Slider

Tema resimleri kelvinjay tarafından tasarlanmıştır. Blogger tarafından desteklenmektedir.

Video

Welat

Wêje

Pirtûk

Huner

Dîrok

Nûçe

» » » » » » » » » » » » » » » » » Sînemager û ramangêrekî mezin ê dîroka hunera heftemîn: Andreî Tarkovsky


Nivîs: Rûmet Med 

“Huner heye ji ber ku cîhanê cîyekî niwaze nîne..”  (Tarkovsky)

Hunera sînemayê wekî hunerên din, karê afirandina atmosferê ye, kesên ku xewn, derd, gotin, hêvî, xiyalên wan hebin dikarin fîlm bikişînin. Sînemagerê nemir Andreî Tarkovskyî jî hunermend û feylesofekî wiha bû ku fîlmên xwe bi zimanekî helbestkî û bi atmosfereke kûr ve afirandin û mora xwe li hunera heftemîn da.

Derhêner, senarîst, wênekêş û teorîsyenê fîlman ê navdar ê dîroka hunera sînemayê Andreî Tarkovsky di 4ê Avrêla 1932yan de li hêrema Zavrajieya Yekîtîya Sovteyan hate dinê û yek ji sînemagerên herî serketî yên hemû deman e. Kurahî, bêhempatî û mezinahîya fîlmên Tarkovskyî bandor li gelek sînemager û derhênerên cîhanê, sînemahezan kirine û îroyîn jî fîlmên wî li seranserê cîhanê eleqeyeke mezin dibînin. Ji alîyê gelek sînemager, rexnegir, hunermend, nivîskar, ramangêr, akademîsyen, teorîsyen û dîroknûsên sînemayê ve weke derhênerê herî serkeftî û mezin ê dîroka sînemayê tê dîtin.



Sînemagerê nemir Ingmar Bergmanî ku ji alîyê derdorên sînemayê ve weke derhênerê herî serketî yê dîrokê tê dîtin, di der barê Andreî Tarkovskyî de wiha dibêje, “Andreî Tarkovsky ji bo min derhênerê mezintirîn e”*. Ji bo Tarkovskyî jî Ingmar Bergman derhênerekî mezin ê sînemayê ye. Di nava 10 fîlmên favorî yên Andreî Tarkovskyî de 3 fîlmên Ingmar Bergmanî yên “Persona” (1966), “Wild Strawberries” (1957) û “Winter Light” (1963) cî digirin. Li gorî lîsteya fîlman a wî diyar e ku Tarkosvky di bin bandora fîlmên Hiroshi Teshigahara, Robert Bresson, Akira Kurosawa, Kenji Mizoguchi, Charles Chaplin, Luis Buñuelî de jî maye.

Yek ji nûnerên herî serketî yên rêbaza “Sînemaya Helbestkî” û hunera heftemîn Andreî Tarkovsky sînemagerekî auteur e ku demên zarokatî, rabirdû û bîranînên wî gelek bandorê li jiyana wî kirine. Dayîka wî Maria Ivanovna lîstikvan û bavê wî Arseniy Tarkovsky helbestvan û wergêr bûn. Andreî Tarkovsky, xwendekarekî derhênerê navdar ê sînemaya Sovyetan Mihail İliç Rommî ye. Loma, perwerdehîya xwe ya sînemayê, li dibistana fîlman a Rusyayê (VGIK) hilgirtîye ku li cîhanê yek ji dibistanên fîlman ên herî girîng tê qebûlkirin. Tarkovsky, fîlmên xwe bi hestên civakî û hunerî kêşandine û sehneyên fîlmên wî wekî xewnên resen diherikîn, hêmanên bihêz ên rastîbînîya helbestkî û surrealîst dihewînin. Hest û ramanên fîlmên xwe bi zimanekî helbestkî û bi atmosfereke kûr kêşandine, tevger û nêrînên kamerayê yên cuda, bikaranîna muzîkên fîlman êş balkêş, ruh didin herikîna sehneyên fîlman.



Hest û ramanên Tarkovskyî li ser mirovahî, jîyan û xwezayê ne û rengên êş, jan, şadî û hêvîyên jiyanê anîne zimên. Bi kurtefîlmê “Ubiytsy” (ligel Marika Beiku, Aleksandr Gordon, 1956), bi fîlmê televîzyonê “Segodnya Uvolneniya Ne Budet” (Ligel Aleksandr Gordon, 1959) û bi kurtefîlmê xwe yê “Katok i skripka” (1961) ve dest bi sînemayê kiriye û senaryoya fîlmê “Sergey Lazo” (1968) nivîsîye, di nava fîlmekî sînemayê de weke lîstikvan cî girtiye. Di qada wênekeşîyê de jî wekî ku li sînemayê serkeftî bû û bi kameraya xwe wêneyên derasayî û bêhempa girtine. Ligel senarîst û helbestvanê navdar ê îtalî Tonino Guerra re belgefîlmekî bi navê “Tempo di viaggio” (1984) kêşandiye ku Andrey Tarkovskî û Tonino Guerra di hin projeyên hevpar de xebitîne. Wî di jiyana xwe ya hunerê de ji bilî qada sînemayê, hin lîstikên şanoyan jî birêvebirine û sê pirtûkên wî yên bi navên “Time Within Time. The Diaries 1970-1986”, “Andrei Tarkovsky: Interviews” (Amadekar: John Gianvito) û “Sculpting in Time: Tarkovsky The Great Russian Filmaker Discusses His Art” ve hatine weşandin û her sê piratûk jî heta niha ji bo gelek zimanan hatine wergerandin.



Andreî Tarkovsky ji bo qedandina Enstîtuya Sînemayê, kurtefîlmê xwe yê “Каток и скрипка” (The Steamroller and the Violin, 1961) dikişîne. Kurtefîlm, li ser çîroka zarokekî xwedî qabiliyeta kemanê û karkerekî disekine. Kurtefîlmê “Katok i skripka” ji çîroka S. Bakhmetyevayî hatiye girtin û senaryoya wê ji aliyê Andrey Konchalovskîy û Andrey Tarkovskî ve hatiye nivîsandin.

Piştî kurtefîlmê “Ivanovo detstvo”yê, fîlmê wî yê “Ivanovo Detstvo” tê kêşandin. Ev fîlm, di heman demê de yekem fîlmê metraj ê Tarkovskyî ye û di sala 1962yê de ketiye vîzyonê. Senaryoya fîlmê, ji alîyê Tarkovskî û Vladimir Bogomolov ve bi hev re hatiye nivîsîn, di dema salên Şerê Cîhanê yê Duyemîn de derbas dibe û behsa zarokekî bi navê Îvanî dike ku gundê wî ji aliyê Nazîyan ve hatiye wêran kirin, malbata wî hatine kuştin û dîl ketine. Îvanî, rojekê ji herêma wargeha dîlê direve, serpêlê Sovyetan Kholin û leşkerên din artêşa Sovyetan xwedî li wî derdikevin. Kholin û leşker dixwazin Îvanî bişînin li dibistanê, lê ew jî dixwaze biçe li enîya şerê.



Di fîlmê metrajdirêj ê duyemîn ê Andrey Tarkovskyî de gotineke watedar xwe dide der û dibêje, “Di cihê ku zêdebûna zanatiyê de xem (keser) jî zêde dibe.. Û kesa/ê ku zanîna xwe zêde dike, ew derdê xwe jî zêdetir dike..” Fîlmê “Andrey Rublev” (1966) çîroka keşîş û wênesazê îkonan Andrey Rublevî tîne li ser perdeya spî, atmosfera salên sedsala 15emîn û rewşa civakî ya wê demê nîşan dide. Senaryoya fîlmê Andreî Tarkovsky, Andreî Konchalovsky bi hev re nivîsandine. Ji alîyê çîrok, dîmen û afirandina atmosferê fîlmekî balkêş e û mizgînîya fîlmên nû yên derhênerê dide.



“Em nizanin, em ê çi li cîhanên din bikin.. Pêwîstiya me ji cîhanên din nîne.. Pêwîstiya me bi neynikê heye..” (Solaris)


Di sala 1972yê de fîlmê sêyemîn ê Tarkovskyî yê “Solarîs” derdikeve vîzyonê. “Solarîs” ji bo dîroka hunera sînemayê fîlmekî mezin e û ji romana pevxistina zanistî ya wêjekarê Polonyayî Stanisław Lemî ya bi heman navê ji bo hunera heftemîn hate kêşandin. Fîlm, qala rêwîtîya ber bi fezayê dike û çîrokeke li gerstêrka Solarîsê nîşan dide. Hin lêkolînerên fezayê ji bo lêkolîneke dişînin li îstgeha fezayê ya Solarîsê û piştî demekê Dr. Kris Kelvinî jî rêdikin li wê derê. Dr Kelvin li wir rastî li rewşên derûnî yê cuda û rabirdûya xwe tê. Senaryoya fîlmê Andreî Tarkovsky, Fridrikh Gorenshtein bi hev re nivîsîne. Di herikîna fîlmê de hevokeke balkêş tê gotin, “Şerm wê mirovahîyê rizgar bike..”



Piştî “Solarîs”ê, fîlmê Tarkovskyî yê ‘Zerkalo’ (The Mirror, 1975) tê. Derhêner, îlhama xwe ji malbat û zarokatîya xwe girtiye û senaryoya fîlmê ji alîyê Andrey Tarkovskî û Aleksandr Misharin ve hatiye nivîsandin û di herikîna fîlmê de cî bi cî helbestên Arseniy Tarkovskiy (bavê Tarkovsky) jî têne gotin. Ev fîlm jî ji bo dîroka sînemayê fîlmekî gelek girîng e ku wekî xewneke spî û zelal diherike.

Hin replîkên fîlmê: “Peyv, hin caran têra ravekirina hestên me nakin.. Ew gelekî temirî/vemirî ne”, “Helbestvanek, ji bo giyanê bixe tevgerê dinivîsîne, ne ji bo ku pûtperestan xwedî bike..”**



Çîroka şopger, nivîskar, profesor û herêmeke tenya. Fîlmê "Stalker" (1979) rêwîtîyeke aramdar e û ruhê xwezayê tîne li perdeya spî. Fîlm, yek ji fîlmên herî girîng ên hunera heftemîn e û li ser wateya jiyanê disekine. Senaryoya fîlmê ji romana birayên Arkady û Borîs Strugaskyî ve ji alîyê Andrey Tarkovskî ve lê hatiye anîn.

Hin replîkên fîlmê: “Hemû tişt girêdayî bi vê yekê ye ku mirov wateya jiyana xwe li ku derê dibîne..”, “Rastîn, ji nîqaşan dizê..”



Helbestvanekî navdar ê Rûsyayê Andreî, jiyana muzîkvan Sosnovskyî vedikole û ji ber vê yekê diçe li herêma Bolonyayê (Îtalyayê). Helbestvan û wergêra wî li Toskanayê digerin û rêwîtîya wan her ku diçe dibe razdar û ronîdar. “Nostalghia” jî di dîroka hunera sînemayê de fîlmekî girîng e û bi afmosfera xwe balkêş e. Senaryoya fîlmê Andreî Tarkovsky û senarîst-helbestvan Tonino Guerra bi hev re nivîsandine.


Hin replîkên fîlmê: “Bi tenê li xwezayê binêre û tu yê bibînî ku jiyanê çiqas ji rêzê ye..”, “Dilopek û dilopeke din nakin du dilop, wan dikin dilopeke mezintir..”



Alexander rojnamevan, lîstikvan û feylosofekî ye ku hemû kesen malbata wî ji bo rojbûna wî hatine li cem hev. Alexander ligel kurê xwe yê piçûk re di der barê wateya jiyanê de diaxive û danê êvarê, şerê nukleerê diqewime. Piştî vê bûyerê di jiyana Alexanderî de pêvajoyake nû ya pirsyarkirinê destpê dike. Yek ji klasîkên hunera sînemayê “Offret” (1986) fîlmê dawîn yê Andrey Tarkovskyî ye û senaryoya wê jî ew bi xwe nivîsîye. Di herikîna fîlmê de tê gotin, “Pêşî gotin hebû..”


Andrey Tarkovskî li dû fîlmê “Offret”ê jiyana xwe ji dest da. Bi dîmen, gotin, wêne û jiyana xwe ve bû stranekî nemir û li dijî lez, bênrengî û bêruhîya serdemê derket. Bi ronahîya xwe bû qîrîneke jidil û mezin di dîroka jiyanê de.


Andreî Tarkovsky bi fîlmê “Zarokatîya İvanê” (1962) re ji bernameya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Venedîkê xelata “Şêrê Zêrîn”, bi fîlmê “Andrey Rublyov” re (1966) ji Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê “Xelata FIBRESCI”yê û xelata “Taybet a Juriyê” û xelata ’Jussi award for best foreign filmmaker’ (1973) girtine. Bi fîlmê "Offret" (1984) re ji Xelatên BAFTAyê xelata “Di Zimanê Biyanî de Fîlmê Herî Serketî”, “Xelata David di Donatello Luchino Visconti” (1980), bi fîlmê “Nostalghia” ji Festîvala Fîlman a Cannesê xelata “Derhênerê Herî Serketî”, “Nîşaneya Zêrîn a Wezareta Turîzmê ya David” girtine. Derhêner, di 1990’ê de, ji ber “Tevkarîya bêhempa ya hunera sînemayê û fîlmên wî yên nûjenîxwaz ku nirxên gerdûnî yên mirovî û ramanên humanîst dipejirînin.”, “Xelata Lenînê” girtibû.


Hin belgefîlman ku li ser jiyan û sînemaya Andreî Tarkovskyî hatine kişandin: 

  • Regi Andrej Tarkovskij, (derhêner: Michal Leszczylowskî, 1988)
  • Moscow Elegy, (der: Aleksandr Sokurov, 1988) hatine kişandin
  • Projeya Andrey Tarkovskiy. Vospominanie, (der: Aleksei Naidyonov, 1996)
  • Andrey Tarkovsky. A Cinema Prayer, (der: kurê wî, Andrey Andreyeviç Tarkovski, 2019)



«
Pêşve
Sonraki Kayıt
»
Paşve
Önceki Kayıt

Hiç yorum yok:

Leave a Reply