Slider

Tema resimleri kelvinjay tarafından tasarlanmıştır. Blogger tarafından desteklenmektedir.

Video

Welat

Wêje

Pirtûk

Huner

Dîrok

Nûçe

» » » Neynik û çavên xwezaya jiyanê: Krzysztof Kieslowski

Nivîs: Rûmet Med

"Hez bisemax e, Hez dilovan e. Hez her tiştî tîne Û hêvîdar e. Hez qet xelas nabe..."*

Ji destpêka sînemayê bi vir de li seranserê cîhanê, heta niha bi hezaran fîlman hatine kişandin û ‘Hunera Heftemîn’ ango sînema gelek derhêner û lîstikvan û xebatkarên sînemayê afirandine. Sînema, di sedsala 21’emîn de geşedana xwe bi bandora zanist û teknolojîyê geştir û xurttir dike. Di dîroka sînemayê de gelek rêbaz û cureyên fîlman derketine holê û sînemagerên serbixwe jî li aliyekî ve fîlmên xwe dikişînin. Di vê pêvojaya geşedana sînemayê de gelek derhêner mohra xwe li dîroka sînemayê dane û yek ji wan jî derhênerê navdar Krzysztof Kieslowskî ye.

Dema ku qala derhêner û senarîstê navdar ê Polonî Krzysztof Kieslowski tê kirin, pêşî fîlmên wî yên wekî, “The Double Life of Veronique” (1991), sêbareya; “Theree Colors: Blue” (1993), “Trois Couleurs: Rouge” (1994), “Theree Colors: White” (1994) û fîlmên televîzyonê yên bi navê “Dekalog” ku weke 10 beşan hatibûn kişandin, tên hiş û bîra mirovan. Sînemavanê navdar Krzysztof Kieslowski, hem helbestvan û çîrokbêjekî jidil û hem jî fîlozofekî nûjen e.

Derhêner Krzysztof Kieslowski di sala 1941’ê de li serbajara Varşovaya Polonyayê hatiye dinê û perwerdehiya xwe, yek ji dibistanên sînemayê yên herî girîng ên Ewropa û cîhanê, ‘Dibistana Fîlman a Lotzê’ xwendiye. Bi kişandina belgefîlman dest bi sînemayê kiriye û gelek belgefîlmên rastîbîna civakî yên wekî “Bylem Zolnierzem”” (digel Andrzej Titkowî,1970), “Fabryka (1971), “Workers” Nothing About Us Without Us” (1971), “Murarz ” (1973) û fîlmê xwe yê bi navê “First Love” (1974) ku ji nîv belgefîlm û nîv pevxistinê pêk tê, kişandine. Di van fîlman de qala rewş û mercên jiyanê û takekesiya di nava civakê de kirine. Derhêner, digel Krzysztof Zannusi, Edek Zebrowsk, Agnieszka Holland, Andrzej Wajda re tevgereke sînemayê ya bi navê “Sînemaya Şayîşên Rewiştî” li dar xistin û ev tevgera sînemayê, fîlmên ku armanca wan hêzdarkirina hiş û bîra cîvakî ne kişandin.**

Derhêner Kieslowski, di sala 1976’ê de belgefîlmê xwe yê “Szpital” (Hospital) û piştî salekî jî belgefîlmê “Z Punktu Widzenia Nocnego Portiera” (1977) kişandin. Bi fîlmê xwe yê “Camera Buff (Amator, 1979) re li bernameya Festîvala Fîlman a Moskovayê xelata Mezin girt û li seranserê hat naskirin. Fîlmê wî yê “Bilind Chance” (1987) di dema derbeya leşkerî de hate qedexekirin û ev fîlm piştî 6 salan derket li pêşberî sînemahezan.

Derhêner, bi demê re baweriya xwe yên bi sîyaset û guherînê winda kir û jê dûr polîtîkayê bû, dest bi kişandina fîlmên takekesî kirin.*** Krzysztof Kieslowski, di navbera 1988-1990an de ji bo televîzyona Polonyayê projeyeke bi navê “Dekalog” amadekir û ev rêzefîlma ku 10 beşan pêk tê, gelek eleqe dîtin û ji "10 Ferman"ê îlhama xwe girtiye, û bêrengî û bêruhiya rewşên cîhana nûjenê nîşan dide. Di vê demê de li welêt û cîhanê qeyraneke aborî hatibû qewimîn û rewş û mercên jiyanê dijwar bû. Derhêner, bi van fîlman re temaşevanan, jê dûr temaşekirina fîlmên polîtîkayê girt.***

Şert û mercên jiyanê bandorê li ser hiş û bîra mirovan dikin. Rewşenbîr û ramangerê mezin Karl Marx jî dibêje ku "Ji ber ku, tiştê ku teşe dide mirovan mercan in. Divê şert û merc bi awayekî herî mirovî bête avakirin". A rastî derhêner Kieslowski wekî Andrei Tarkovskyî baweriya xwe yên bi guherîn û veguherînê winda nekir û bi tenê nerîna wî ya hunerê guherîbû û di hunera xwe de bi awayên cuda û resen afirandibû. Baweriya guherîn û dîyalektîkê, di replîkeke ya beşa 8. a “Dekalog”ê (1989) de jî xwe dide der, “Şert û merc dibin sedema derketina holê ya qenc an jî xirab.." (Ji ber şert û mercên jîyanê; qenc an xirab/nebaş derdikevin holê..) Kieslowski, beşên 5 û 6. a “Dekalog”ê weke fîlmên sînemayê jî amadekirin û fîlmê “Krótki Film O Zabijaniu” (Dekalog 5., 1988) li Festîvala Fîlman a Cannesê Xelata Fîlmê Baştirîn û Xelata Taybet a Jûriyê girtin. Di fîlmê xwe de qala mijara tundî kir û ruh û rewşa kesên ku bêhez hatine mezinkirin nîşanî temaşevanên sînemayê kir. Piştî vî fîlmê derhêner, bi fîlmê xwe yê “A Short Film About Love” (Dekalog, 1988) re li Festîvala Fîlman a San Sabastianê careke din jî Xelata Fîlmê Baştirîn girt û di fîlmê de qala mijara diyardeya evînê kir.

Di navbera salên 90’an de pirsgirêkên aborî û polîtîk wekî hemû qadên jiyan û hunerê bandorê li sînemayê jî kiribû. Krzysztof Kieslowski, di vê dema nediyar de, fîlmên xwe yên nû, bi çêkeriya Fransayê kişandin. Derhêner, di sala 1991’ê de fîlmê xwe yê navdar “The Double Life of Veronique” û di navbera salên 1993-94an de sêbareya xwe yên; “Theree Colors: Blue”, “Trois Couleurs: Rouge”, “Theree Colors: White” kişandin. Derhêner, ji rengên ala Fransayê îlhama xwe girtine û di her fîlmekî de, qala rêmaneke cuda dike; rengê “Şîn” azadî, “Spî” wekhevî û “Sor” biratî ne. Fîlmê “The Double Life of Veronique” (1991) jî mîna fîlmên din ên derhêner Kieslowski, di atmosfereke bêhempa û derasayî de diqewime û qala çîroka rastîhevhatinekê dike ku di fîlmê de bikaranîna ronî, muzîk û rengan, wekî sêbareya “Sê Reng”ê balkêş û bandorker e.

Li gor derhênerê navdar Krzysztof Kieslowskîyî, derhênerên cîhanê yên wekî; Ken Loach, Orson Welles, Federico Fellini, Ingmar Bergman û Andrei Tarkovsky derhênerên mezin in û di bin bandora nivîskarên wekî William Shakespeare, Dostoyewskî û Kakfayî de maye.***

"Bi vî rengî, tiştên ku dimînin; Bawerî, hêvî û hez in. A ku ji van herî raser Hez e..."*

Di fîlmên Krzysztof Kieslowski de, ziman û dîmeneke helbestkî berbiçav e, bikaranîna ronî û muzîk û rengan cihekî girîng digirin û wî çîrokên jiyanê yên cuda û resen afirandine. Krzysztof Kieslowski temaşevanên xwe derdikeve rêwîtiyeke bêhempa û di nava kolanên xwezaya jiyanê de digerîne. Derhêner, deng û rengên jiyanê bi awayekî alegorîk û helbestkî dide der. Çîrokên wî wekî xewneke aram û spî diherikîn, û hest û ramanên ruha mirovahiyê nîşan didin. Kieslowski, di fîlmên xwe de gelek îza û zehmet kişandine û wateya çêkirina fîlman, di hevpeyvîneke xwe de wiha eşkere dike, “Çêkirina fîlman tê wateyê ku divê mirov her roj saet 6ê de rabe. Tê wateya sar, baran û herî; tê wateya barkirina malzemeyên giran ên ronî..”****

Derhênerê navdar Krzysztof Kieslowski, bi van fîlmên xwe yên dawîn, di heman demê de zimanekî felsefîk jî afirindine û li ser rewşên sar û bêruhiya cîhana nûjenê sekinîne û gotiye ku li jiyanê bi têne bawerî û hez û hêvî dimînin. Derhêner, bi van fîlman li seranserê cîhanê pirrtir hat naskirin û mohra xwe li dîrok û hunera sînemayê da. Sînemavanê mezin Krzysztof Kieslowski di sala 1996’ê de ji ber qeyrana dil jiyana xwe ji dest da.

Çavkanî:

https://tr.wikipedia.org/wiki/Krzysztof_Kie%C5%9Blowski

https://www.imdb.com/name/nm0001425/

* Ji fîlma “Theree Colors: Blue” (1993)

**, ***, **** “Dünya Yönetmenlerinden Sinema Dersleri”, rûpel: 79, 83, 82. Amadekar: Rıza Oylum. Başka Yerler Yayınları.

“Kieslowski” - Slavoj Zizek. Encore Yayınları.

(*Ev nivîs cara yekem di hejmara yekem a Kovara Bernamegeh'ê de hate weşandin.)

Sînemaya Serbixwe - www.sinemayaserbixwe.com


«
Pêşve
Sonraki Kayıt
»
Paşve
Önceki Kayıt

Hiç yorum yok:

Leave a Reply