Îrlendayê tê kişandin.
Lîstikvanên sezonên yekemîn û duyemîn Jenna Ortega (Wednesday Addams), Catherine Zeta-Jones, Luis Guzman û Fred Armisen di kadroya sezona nû de jî cî digirin. Lîstikvanên wekî Winona Ryder, Chris Sarandon û Noah Taylor jî tevlî kêşana sezona nû bûne û her sê lîstikvan jî di fîlmên berê yên Tim Burtonî de lîstibûn. Hatibû ragihandin ku lîstikvan Eva Green bi rola Ophelia (Xwişka Morticia Addams) re dê di rêzefîlmê de cî bigire.
Hate eşkerekirin ku sezona nû qala hin razên Malbata Addamsê jî dike, ku xwendekar û mamosteyên nû dê di sezona sêyem de derbikevin li pêşberî temaşevanan.
Sezona nû dîsa bi derhênerî û çêkerîya Tim Burton, bi afirînerîya Al Gough û Miles Millar ve tê kişandin. Tê texminkirin ku beşên nû yên rêzefîlmê dê di havîna sala 2027ê de li Netflixê bêne weşandin. Sezona duyemîn a Wendesdayê di 2025ê de wek du partan hatibû weşandin û bi tevahî ji 8 beşan pêk tê.
Çavkanî: Beyaz Perde







Hiç yorum yok: