Hejmara sêyem a "Sînemaya Serbixwe" weke e-kovarê gihîşt ber destên xwendevanên xwe. Di rûpelên hejmara nû ya "Sînemaya Serbixwe" de nivîs û gotarên sînema, şano û rêzefîlmê ku bi sê zaravayên Kurmancî, Zazakî, Soranî yên Kurdî, hatine nivîsandin cih digirin. Her wiha di kovarê de me cih da hevpeyvîna ku bi edîtorê kovarê re me hatibû kirin.
Di hejmara sêyem a Sînemaya Serbixwe de; nivîskar û lêkolîner Dilazad Art gotareke bi sernavê "Avakirana Sinemayeke Netewî: Sînemaya Kurdî" amade kiriye. Nivîskarê malpera Sînemaya Serbixwe Welat Ramînazad nivîseke zazakî li ser fîlmê "Şîwenî Befr"ê nivîsandiye. Rûmet Medî di nivîsa xwe li ser sînemaya derhênerê navdar Andreî Tarkovskyî disekine. Di hejmara nû de, nivîskarê malpera me Mela Mihyedîn li ser rêzefîlmê Before'yê nivîsandiye. Arezû Sirajeddîn di derbarê lîstika "Tepil û Berd" ya Şiwan Etûfî de nivîseke şanoyê amade kiriye. Şafî Muhammed gotareke li ser fîlmê "Du Ziman û Baholek"ê nivîsandiye û bi vê fîlmê li ser mijara Temsîla Zimanê Kurdî sekiniye. Hawar Rehîmî nivîseke soranî ya bi sernavê "Netewekan Awêney Sînema" nivîsandiye. Nivîskarê malpera me Omer Bextiyar gotareke di derbarê fîlmê "Hespê Torînoyê" yên Béla Tarr, Ágnes Hranitzkyê de amade kiriye. Her wiha di vê hejmarê de me cih da hevpeyvîna Vedat Yelerî ku bi edîtorê kovarê me re hatibû kirin.
Kovara Sînemaya Serbixwe bi edîtoriya Rûmet Med re derket, û bergsazî-rûpelsaziya kovarê jî
Ahmet Tîrêj Kaya çêkir. Ji vê hejmarê pê ve êdî Sînemaya Serbixwe dê weke e-kovarê û salê du caran derbikeve.
Lînka Hejmara nû ya Kovara Sînemaya Serbixwe:
Ji Edîtor
Derhênerê navdar ê Polonyayê Krzysztof Kieślowski di hevpeyvîneke xwe de wisa gotibû, “Sînema, tu tiştî naguherî; lê bi saya sînemayê mirov dikare gelek tiştan fêm bike/têbigihije.. Tiştê ku cîhanê guherîne ne fîlman e, mirovên ku li wan fîlman temaşe dikin dikarin cîhanê biguherînin...”
Wekî ku gotina derhênerê, sînema riyeke civakî û hunerî ye û bi saya vê rêwîtiya bandorker û rengîn; em hînî gelek tiştan dibin û hay ji me dinyayê dibe, û temaşevan dikarin cîhanê biguherînin... Her fîlm rêwîteyeke nû û cuda ye û çîroka fîlman, bi giştî têkoşînekê ye ku di navbera qencî û xirabiyê de derbas dibe. Lê dawiya dawî qencî û xweşikahî dimîne.
Piştî navberekê 7 mehan hejmara nû ya “Sînemaya Serbixwe” weke e-kovarê gihîşt ber destên xwendevanên xwe.
Wekî ku tê zanîn 2 hejmarên me weke e-fanzîn derketin û ji vê hejmarê pê ve êdî Sînemaya Serbixwe dê weke e-kovarê û salê du caran derbikeve. Di rûpelên hejmara sêyem a Sînemaya Serbixwe’yê de, ji sê zaraveyên Kurmancî, Zazakî, Soranî yên Kurdî; nivîs û gotarên sînema, şano û rêzefîlmê ku ji aliyê Dilazad Art, Welat Ramînazad, Rûmet Med, Mela Mihyedîn, Arezû Sirajeddîn, Şafî Muhammed, Hawar Rehîmî, Omer Bextîyar ve hatine nivîsandin cih digirin. Her wiha di vê hejmarê de me hevpeyvîna ku bi edîtorê me re hatibû kirin jî weşandin.
Bimînin bi xêr û xweşiyê de
Bi hevre ji Hejmarên nû ve..
Navnîşanên Sînemaya Serbixwe:
www.sinemayaserbixwe.com
sinemayaserbixwe@gmail.com
sinenuce@gmail.com
Instagram @sinemayaserbixwe
Facebook @cinemaserbixwe
Twitter @sinemaserbixwe
Hiç yorum yok: