Slider

Tema resimleri kelvinjay tarafından tasarlanmıştır. Blogger tarafından desteklenmektedir.

Video

Welat

Wêje

Pirtûk

Huner

Dîrok

Nûçe

» » » » » » » Çend nîşe li ser tora civakî

 


Nivîs: Rûmet Med

Her roj bêrawest agahî û vîdyoyên xelet, derew, bêçavkanî, qutkirî, parçekirî, kêm, pevxistî û gotegotên bêhejmar, wekî ku rast in belav dikin. Piranîya mirovan bêyî lêkolîn û xwendina çavkanîyên rastîn yekser bawerîya xwe bi wan agahî û vîdyoyan tînin. Em di demeke ecêb de dijîn. 

Pirsgirêka guhdarîkirin û têgihîştinê di navbera mirovan de heye. Kêm kes dixwînin, vedikolin, temaşe dikin, bêyî pêşdarazî û ego li mijarên jiyanê dinihêrin û bi rastî fam dikin. Kêm kes bi xwestina rastînê tevdigerin û dixwazin fêm bikin. Kêm kes xemdar û jidil in..

Mirovbûn-mirovmayîn karekî zehmet e. "Famkirin destpêka hezkirinê ye." (Spînoza). Bi famkirinê ruhê hezkirin, xweşbînî, wicdan, qencî, empatî û xweşikahîyê destpê dike, mirov bi tenê di wê demê de dibe mirov û mirovek rastîn. Bi tenê wê demê, ruhê dilên mirovan bi rastî difikirin û diaxivîn.

Bi gotina Thomas Stearns Eliotî "Hin caran axaftina bi heman zimanî têrî nake, yek jî divê mirov ji heman cihê fêm bike/têbigihe.."

---

*Mijareke girîng a din. Dema ku mirov tiştekî parve bike, divê çavkanî jî bide/binivîse. Bêyî çavkanî wêne, hevok, vîdyo hwd. wekî ku bixwe afirandine, parve dikin. Çanda çavkanî û jêderkê gelek girîng e. Divê rêz li ked û xebatên mirovan bê girtin.

---

*Mirov cureyeke ecêb û nefambar e. Bi hezaran salan e teşe dane hişên wan. Piranîya wan tu tişt nakin; lê pisporên hemû tiştan in, her kesî sûcdar dikin û bawerîya xwe bi tenê bi gotegotan tînin. Û mixabin piranîya wan bi tenê pirtûkek jî nexwendine, bi tenê pirtûkeke wan jî tune..

*** İnsan tuhaf ve anlaşılmaz bir türdür. Binlerce yıldır zihinlerini biçimlendirmişler. Çoğunluğu hiç bir şey yapmaz, ama her şeyin uzmanıdırlar, her kesi suçlarlar ve sadece söylentilere inanırlar. Ve ne yazık ki çoğunluğu bir kitap bile okumamıştır, bir kitapları da yoktur.. (12.10.2023)

***

İnsanların ırkına, cinsiyetine, diline, inancına, rengine göre acılara ses çıkaran ve kendi acısını görmeyip başka acılara üzülüyormuş gibi yapan insan dünyanın en samimiyetsiz, bilgisiz ve boş insanıdır. Böyle insanların hiç bir şeyle de alakası yoktur. (18.10.2023)

Wêne: @antonioborriello

«
Pêşve
Sonraki Kayıt
»
Paşve
Önceki Kayıt

Hiç yorum yok:

Leave a Reply