Bu Blogda Ara

Slider

Tema resimleri kevinruss tarafından tasarlanmıştır. Blogger tarafından desteklenmektedir.

Video

Cinema

Wêje

Pirtûk

Huner

Dîrok

Nûçe

» » » » » » » » » » » » » » » » » » » Hejmara 21emîn a kovara "Psychology Kurdî" bi dosyeya 'Wêje û Derûnnasî' derket!

Nûçe: Rûmet Med

Hejmara nû ya kovara "Psychology Kurdî" bi mijara dosyeya "Wêje û Derûnnasî" hate weşandin. Di rûpelên hejmara 21emîn a kovarê de; nivîs, hevpeyvîn û gotarên li ser têkilîya Wêje û Derûnnasîyê cî digirin. 

Kovara Derûnnasiyê bi Kurdî "Psychology Kurdî" ji sala 2016ê bi vir de derdikeve li pêşberî xwîneran, ku nivîs, gotar û hevpeyvînên ku di derbarê mijarên Derûnnasî û Tendurîstîyê de hatine nivîsandin û amadekirin diweşîne. Di edîtoryaya Psychology Kurdî de Abdulsittar Özmen, Siyabend Aslan, Samed Doğan, Gülperi Gündüz, Azad Dildar û Leyla Turhan cih digirin ku kovar ji sala 2020ê (hejmara 11emîn) bi vir de di bin sîwana Weşanên Avestayê de tê weşandin.

Di nivîsa edîtorîya hejmara nû ya kovarê de balê dikişîne li ser têkilî û girîngîya her du dîsîplînên bi hev ve girêdayî ne û hate ragihandin ku "Ev her du dîsîplîn ku di navenda wan de mirov heye, bi kûrahî bi hev ve girêdayî ne û alozî û kûrahiya ruhê mirov radixînin ber çavan.  Dema derûnnasî cîhana hundirîn a takekesî analîz dike û alîkariyê dike ku takekes xwe nas bike, wêje jî dibe dengê vê cîhana hundirîn. Êş, bextewarî, xwestekên tepisandî û trawmayên mirovan di metnên wêjeyû de bi kûrahiya hunerî derdikevin holê. Wêje ji bo mirov, ji bo tenêtiya wî, ji bo bêwatebûn û nediyariya wî atlaseke xeyalî ya dewlemend pêşkêş dike û têgihîştinekê dide. Wêje, wekî qadeke terapiyê, êşê vediguherîne û dike ku meriv bikaribe biaxive."

Neveroka hejmara nû ya kovara "Psychology Kurdî":

WÊJE Û PSÎKANALÎZ: DIYALOGEKE BÊDAWÎ DI NEYNIKA GIYANÎ DE

AZAD DILDAR

ÇÎROKA ŞENGÊ Û PENGÊ: TIRSA DÛRKETINA JI DAYIKÊ

RAMAZAN PERTEV

GIRÎNGIYA PIRTÛKAN JI BO GEŞEDANA ZAROKÊN 0-6 SALÎ Û WÊJEYA ZAROKAN A KURDÎ

GÜLBEYAZ BOZAN

HEVPEYVÎN BI FATMA SAVCI, GULÎZER, KENAN SUBAŞI, HESEN ILDIZ Û MEHMET HANİFİ RE

PSYCHOLOGY KURDÎ

TEMSILIYETA ÇÎROKAN DI PSÎKOPATOLOJIYÊ DE: LEHENGÊN ÇÎROKAN Û TAYBETMENDIYÊN WAN JI ALIYÊ SÎNDROMÊN PSÎKOLOJÎK VE

MÛRAD DILDAR

NIRXANDINEKE PSÎKANALÎTÎK, CIVAKÎ Û ÇANDÎ YA ROMANA HELÎM YÛSIV

LEYLA TURHAN

BINQONAXÊN TRAWMAYA CIVAKÎ DI ÇÎROKÊN BAVÊ NAZÊ DE

ENVER İLERİ

XIZMETA CIVAKÎ, DÎLEMAYÊN ETÎK Û PÊVAJOYA BIRYARDAYÎNA ETÎK

GÜLPERİ GÜNDÜZ

TENÊTIYA PSÎKOPATOLOJÎK

ALİ İHSAN YAKA

MEKANÎZMAYÊN NORAL ÊN GUHERTINA ZİMAN: ÇAVKANIYÊN DUZIMANÎ

NÛJEN YÜKSEL

HUNER Û ZANİST JI BO XWENASÎNÊ

İLYAS TUNÇ

ADOLESCENCE: LÊGERÎNA NASNAMEYÊ Û TENÊTÎ

ELÎXAN BOZAN

PIRS Û BERSIV

BI ASLÎKA QADIR RE

PSYCHOLOGY KURDÎ

TERMÊN DERÛNNASIYÊ

PSYCHOLOGY KURDÎ

«
Pêşve
Sonraki Kayıt
»
Paşve
Önceki Kayıt

Hiç yorum yok:

Leave a Reply