Di herikîna demên jiyanê de, tiştên gelek giran û dijwar hene ku di ser wan de çendî dem û demsalan derbas dibin jî, tu car ji bîr nabin û nayên ji bîr kirin, wekî rojên pêşîn hêj jî şibîn xwe dimînin...
Hest û ramanên ên peyv û hevokan têra derbirin kirinên wan nake, reng û hilmên dengên wê di nav wateyên xwe de, xwe her ku diçe wêdetir mezin û xuya dike.. Rojekî teqez xwe derbirin dike...
Wekî agahnameyekî (ajanda) rojnivîskê, tê de çi tişt winda nabe.. Ji aliyekî din ve jî di herîkina demjêmeran de ji bîr kirin, ji bo dilên bêhez, bi xwe re windabûyînekî dîtir tîne...
Barên xemgîniya giraniyên wan ji ruhê canê mirovan mîna agirekî reş û tarî dipêçe û bi demê re dibe birînekî bêxwîn, her ku diçe di nav rihên dilê de wêdetir xwîn jê tê û şibî avên sûlav ê bêrawest û bêwestiyayî diherike...
Bîranînan bi xwe pêşerojên rastîn in, bi riya bîrewerên jiyanê ve rabirdû û tiştên hemû ku hatine jiyîn, qor bi qor mezin dibin... Mij û dûkêlên tarî, siya bêrengiyê û serma demê radibin...
Di dil û neynika jiyanê de, carine ji nişkê ve hin caran jî bi demê re xwe xuya dikin..
Dengên reng û hilmên ên hest û ramanên jidil mayînde ne...
Di diyalektika (guherîn û veguherîn) xwezayê de ahengên dengan dimînin, rêz bi rêz û ji dûr ve tevlihev dibin.. Dengên rûpelên pirtûkekî ku bi wezîna bayê re hêdî hêdî dihejîne, ji gurgurîn ên pelên payîzê û firînên çivîk û bafirokan, kenî, bişir û digirinên zarokan, ruhên xemên dilên dayikan û ax û avên xwezaya jiyanê tê bihîstin...
Hêstirên xwezayê dilop bi dilop diherîkin in, hest û pejnên janên xwe derbirin dikin û li dû bayê taverojê derbikeve, di sîtav û çavkaniya dilê siriştê de, jiyan ji nû ve, xwe nû dike...
Janên Êşan, Xweşikahiya Şadiyê, Bêrîkirina Bîranînê, Dijwariya Keserê (Hesret), Dilê Hez û Hêviyê, di erdnîgariya jiyanê de diqewîmin. Dilê Hez û Hêviyê bêsînor û bêdem mezin dibe û xuyabûna xwe her ku diçe mezin dike û bi newa û peyvên xwe ve di war û kolanên gerdûnê de jiyanekî nû diafirîne...
Baranekî hênik, hebên berfê serma zivistanê, bêhna pelên payîzê, germa bihar û havînê û bîrewerên bêdemsalê jiyan bi xwe ne.. Dilop, Kenîn û Bişirên ên jidil dimînin bi paş re û ji rûyê pêşerojê bîreweriyan in... Dilê Hêviya Hezê mayînde ye; Dengên reng û hilmên vê rastîna xwezaya jiyanê ne....
Nivîs: Rûmet Med
Wêneyan: Andrei Tarkovsky
Hiç yorum yok: