Pêşerojeke Dîstopîk Û Atmosfereke Bandorker: Silo
Nivîs-nûçe: Rûmet Med (Onur Kaya) Piştî bobelateke mezin, di pêşerojeke dîstopîk û nediyar de û di nava avahîyên mezin ên bi navê Silo’yan de bi hezaran kes weke îzole jiyanên xwe didomînin. Civatên Silo’yan ku bi dehan qat di bin erdê de dijîn, diwazin ji talûkeyên di dinyayê de xwe biparêzin û hin endamên Silo’yan jî hebûna Cîhanê mereq dikin, ji ber vê yekê dixwazin bi nepenî ji Silo’yan ber bi axên Cîhanê ve biçin û agahîyên di derbarê rabirdûya xwe de hîn bibin. Rêzefîlmê “Silo” ji rêzeromana wêjekar Hugh Howeyî ya bi navê “Wool”ê, bi afirînerîya Graham Yost û bi derhênerîya Aric Avelino ve tê kişandin ku ji platforma dîjîtal Apple TV+ê derdikeve li pêşberî temaşevanan. Çîrokên rêzefîlmê di gelek Silo’yan de derbas dibin, ku piştî bobelateke mezin bi hezaran mirov mecbûr mane ku di binerdê de jiyanên xwe bidomînin. Yek ji rêzefîlmên xeyalê zanistî yê herî balkêş û biserketî yê salên dawî “Silo” îsal dê bi sezona nû ve derbikeve li pêşberî temaşevanan. Sezonên sêyem...