Slider

Tema resimleri kelvinjay tarafından tasarlanmıştır. Blogger tarafından desteklenmektedir.

Video

Welat

Wêje

Pirtûk

Huner

Dîrok

Nûçe

» » » » » » » » » » » » » » » » » » » » » Jiyan û Berhemên wêjekarê cîhanê Jack Londonî


Nivîs: Rûmet Med 

Romannûs, çîroknivîs û rojnamevanê navdar ê Amerîkayî Jack London (John Griffith Chaney), bi eslê xwe ji Îrlandayî ye û di 12’ê Rêbendana sala 1876’ê de li bajarê San Francisco ya Californiayê ji dayik bûye. Wêjekarê cîhanê London, romanên wekî îkonî û kurteçîrokan nivîsandine, aktîvîstî kiriye, li gelek herêm û bajaran geriyaye û li qada wêjê û hunerê de di nava 17 salan de, bi qasî 50 cîld berhemên wejêyî afirandine.

Berhemên Jack Londonî heta niha li seranserî cihanê bi sedan ziman û zaravayan hatine wergerandin û wî di heman demê de, yek ji nivîskarên herî zêde hatiye wergerandin ên cîhanê ye. Roman û çîrokên Londonê ji bo sînemayê hatine kişandin, bûne fîlmên anîmasyon û weke lîstikên radyo û şanoyê hatine lîstin. Hema bêje di hemû hunerên jiyanê de cih girtine û di bîr û mêjiyên mirovan de asoyên nû kûr kirine.

Nivîskar Jack London berhemên xwe bi fikr û ramanên sosyalîst, meteryalîzma dîrokî û darwînîst ve afirandine. Ango London nivîskarekî rastîbîna civakî ye û di berhemên xwe de, bi nêrineke dîyalektîk; qala jiyan û pirsgirêkên mirovên karker, rêncber û bindestan kiriye û rengê xweza, hez û û kolanên jiyanê nexşandine û bûye hilm û dengê rastînê. Di berhemên Jack Londonê de vebêjaneke rastîbîn û atmosfereke derasayî û bêhempa hene û hin berhemên xwe bi hêmanên pevxistina zanistî ve honandine. Nivîskarê navdar London 22’yê Mijdara sala 1916’ê de li bajarê Glen Ellen a Californiayê li gorî hin çavkanî ji ber nesaxiya gurçikê hin çavkanî jî dibêjin wî ji ber dilrawestanê jiyana xwe ji dest daye. Di derbarê jiyana wî de hin rîwayetan jî têne gotin lê rast in an nerast in nediyar in.

Jiyana Jack Londonî:

Jack London di sala 12’ê sala 1876’ê de li San Francisco ya parêzgeha Californiayê weke pitikekî derî zewacî hatiye dinê. Xwendina pêşîn li bajarê Oaklandê qediyaye, salên zarokatiya wî di nav xizanî de derbas dibe. Qasî ku tê zanin dayika wî Flora Wellman mamosteya muzîkê û bavê wî William Chaney profesorê stêrzanê bûn. Gava Jack London zarok bû bavê wî dayika wî terikandiye û ew ji hev veqetiyane û bavê wî Londonî qebûl nekiriye. Piştî demekê dayika wî bi xazîyekî şerê yê bi navê John London re zewicî û paşnavê wî bûye London. Dema ku wî 5 salî bû hinî xwendin û nivîsandinê dibe, 8 salî bû rojname firot, masîvanî, teyfetî, dewriyetiya beravê kirin, di 14 saliya xwe de li cotgeh û fabrîkaya konserveyê şixulî û korsantîya istîrîdyeyê û cilşotî kir û di gelek karên din de xebitîne. Jack London di derbarê van de gotiye; “Ez nizanim ka zarokatî çi ye, zarokatiya min qet çênebû”. London ji ber sedema xizanî dev ji xwendina dibistanê berdide û digel pêvajoya ked û xebitînê çîna karkeran a Amerîkayê nas kiriye. Jack London di sala 1895’ê de dest bi xwendina xwe ya dibistana amadeyî dike û piştî salekî li Zanîngeha Berkeley qezenc kiriye, lê xwendina wî ji ber bêderfetiyên maddî nîvçe maye.

Jack London demekê li girtîgehê dimîne û bûye nûçegihanê şerê, di sala 1893’ê de bi nûçeya xwe ya “Bager”ê xelata rojnamevanî wergirtiye. London ji bo debara xwe çûye parêzgehên Amerîka û Kenedayê û bi riya zeryayê jî li Sîbîrya û Japonyayê û li gelek herêmên cîhanê geriyaye, di kanên maden û keştîyan de xebitîne û rêwîtiyên dirêj kirine. London, di sala 1897’ê de li herêma Klondikeyê beşdarî kesên ku zêr digerin ve bûye û piştî demekê ji wir bêkar vegeriya. Bi saya vê bûyera dijwar yekem çîrokên xwe yên biserketî afirandine.

Nivîskar London ji pirtûkan gelek hezdikir û li Pirtûkxaneya Cihî ya Oaklandê gelek klasîkên wekî Madam Bovary û Anna Karenina xwendine û xwe bi xwe perwerde kiriye. Di bin bandora hest û ramanên pirtûkên rewşenbîr, feylesof û nivîskarên; Karl Marx, Charles Darwin, Friedrich Nietzsche û Herbert Spencer’ê de mane û digel van lênerîna jiyanê û berhemên xwe nivîsandine. Nivîskar di 20 saliya xwe de bûye Sosyalîst. London, di sala 1898’ê de yekem çîroka xwe bi navê “Overland Monthly” û li dû wê berhemê jî “Çîrokên Alaskayê” weşandiye. Di 1900’ê de hemû çîrokên xwe bi navê “The Son of the Wolf” kiriye pirtûk. London di jiyana xwe ya wêjeyê de 50 berhem nivîsandine û herî zêde bi pirtûkên xwe yên wekî; Paniya Hesin, Martin Eden, Banga Wehşetê, Diranê Spî, Beriya Ademê, Agir Vêxistin, Gura Zeryayê û Gerokê Stêrkê ve hatiye naskirin û berhemên wî li seranserî cîhanê bi sedan zimanan hatine wergerandin. Du berhemên Londonî yên bi navê “Zaroka Şevê”  (Ji Kurteçîrokên: “Zaroka Şevê”, “Xwêdana Eniyê” û “Yê Meksîkî” ve pêk tê. Wergêr: Mustafa Aydogan, 1995, Weşanxaneya Nûdem) û “Banga Wehşetê” – Wergêr: Serdar Roşan, Weşanxaneya Azad -, ji bo zimanê Kurdîya Kurmancî hatine wergerandin û weşandin.

Mijarên ku di berhemên Jack Londonî de cih digirin; li ser çîrokên hewl û şerên jiyanê yên karker û rêncber û gelên bindestan in û wêjekarê mezin bi heza dilê xwe hêviyê hêşîn dike û hevokên wî dibin rengê biharê. London bi nêrîneke dîyalektîk; dijwariya xwezayê, axwîna (kelecan) zeryayê û kolanên jiyanê nîşan dide. Karekterên ku di berhemên wî de cih digirin, mirovên ku di nava şert û mercên dijwar û zor de dijîn in; çermsorek azadîxwaz, karker, cotkar û bêkaran in, hin caran karakterên wî rêwî û gur in û hin caran nivîskar û şoreşgerekî ye. Di pirtûkên wî de rexneya kapîtalîzmê heye û zimanekî bêhempa û atmosfereke derasayî xwe didin der, di hin berhemên wî de cih bi cih vêbejaneke pevxistina zanistî tê dîtin û wî nivîskarekî piralî ye. Wêjekarê proleteryayê û civakparêz Jack London li cîhanê yek ji nivîskarên herî zêde hatiye xwendine û yek ji nûner û pêşengên cureya pevxistina zanistî ye.

Pirtûkên Jack Londonî li Amerîkayê û li her derê cîhanê gelek hatine xwendin, hezkirin û weşandin. Nivîskar bi dahatê ku ji pirtûkên xwe qezenc kiriye, cotgehek kirîye û li wir xebitîye. Jack London 22’yê Mijdara sala 1916’ê de jiyana xwe ji dest daye û terma wî bi dawaza wî hatiye şewitandin/sotin, xweliya wî li cem gora jina wî Charmian re li Parka Dîroka Parêzgeh a Jack Londonê hatiye veşartin. Gora nivîskar gelek sade ye û têde tenê kevirekî kevz girtî hatiye danîn.

Hin hevokên ku ji romanên Jack Londonî hatine girtin:

“Hemû van pirtûkan, hînî çi ji min re dikin hûn dizanin? Zagon tişteke din, Maf, Dad tişteke din e…” Ji romana “Paniya Hesin” /Romanı.

”Ji ber vê sedemê nenasber tişteke tirsehêz bû. Ji ber ku, yek ji hêmanên bingehîn ku tirsê pêk tîne jî, tiştê nenasber bû…” Ji romana “Diranê/Didan Spî, ji rûpelên 15 û 16.

”Di dawiyê de rojekê tirs û rajêrî, bi herikîna jiyanê wekî lehîyekê, ji navê rabû û bi dawî bûn…” Ji romana Diranê Spî, ji rûpela 15.

Berhemên Jack London:

Romanên Wî:

A Son of the Snow (1900)
Children of the Frost (1902)
The Call of the Wild (Banga Wehşetê) (1903)
The Kempton-Wace Letters (1903). Ji aliyê Jack London û Anna Strunsky hate nivîsandin, weke bênav weşandine.
The Sea Wolf (1904)
The Game (1905)
White Fang (1906)
Before Adam (1907). Di kovara Everybody’s de weke rêzenivîs hat weşandin.
The İron Heel (1908)
Martin Eden (1909)
Burning Daylight (1910)
Adventure (1911)
The Scarlet Plague (1912)
The Abysmal Brute (1913)
The Walley of the Moon (1913)
The Mutiny of the Elsinore (1914)
The Star Rover (1915). Bi sernavê “The Jacket” hate weşandin.
The Little Lady of the Big House (1916)
Jerry of the Islands (1917)
Michael, Brother of Jerry (1917)
Hearts of Three (1920, novelization by Jack London of a movie script by Charles Goddard)
The Assassination Bureau, Ltd (Di sala1963’ê de ji aliyê Robert Fishh re hat xilaskirin.)

Berhevokên Çîrokan: 

Tales of the Fish Patrol (1906)
Smoke Bellew (1912)
The Turtles of Tasman (1916)

Bîranînên Xwejînenîgerîya Wî:

The Road (1907)
The Cruise of the Snark (John Barleycorn) (1913). Di navbera 1907-1909’ê de hatiye nivîsandin û bîranîna li geşt û rêwîtîyên Pasîfîk ên Jack û Charmian London’ê ne.

Berhemên Ji Derveyî Pevxistinê û Gotarên Wî:

The People of the Abyss (1903). Qala jiyan û mercen xîzanên Brîtanyayê dike)
Revolution, and other Essays (1910)
The Cruise of the Snark (1913)
How I became a socialist

Kurteçîrokên Wî:

“By The Turtles of Tasman”
“Diable-A Dog”
“An Odyssey of the North”
“To the Man on Trail”
“To Build a Fire”
“The Law of Life”
“Moon-Face”
“The Leopard Man’s Story” (1903)
“Negore the Coward” (1904)
“Love of Life”
“All Gold Canyon”
“The Apostate”
“In a Far Country”
“The Chinago”
“A Piece of Steak”
“Good-by, Jack”
“Samuel”
“Told in the Drooling Ward”
“The Mexican”
“The Red One”
“The White Silence”
“The Madness of John Harned”
“A Thousand Deaths”
“The Rejuvenation of Major Rathbone”
“Even unto Death”
“A Relic of the Pliocene”
“The Shadow and the Flash”
“The Enemy of All the World”
“A Curious Fragment”
“Goliah”
“The Unparalleled Invasion”
“When the World was Young”
“The Strength of the Strong”
“War”
“The Scarlet Plague”
“The Seed of McCoy”
“The Sundog Trail”
“Batard”
“The King of Mazy May”
“South of the Slot of fun”

Lîstik:

The Acorn Planter: a California Forest Play (1916)

Lîsteya Fîlmên ku ji fîlmên Jack Londonê bo sînemayê hatine kişandin: 

https://www.imdb.com/name/nm0518711/

Çavkanî:

https://jacklondonpark.com/
https://www.britannica.com/biography/Jack-London
http://london.sonoma.edu/writings/

Jack London Museum


http://bnk.institutkurde.org/catalogue/detail.php?pirtuk=198

https://www.wikiwand.com/ku/Jack_London
http://www.tirsik.net/index.php?mijarid=16200
http://www.biyografi.net.tr/jack-london-kimdir/amp/
https://www.edebiyatla.com/gunce/jack-londonin-hayati-ve-eserleri-302010
https://www.biyografi.info/kisi/jack-london
https://www.listelist.com/jack-london-kimdir/amp/

«
Pêşve
Sonraki Kayıt
»
Paşve
Önceki Kayıt

Hiç yorum yok:

Leave a Reply